Musa Şanak Kurd e…
Helbestvan, nivîskar û wergervan e…
Nîvê jîyana xwe, 30 sal, di zînadanê da derbas kirîye…
Piştî derbaskirina 30 salên di zîndanê da, îro serbest û li ser axa bav û kalan e.
Lêbelê diêşe, êşa wî ji ber rewşa zimanê zikmakî ye…
Musa Şanak di sala 1993an û di 29 salîya xwe da, li Stenbolê tê derdestkirin. Ji alîyê Dadgeha Ewlekarîya Dewletê (DGM) va cezayê heta hetayê (muebetê) lê tê birîn. Piştî 30 salên dirêj, di meha Tebaxa îsal û di 59 salîya xwe da tê berdan.
Piştî kutakirina 2 zanîngehan tê zîndankirin. Lê ew di zînadanê da jî vala nasekine û kar û xebateke pîroz dike. Bi zimanê xwe yê zikmakî helbest û cêribandinan dinivîse… Romana Munzur Çem, Gülümse Ey Dersim- Ey Dêrsim Bikene ya ku ji du cîldan pêk dihat ji Tirkî werdigerîne…
Rojnamevan Ceren Bayar bi Musa Şanak ra dûr û dirêj axifîye. Hevpeyvîn îro di Rojnameya GazeteDuvar da hatîye weşandin.
Dema ku Musa Şanak li Stenbolê dijîya, ez jî li Stenbolê û bi karê sîyasî ra mijûl bûm. Li wir rêya me li hev qelibîbe jî, nayê bîra mîn. Jiber ku daw û doza me yek ba jî, wê demê rêya ku em her yek tê da dibezîyan ji hev cuda bû.
Lê îro em ji hev dûr bin jî, di gotinên wî da bi zelalî dibînim ku bîrîna me ya herî kûr yek, êşa me ya herî jandar jî hevpar e.
Kêm zêde salekî berê, min bi wergera wî ya Ey Dêrsim Bikene va ew nas kir.
Romana ku min salan berê xwendibû, bi kurdîya Musa Şanak va careke din xwend û tahmeke nû jê girt.
Bi xwendina hevpeyvîna ku Ceren Bayar bi Musa Şanak ra kirîye ra, 40-50 salên dawîyê weke şerîda fîlmek û li pey hev di ber çavên min ra derbas bûn, bi kar û xebata ku di wan salan da hete kirin û sedem wê xebatê kar û zerara ku ji para me ra ket…
Hevpeyvîn dirêj…
Pirs û bersiv jî balkêş û watedar in.
Kesên ku bixwazin, dikarin temamîya wê li vir bixwînin.
Lê di bersivên Musa Şanak da tişta ku herî zêde bala min kişand, ew jî êşa wî ya ji ber rewşa ziman bû.
Ew zimanê ku kurdên zimanTirk pesnê dewlemendî û bedewîya wê didin, li wê bedewî û dewlemendîyê xwedî dernakevin û hêdî hêdî bi destê xwe dikujin…
Musa Şanak bi mînakeke balkêş rewşa zimanê me yê şirîn û helwesta Kurdên Bakûr bi zelalî nişan dide û wıha dibêje:
- Ez niha li mala xwîşka xwe ya mezin dimînim. Xwîşka min di derê dibistana seretayî da jî derbas nebibû. Bi salan ji bilî kurdî zimaneke din jî nizanîbû. Niha dema ku ez bi kurdî diaxifim, dibêje, „te ev ji kuderê anîye…“ Herim kûderê, di nav kesên nêzikî me da jî vê rewşê dibînim. Zarok fêrî zimanê xwe yê zikamakî nebûne. Di nav nivşên nû da, keç û xortên ku ji malbatên xwe zimanê xwe yê zikmakî hîn bûne, pirr kêm in. Dema ku tu bi kurdî tiştek ji zarokan bipirsî, gotina te fahm jî nakin. Tirkî bûye zimanê serdest. Ev ji bo min êşeke pirr giran e…
Piştî vê mînakê pêwîst nîne, ku mirov gotinê li hev dirêj bike.
Îro dengê kurdan guj û zêde derbikeve jî, birîna me ya hevpar her diçe kûr, êş û jana wê jî zêde dibe.
Jiber ku bîlanço xirab…
Encama wê jî di vê mînaka Musa Şanak ta veşartî ye…
23.10.2023