Ev gotina pêxamberê ola Îslamê, Hz. Mihemed e û ji bo bajarê Monastirê gotîye.
Bi rastî jî Monastir bi alîyeke xwe va qasî vê gotinê bajareke xweş û bedew e.
Kela Monastirê ku jê ra Ribāt dibêjin, di sala 796an da bi fermana xelîfeyê Ebbasî Harûn er-Reşîd hatîye çêkirin, ku bajêr ji êrîşên fîloya Bîzansê yên li ser Deryaya Navîn were parastin.
Dîsa tê gotin, ku Kela (Ribat) Monastirê di dema çêkirina xwe da, keleya herî mezin a cîhanê bûye.
Damezranêrê Dewleta Tunusê Habîb Burgiba jî ji Monastirê ye û dema ku dinya xwe duguherîne, li ser hosîya wî li Monastirê tê binaxkirin.
Tirba wî qasî Anitkabir a Ataturk nebe jî, li tenişta Kelê û li meydaneke mezin hatîye çêkirin.
Jixwe dema ku mirov bipirse, dibêjin, sê cîhên Monastirê hêjayî dîtinê ne.
Ya yekem Kela wê ya dîrokî…
Ya duyem Tirb û Mizgefta Habîb Burgîba…
Ya sêyem jî bazara bajêr…
Em jî çûn Moinastirê û me her sê cîh jî dît.
Cîhê ku me hefteyek betlana xwe lê derbas kir, 30 km ji Monastirê dûr bû. Em rojek li texsîyê sîwar bûn û me berê xwe da Monastirê. Gor pêşnîyara soforê texsîyê, me sê saetên xwe di nav bajêr da derbas kir, ku ji bo dîtin û gera di nav her sê cîyan da jî têra me kir.
Bihuşta ku di kitêbên pîroz da cîh digre, gor her şêx û meleyek ji hev cuda tê tarîfkirin. Hinek bi tahma fêkîyên wê, hinek jî bi bedewîya hûrîyên ku ji her kesî ra 40 heb dikeve, tarîf dikin…
Lê wek gotina Hz. Mihemed, Monastir bi bedewîya xwe va derîyek ji derîyê bihuştê be, derîyê wê yê din jî li dojehê vedibe.
Li alî derîyê wê yê ku li bihuştê vedibe, geştîyarên Ewropi, rêvebirên dewletê û hevalbendên wan dojîn, li alî derîyê ku li dojehê vedibe jî gel dijî…
Ew gelê ku bi bîr û bawerîyên xwe yên ji bo dinya wîyalî xwe wek misilman û qûlê Xwedê…
Di jîyana xwe ya rojane da jî rêvebirên dewletê efendi, xwe jî wek koleyê ku ji wan ra xizmetê bike, dibîne…
Jiber ku Tunusî jî weke pirranîya gelên misilman, ji mafê hemwelatîyê nehayîdar in.
Qasî ku ji rêvebirên dewleta xwe ditirsin, ewqas ji Xwedê natirsin.
Li dijberî zilm û zordarîya dewletê dernakevin û bêdeng dimînin.
Lê her çiqas xwe bawermend nişan bidin jî, di jîyana xwe ya rojane da gor bir û bawerîyên xwe, gor rê û rêbazên Xwedayê ku jê bawer dikin, daye ber wan, najîn.
Jiber ku derewçîn û sextekar in.
Heta ku zimanê wan bilive derewan…
Qasî ku ji destê wan were, sextekarîyê dikin.
Tesbîteke zanyarîye; tê gotin, ku kesên nezan ji hebûna tişta ku bi çavê xwe nebîne û gotina ku bi guhê xwe nebihîze, bawer nake.
Pirranîya misilmanên li rû dinyayê jî, di derbarê hebûn û yekbûna Xwedê da dudilî ne. Qasî ku bi zar û zimanê xwe bawerîya xwe bi Xwedê tînin, ewqas jî bi kirin û kiryarên xwe ji wê bawerîyê dûr dikevin.
Sedem şik di dilê wan da cîh diggre da ye, ku li alîyek dibêjin Xwedê li her derê hazir û nazir e, her karê merîya dibîne û her gotina merîya dibihîze, li alîyê din bi hêsanî dierewan dikin û merîya dixapînin.
Me ev yek li Tunusê jî dît, ku dixwazim di derbarê sextekarîya Tunusîyan da mînak bidim. Em li du bajaran jî, li Sousse û Monastirê, ji derew û sextekarîyan wan bêzar bûn.
Ji bo ku em herin li bajêr bigerîn û hinek dîyarîyan bikirin, ji otêlê derketin û li taxsîyê sîwar bûn.
Dema ku em nêzikî bazarê bûn, şofêr em îkaz kirin û ji me ra got; “ger ku hûn dixwazin tiştekî bikirin, bi dikandaran ra bazarîyê bikin. Bihayê ku ji we ra gotin, wî ji %40 daxînin xwarê…”
Piştî vê gotinê şofêr em li ber derê bazara bajêr peya kirin, bazara ku tê da her tişt dihat dîtin û firotin…
Dikanên di rêzê da û firoşkerên ku li ber derê dikananên xwe sekinîbûn, weke nêçîrvanên ku li benda nêçîra xwe bisekinin, milê merîyan digirtin û dikişandin nav dikanên xwe…
Ji dikana yekemîn pê va em jî bûn nêçîra wan.
Di dikana yekemîn da Kejê li dêrîyek mêze kir, min jî bihayê dêrî pirsî.
Firoşker, bi 120 Dînarî dest bi bazarê kir û heta 80yî daket xwarê.
Jibo ku pêsîra me berde, min 50 Dînar pêşkêş kir..
Firoşker berê pêşnîyara min kêm dît û qebûl nekir, dû ra razî bû lê wê gavê jî ez poşman bûm.
Em bi zor û zehmet ji destê firoşker filitîn û me xwe ji dikana yekemîn avêt derva, lê gaveke şûnda jî bûn nêçîra dikandarên duyemîn.
Gotina yekemîn a firoşkerê dikana duyemîn ev bû; “Cînarê me mirovekî derewçîn û sextekar e. Rê li geştîyaran digre û wan dixapîne. Dêrîyê ku wî xwest 120 Dînaraî bifroşe we, li ba me bihayê wê 60 Dînar e…“
Em bêçare man û derbasî nav dikanê bûn. Kejê sê dêrî hilbijart, heman dêrîyê ku di dikana yekemîn da lê mêze kiribû…
Firoşker ji bo her sê derîyan 180 Dînar xwest, min jî 90 Dînar pêşnîyar kir û bazara me bi xulekan kudand.
Ew serê carê 10-15 Dînar daket xwarê, lê ez di şûna xwe da mam.
Di encamê da bihayê ku min pêşnîyar kiribû, qebûl kir û me sê derî bi 90 Dînarî kirî û em ji dikanê derketin.
Qasi saetekê em di nav bazarê da gerîyan. Me hinek tiştên din jî kirrî û ji destên firoşkeran filitîn.
Kurt û kin…
Misilmanên Tunûsê jî bi silava Xwedê û bi rûken pêşwazîyê li merîya dikin, milê merîya digrin û ber bi nava dikana xwe dikişînin…
Heta ku ji destên wan were merîya dixapînin. Ji bo ku tu ji gotina wan bawer bikî, li ser namûs û şerefa xwe, li ser ayet û kitêbên pîroz sond dixwin.
Bi sondên xwe merîyan…
Dû ra jî „Elhemdulîlah em misilmanin“ dibêjin û Xwedayê ku jê bawer dikin, dixapînin…
27.10.2023