Kurdên ku ji xwe û ji niştimanîya xwe hayîdar, bêguman ji navê Roger Lescot jî hayîdar in.
Jiber ku Lescot hevalê Celadet Bedirxan û kedkarê ziman û çanda kurdî ye.
Sedsal berê, karê ku nehatîye bîra kurdan, ku ji bo xwe bikin, Lescot ji bo wan kirîye.
Bi kurdan ra bûye heval…
Kurdî hînbûye…
Çîrok û destanên kurdî, gotinên pêşîyan û têderxistinokên kurdî berhev kirîye…
Ew çîrok û gotinên zêrîn, di sala 1940î da wek Textên Kurdî Cîld I û II li Parîsê weşandîye.
Weşanxaneya Avestayê jî Tekstên Kurdî-I, bi navê Lawê Pîrê-Tektên Kurdî, îsal li Stenbolê çap kirîyê.
Di pirtûkê da 5 çîrok, 308 gotinên pêşîyan û 51 têderxistinok-tiştanok cîh digrin, ku herwiha Lawê Pîrê jî navê çîrokeka ku ji wan pênc çîrokan e.
Çîroka yekemîn, Çîroka Kundirê ye…
Jina Gavanê gundekî ducanî ye û roja ku diwelide, jê dêla zarokek va kundirek diwelidîne. Roj tê, kundir bi lêv dibe û ji bavê xwe yê gavan ra daxwaz dike, ku ew here qîza hakimê welat jê ra bixwaze… Gavan berê xwe dide mala hakim û qîza wî dixwaze… Hakim ji bo dayîna qîza xwe hinek şert û mercan datîne ber gavan û jê ra dibêje, „tu wan bînî cîh ez dê qîza xwe bidime lawê te…“
Gavan vedigere, şert û mercên ku hakim daye ber wî, ji kudirê xwe ra dibêje û çîrok didome, heta ku kundir bihîje mirazê xwe…
Çîroka duyem, Çîroka Keçelokê Lawê Pîrê ye…
Lawê Pîrê rojek çivîkek digre, ku baskê wê jêbike. Çivîk tê ziman û jê ra dibêje, „dinya zivistane û ez rût û tazî me. Ne di min da goşt heye, ne jî ez teyrekî rind im ku tu min xwedî bikî ya jî ji xwe ra biffroşî… Min berde, ez ji te ra Teyrê Sîmir bînim û bikim dafikê, wî bigre, bibe bide paşayê bajêr û ji xwe mikafateke mezin bigre…“
Lawê Pîrê gotina çiwîkê dike, Teyrê Sîmir digre û ji paşê ra dibe… Lêbelê daxwazên Paşa û Wezîrê wî kêm nabin. Lawê Pîrê ji bo ku daxwazên wan bîne cîh, derdikeve serê rê û dirban, li pey fîl, li pey hespê behrê û qîza hûtê behrê dikeve. Bi dêw û hûtên li bin behrê ra şer dike, hemû astengîyên ku derdikevin pêşîya wî yekoyek ji holê radike. Di encamê da Keçelok bi ser dikeve, dibe paşayê bajêr û digihîje mirazê xwe…
Çîroka sêyem, Çîroka Silêmanê Zindî ye…
Silêmanê Zindî lawê mirovekî feqîr e, ku ew şev û roj diçe ji çîya û banîyan dar û beran berhev dike, tîne wan li bajêr difroşe û debara xwe pê tîne cîh…
Rojekî ji rojan di newalakê da dû derdikeve… Bavê Silêman xwe li dû digre û te re di şikeftê da rastî xezîneya Hût û her sê lawên wî tê. Hebana xwe tijî zêr dike û şûnda vedigere… Careke din dîsa berê xwe dide şikeftê, lê wê cara dikefe dafikê û tê kuştin. Dû ra lawê wî, Silêmanê Zindî li şopa wî digere, Hût dîl digre û davê je binê bîrê… Her sê lawê wî jî dikuje û bi dîya xwe ra di şikefta wan da bi cîh dibe…
Dê, rojek di tûnebûna Silêmanê Zindî da bi hebûna Hût hayîdar dibe, Hût ji binê bîrê derdixe û wek Reşê Pişt Kewarê bi nav dike… Dû ra ew û Reşê Pişt Kewarê dibin yek, biryar didin ku ji Silêmanê Zindî xilas bibin. Dê, bi aqilê Reşê Pişt Kewarê xwe diavêje nexwaşîyê û ji lawê xwe ra dibêje, „ji bo ku ez ji nexwaşîyê xilas bim, divê tu herî Şîrê şêr, di eyarê şêr da û li ser pişta şêr bînî… Te anî anî, neanî ez dê bimirim…“
Silêmanê Zindî ji bo ku ji dîya xwe ra şîrê şêr, di eyarê şêr da û li ser pişta şêr bînê, bi rê dikeve… Çîrok jî bi şer û astengîyên ku derdikevin pêşîya Silêmanê Zindî va didome… Silêman jî wek paşnavê xwe, li dijberî şêr û dêwan hergav zindî dimîne û di encamê da digihîje mirazê xwe…
Çîroka çaran jî Çîroka Herzemê Kolan e…
Qîza hakimê Şamê xwîşka sê bira ye… Rojek ji rojan Dêwê Sor tê û ji xwe ra qîza Hakimê Şamê dixwaze. Dêw ji hakim ra dibêje; „ya qîza te ya jî ez serê hersê lawên te…“
Dêwê Sor qîzikê dibe, dû ra hersê birayên wê li pey dêw dikevin û wenda dibin. Jina hakim xwe diavêje serê çol û çîyan û li şopa her sê law û qîza xwe digere. Tî û birçî dibe, ji Xwedê ra dua dike, ku ji tîbûna wê ra çareyek bibîne. Çîrok e, ji nişkava ewr guj dibin baran dibare, di şûna simê kerê da av kom dibe, jinik wê avê dixwe, dû ra ducanî dibe. Ne meh, ne roj, ne saet, ne xulek şûnda jê ra lawek dibe, ku navê wî Herzem lê dike. Di şeş salîya wî da nav û dengê Herzem di nav bajêr da belav dibe… Piştî gilî û gazinên xwecîhîyan Herzem bajêr terk dike û ji benî Ademan dûr dike. Di rê da, rastî Tîravêj, Gavdirêj û Gurzavêj tê û bi wan ra dibe heval…
Çirok bi hurgulîyên şerên ku Herzem bi dêw û hûtan ra kirîye, didome. Li dijberî dêw û hûtan hercarê bi ser dikeve, lêbelê rû bi rû îxaneta hevalên xwe dibe. Demek di bin bîra bêbinî da tî û birçî berxwe dide, ji rojan rojek xwe di nav welatê cinan da dibîne. Li mala pîrejinek dibe mêvan û tasek av jê dixwaze… Pîrê tere pişt kon da mîz dike û mîza xwe tîne dide Herzem. Jiber ku Dêwê Heftserî, serê kanîyê girtîye û ji bo ku di heftê da rojek pêşîya avê vebike, qizeke azeb dixwaze. Wê efteyê jî dor hatîye qîza hakimê bajêr, hakim qîza xwe nade, dêw jî avê bernade… Çîrok bi şerê Herzem û Dêwê Heftserî va didome…
Çîroka pêncan, Çîroka Beyrim-el Hec e…
Li welatek hekimek û pênc lawê wî hebûne. Hekim biryar digre, ku hekimek mîna xwe bibîne û pênc qîzên wî hebe, wan pênc qîzan jî ji her pênc lawên xwe ra bixwaze. Hekim radibe berê xwe dide bajarê Erzirume, li wie paşayek mîna xwe û pênc qîzên wî hebe nabîne, ji wir berê xwe dide bajarê Bidlîsê, ji Bidlîsê jî berê xwe dide Diyarbekirê… Çîrok bi vî rengî dest pê dike û didome…
Ev pênc çîrokên ku Roger Lescot nêzikî sed sal berê berhev kirine û heta roja îro hatine, ji alî Kurdên ku zarokatîya wan li gundan derbas bûne, tên zanîn. Min jî di dema zarokatîya xwe da ev pênc çîrok jî, ji mezinên xwe guhdarî kiribû, di ew şevên zivistanê yên sar û dirêj da û li dora tendûrê…
Wek hemû çîrokên kurdî, di van her pênc çîrokan da jî leheng bi pirranî zarokên sêwî ne…
Lawê gavan û şivanan, nebîyê kal û pîrekan…
Lehengên qîz jî, qîzên axa û began, mîr û hakiman in…
Ew zarokên ku di civaka axa û began, mîr û hakiman da wek mirov nayên hesibandin, roj tê bi awayekî dibin xwedî hêz û quweteke şîndarî… Nav û dengê wan, mêranî û mêrxasîya wan di civakê da deng dide… Ew dibin evîndarê qîzên mîr û hakiman. Rastî şerê giran tên, astengîyênmezin derdikevin pêşîya wan. Lê ew li dijberî dêw û hûtan, axa û began, mîr û hakiman şer dikin, di encamê bi ser dikevin û digihên mirazên xwe…
Jiber ku ev çîrok ji alîyê gel va hatine afirandin û lehengên çîrokan jî di kesayetîya lawê şivan û gavan, ya jî sêwîyê kal û pîran da gel bixwe ye. Şerê ku ew dikin jî, di kesayetîya axa û began, mîr û hakiman da jî şerê heq û neheqîyê ye… Loma mirov di çîrokên kurdî da rewşa civakê û nakokîyên civakî jî bi zelalî dibîne.
Di dawîya her çîrokê da leheng bi ser dikeve û gel jî bi serkeftina wî ra digîhîje daxwaza xwe.
Loma di dawîya hemû çîrokan da çîrokbêj jî vê daxwazê dubare dike û dibêje, “ew gihîştin mirazê xwe hûn jî bigihên mirazê xwe…”
Di nav pêşgotanan da jî, gotinên ku tu car ji rastî û watedarîya xwe tu tiştekî wenda nekirine û nakîn jî hene, ku ez ji wan ra dibêjim, gotinên zêrîn…
Ji wan çend gotinên ku Lescot berhev û qeyd kirine:
– Derew sêwî ne…
– Kara gavanan suwarbûna kera ye…
– Ez hêdî diçim, bela digihîje min, ku ez zû diçim, ez digihîjim belayê…
– Heta Adem em pê zanin, ji wî pê da tiştek li cem te heye, bêje
– Ji jinê pirsîne, di demsalan da çi xweş e? Gotîye: Buharê, pez, Payîzê rez, Zivistanê jî ez…
– Mêrê kurmanc têr bixwe, ya mêrekî dikuje ya jî jinekî direvîne…
Ji têderxistinokên ku di pirtûkê da cîh digrin, min ji wan jî tenê sê heb hilbijart, ku cara yekem ez di vê pirtûkê da rastî wan hatim. Ez bawer im, ew kesên ku hê ev pirtûk nexwendine jî, ev têderxistinok ne bihîstine ne jî bersiva wan dizanin…
Ew jî, ev in:
– Mêrga neçêrandî, zarokên nemêjandî, kerê ji garanê veqetandî…
– Reş e wek e qîr, spî ye weke çira şîr, sor e weke qapûtê jina mîr…
– Kumsor e, ne efendî ye; dikeve qulan, ne rovî ye; ebareş e, ne sêrtî ye; vedirêşe, ne tawî ye…
Bê guman bersiva van di pirtûkê da hene, lê ez li vir nanivîsim…
Jiber ku ew kesên ku ev pirtûk xendibin ji xwe bersivan dizanin, yên ku nexwendibin jî, bila ji bo bersiva van hersê têderxistinokan be jî, bila pirtûkê bikirin û bixwînin…
Bi hînbûna bersivan va hem ji xemla zimanê xwe yê şirîn hem jî ji keda Lescot a pîroz hayîdar bin…
01.09.2023