Perê tirkan pirr…
Sîyasetvanên kurdan jî zêde ne.
Lêbelê gor emsalên xwe herdu jî bêqîmet in.
Zagonek ji zagonên zanistîya aborîyê ye.
-Pereyê xirab di bazarê da berî pereyê baş dide û ji bazarê derdixîne…
Jiber ku perê xirab zêde û bêqîmet e…
Li her derê û di bêrîka herkesî da cîh digre, bi hezaran heta bi mîlyonan…
Perê baş jî kêm e, lê bi bihayê xwe giran û biqîmet e.
Loma li her derê zêde nayê dîtin…
Di bêrîka herkesî da jî cîh nagre.
Li tirkîyê perê zêde û bêqîmet „Lira“…
Yê kêm û bi qîmet jî „Dolar“ e.
Mirov hezar lirayê tirkan bide zarokek, zarok rûyê xwe li merîya tirş dike û di dilê xwe da jî ji merîya ra dide xebera…
Ya jî parsekvanê ku jibo parsê destê xwe vedike, di destê merîya da ne ku lîrayek, deh lîra jî bibîne, bi mirûzekî xirab li merîya dinihêre, destê xwe şûnda dikişîne û di ber merîya ra derbas dibe…
Lê bi deh dolarên kesk zarok…
Bi dolarekî kesk jî parsekvan dilşa û rûken dibe.
Li Bakûrê Kurdistanê hêjmara sîyasetvanên kurd jî weke pereyê tirkan zêde ye…
Kurdê ku xwe wek sîyasetvan bi nav neke, nîne.
Her kes serok û rêvebir ya jî endam û alîgir e.
Jiber ku siyasetvanî, di civaka me da nasnaveke erzan û badilhewa ye.
Jibo wê ne diplomayek ne jî belgenameyek pêwîst e.
Dilê kî û kê bixwaze, dikare xwe wek sîyasetvaneke gewre nîşan bide.
Heta dikare xwe rêvebir û serok jî bi nav bike.
Jibo vê yekê navendgehek û lewheyeke li ser daleqandî jî pêwîst nîne.
Jibo revebirî û serokatîyê, sazkirina partîyekî, ji bo sazkirina partîyê jî navekî gewre û daxûyanîyeke tûj û tund, bi tena serê xwe bes in.
Ne kes li girseya wê partîyê, ne jî li hêjmara rêvebir û qarîzmaya serok dinihêre.
Jixwe daxwazîya Kurdistaneke serbixwe jî were kirin, êdî hedê kurdek nine, partî û serokê wê partîyê rexne bike.
Heta hinek partîyên kurd hene, ku tenê ji jin û mêr û zarokên wan pêk tên.
Mêr, serok…
Jin, cîhgirê serok…
Zarokên wan jî, êdî çend bin, ew jî bêguman rêvebir in.
Sîyasetvanîya kurd bêpîvan e…
Jiber ku, qasî zêdebûna sîyasetvanan, kirin û kiryarên wan jî hevdu nagre…
Laş kurd, hiş û hişmendî jî tirk e.
Loma daxwaz û tevgera wan hevdu nagre…
Mînak zêde û li ber çav in…
Ji wan hinek:
-Ji dewletê mafê perwerdeyîya bi zimanê zikmakî dixwaze, lê di mala xwe da jî bi tirkî dijî û çerxa pişaftinê bihêz dike.
-Jibo seranserê cîhanê daw û doza demaokrasîyê dike, di mala xwe da zordarekî sereke ye.
-Ji bo mafê jinên xelkê, di kûçe û kolanan da slogana „Jin, Jîyan, Azadî“ ji zarê wî/wê kêm nabe, vegere male û jin ya jî mêrê xwe xwe di mal da nebîne, qîyametê radike…
Aştixwaz e…
Lê ne li her derê û bi her kesî ra…
-Li ser axa xwe û bi birayê xwe yê heq ra neyar…
-Bi navê biratîya gel û omedê, bi dagirkerê xwe ra jî dost û yar e.
Jiber ku, di sîyasetvanîya kurd da pîvan wenda…
Pergal jî tevlihev bûye.
Loma herdiçe, mîna perê tirkan, sîyasetvan zêde bibe jî, qîmeta erzan, tesîr jî kêm dibe…
08.09.2023