Xewn û xeyal xemla jîyanê ne.
Jîyana bê xewn û xeyal, jîyaneke tisî û bê tahm…
Jîyaneke yeknesak e.
Mirov di nav qîr û qirêjîyê jîyanê da li dû xewnên xwe nakeve.
Ew xewnên ku di xewa şirîn da dixemilin û nayên jibîrkirin.
Jîyana kin û kurt, bi kirin û kiryarên vala va diherike û derbas dibe.
Lê carinan bi gotineke sivik ya jî bi kiryareke piçûk ba û bahozeke dijwar radibe…
Dibe fizildûman û qirş û qalan li erdê nahêle.
Di ronahîya rojê da, erd û ezman tarî dibe.
Dengê teyr û tûr an li hev diqelibe…
Şev û roj tevlihev dibe.
Xew direve, xewn wenda dibe.
Carinan xilmaş bibe û tiştek bibîne jî, ew bi kin û kurtîya xwe va difire û di hiş da namîne.
Taybetîyeke xwezayî ye…
Mirov di rû û rûçikên xwe da…
Di bîr û baweryên xwe da…
Di hest û helwesta xwe da kêmasîyek nabîne.
Jiber ku xwe bedew û jêhatî, baqil û zana dihesibîne.
Ya humanîst û sosyalîst…
Ya jî bawermend û olperest e…
Bi zar û ziman xwe va mirovhiz û aştîxwaz e.
Bi peyva aşitîyê ra radizê…
Bi peyva azadîyê ra hişyar dibe…
Demokrasî û wekhevî weke benîştê nêrbend di devdaye û şev û roj dicû…
Ne dev û diran diweste…
Ne jî benîşt diquse.
Lêbelê dengê şervanê ku di dil da serî rakirîye, nabihîze
Jiber ku alîgir e.
Di rêyeke rasterast da dibeze.
Li alîyê rastê vegere alîyê çepê…
Li alîyê çepê bizivire, alîyê rastê nabîne.
Poz bilind e…
Di ser pozê xwe ra ti mêr û mêrxasek din nabîne.
Wek hemû pirsgirekên cîhanê, ji şerê Îsraîl û Filistînê jî dûr nasekine.
Ya parêzwanê Filistîn…
Ya jî aligirê Îsraîl e.
Ji dest were yek koka Cihûyan…
Yek jî koka Filistînîyan diqelîne.
Lêbelê nizane ku bi serkeftina alîyek va dikuje…
Bi têkçûyîna alîyek din va jî bixwe tê kuştin…
21.10.2023