Navê pirtûka Swetlana Allilujewa ye.
Swetlana Allilujewa jî keça Stalîn e û ev pirtûka wê jî cara yekem di sala 1967an da hatîye weşanadin.
Çapa wê ya Almanî (20 Briefe an meinen Freund-20 Nameyên ji hevalekî ra) çend roj berê kete destê min û min bi kelecan dest pê kir û xwend.
Jiber ku pirtûkên bîyografîk û ji bîranînan pêk tên, bêtir bala min dikişînin.
Ev pirtûk ji bi çavdêrî û bîranînên keça wî va, bi awayekî kurtebîyografîya Stalîn e.
Heta roja îro min di derbarê Stalîn da bi sedan pirtûk û makale û helbest xwend, ku helbestên Cegerwxwîn jî di nav da…
Cegerxwîn di helbesta xwe ya „Bijî Stalîn“ da, ji dûr va pesnê Lênîn û Stalîn dide û dibêje:
“Tîrej dane me şefeqa ronak û şefeqa Lenin
Şewqa xwe da Kurd, bijî Stalin, bijî Stalin…„
Ev hest û helwesta Cegerxwîn a ku wî di derbarê Stalîn’da nîşan daye, heta roja îro ji alî gelek kesan va hate nirxandin. Lê çîroka nivîsandina vê helbestê jî heye, ji bo ku nivîs dirêj nebe, wê ji careke din ra dihêlim.
Ew kesên ku di derbarê Stalîn da pirtûk, makale ya jî helbest nivîsîne, ji wan hinek wek Cegerxwîn, ji dûr va û bi sedemeka ku xwîna wan li Stalîn kelîyaye, rûniştine û pesnê wî dane.
Ji bilî wan, pirranîya çepkir û sosyalîstên li rû dinê, dîktatorîya Stalîn jî wek pênaseyeke pîroz dîtine û bi wî rengî nirxandine…
Muhafazakar û lîberal, heta demokratên li rû dinê jî, Stalîn wek dîktator dîtine û zilm û zordarîya ku wî kirîye, rexne kirine.
Di bingeha nirxandin û rexneyên herdu alîyan da her çiqas rastîyek hebe jî, qasî wê rastîyê bingeheke yekalî jî cîh digre.
Ev yek jî taybetîyek ji taybetîyên însan e.
Leheng û dildarên xwe difirîne…
Yê dijberê xwe jî li erdê dixîne…
Ew leheng û dildar gor demê, qiral in, şah in, şêx in, serok in…
Qral û şah û şêx û serokên ku leheng û dildar nebîne, hebin, ew jî yên taxa jêrîn in.
Stalîn jî gor kesên taxa jor hê jî serokekî şoreşger û sosyalîst…
Gor kesên taxa jêrîn jî wek dîktator û kujer tê bibîranîn.
Lêbelê tu kes ne di zikê dîxya xwe da, ne jî bi gotin û îlankirina „ez diktator im” va dibe dîktator.
Lêbelê her dîktator ji alî dorhêla xwe va tê afirandin, dû ra dîsa bi alîkarî û piştgirîya wê dorhêlê va tê îlankirin…
Loma her dîktator berî ev pênaseya xwe, mêr e, jin e, bav e, xwîşk û bira ye…
Li welat û ji gelê xwe ra qasî ku dîktaor be, ewqas jî bi dorhêla xwe ra dost û heval, di mala xwe da jî dê û bav e, xwîşk û bira ye.
Stalîn jî wusa ye.
Keça wî Swetlana Allilujewa jî di 20 nameyên xwe da, ne tenê qala dîktatorîya wî, ew bi jina xwe ra mêr, bi zarokên xwe ra bavekî çawa bûye, tarîf dike, ji nêzîk va û bi bûyerên jîyayî va…
Mirov di nameyan da, herdu rûyên Stalîn jî dibîne û wî bêtir baş nas dike.
Stalînê bavê zarokên xwe û dîktatorê welatê xwe…
Jiber ku mirov di nameyan da ne tenê rexne û pesandayîneke rasterast, hest û ramanê zarokeka ku di derbarê bav û dîkatore welatê wê da cîh digre, dibîne.
Nameya yekemîn ji mirina Stalîn dest pê dike…
Swetlana Allilujeva di wê nameyê da, ji bilî wê rêvebir û giregirên Rûsyayê, parêzvanên bavê wê û karekerên malê çawa bi dengê bilind girîyane û şîna bavê wê kirine, dinivîse.
Di nameyeke din da jî qala xwekuştina dîya xwe dike. Dema ku dîya wê di oda xwe ya razanê da xwe dikuje, bavê wê Stalîn li mal û di odeyeke din da, hê di xewê da ye.
Karker û parêzvanên wî yên herî nêzîk jî ji tirsê newêrin Stalîn ji xewê hişyar bikin, ku jê ra bibêjin jina wî xwe kuştîye…
Bi bûyerên jîyayî va hest û helwesta bavê xwe dinirxîne…
Bi kîjan taybetmendîya xwe qels, bi kîjanî va bihêz bûye, dîsa bi bûyerên jîyayî va li ber çavan radixîne, bi ziman û vegotineke zelal, bi xem û xemgînîyeke hestîyar…
Salan berê min romana Anatoli Ribakov a ku bi nave “Zarokên Arbatê” xwendibû. Rîbakov jî bi hunera xwe ya wêjeyî va dîktatorîya Stalîn bi mînakên jîyayî va hunandibû.
Mirov bi van textên wêjeyî jî careke din dibîne, ku her qiral û şah û şêx û serok bi tena serê xwe nikare bibe dîktator…
Berê ji alî dorhêla xwe va wek dîktator tê afirandin, dû ra jî dîsa bi alîkarî û piştgirîya wan dibe bela serê gel, ku ew dorhel jî di nav da…
19.09.2023