Berî Sînemê divê ez bi kurtayî qala Sehîdê Îbo bikim.
Sehîdê Îbo, di 8ê Gulana sala 1924an da li Ermenîstanê, gundê Qarxûna Jorîn, ji dayîk bûye. Li Rewanê Kolej û Enstîtûya Bijîşkîyê xwendîye. Di sala 1971ê da serokê Pêdîatrîyê li Enstîtûya Bijîşkîyê ya Rewanê ye. Di sala 1974an da li Waşhîngtonê endamê Komeleya Gurçiknasîya Zarokan a Navnetewî ye. Di derbarê Gurçiknasîya Zarokan da ji sedî zêdetir kitêb û berhemên îlmî nivîsîye. Ji bilî kar û xebatên xwe yên îlmî, ronakbîr, wergervan, nivîskar û helbestvanekî kurd e.
Mixabin ev lawê kurd ê serkeftî, roja 17ê Kanûna Pêşîn a sala 1991ê li bajarê Rewanê ji alî kesên „nenas“ hate kuştin.
Sînem yek ji çar pirtûkên wî yên helbestan e. Ev pirtûk di sala 1975an da li Rewanê, salek berê (2022) jî li Stenbolê ji alîyê weşanxaneya Avestayê hatîye weşandin.
Pirtûk, ji helbest û du poemên wî yên, ku wek Miqamê Şerê Wetenîyê û Sînem bi nav kirîye, pêk tê.
Helbestên Sehîdê Îbo kin û kurt, lê gotinên zêrîn û watedar in. Mirov di naveroka helbestên wî da hest û helwesta kurdayetîya ku bi evîndarîya Kurdistanê va hatîye xemilandin, dibîne.
Di helbestên wî da Kurdistan yar e, evîn e, kilam û strana zarokatîya wî ye…
Di vê helbestê da yara wî, Gulê ye. Gula xwe di sala 1964an da nivîsîye, ku ez wê demê hê du salî me… Jibo Gulê wiha dibêje:
Navê yara min Gulê
Ew bedewe ji gulê
Lê biharê çi kirye?
Wê ev nava deyn kirye
Û li meheke xwe kirye.
Ji gulanê bipirsin,
Gulê danê gul, sosin
Di vê helbestê da jî jîyaneke kurdewarî tasvîr dike, jîyan kilam, dengbêj jî Kurdistan e. Dilorine û dibêje:
‚Emrê min kilam e,
Mishîd û miqam e.
Dayê ber colanê
Rûnişt û got: – Lûrî,
Bona Kurdistanê
Mertal î û şûr î.
Nebî bindest û dîl
Pe’ra, xezna, kanê
Cim’et mêş e, tu zîl
Li çîyayê Kurdistanê
‚Emrê min kilam e
Dengbêj Kurdistan e…
Jixwe ev helbesta wî, kurdên ku gotinên vê bi deng û awaza Aramê Tîgran nebihîstibin nîne. Ez bawer im ji wan gelek kes hê jî nizanin, ku xwedîyê wan gotinên merîya digre û di nav xewn û xeyalên xwe yên zarokatîyê digerîne, Sehîdê Îbo ye… Gerku derfet hebe, li vir bikevin Youtube, bi dengê Aram ra xwe bihecînin û di dilê xwe da jî gotinên helbestê bilorînin…
Xwezil dîsa zar bûma
Sibê zu hişyar bûma
Pêxas, başeval bûma,
Ling terikî, lêvê za
Xwezil dîsa zar bûma.
Çewa berx bêzar bûma
Bêmal û bêpar bûma
Ruhî sade, dilî can
Xwezil dîsa zar bûma.
Li bin kon sitar bûma,
Li çîya xizmetkar bûma,
Pot ritilî, kiras caw
Xwezil dîsa zar bûma.
Hespê kumeyt siyar bûma.
Ji bajêr berwar bûma,
Bimama bêdeng û nav,
Her tek tenê zar bûma.
Poema ku Sehîdê Îbo navê wê lêkirîye Sînem, dirêj e. Helbestvan di vê poemê da, li ser mêranî û mêrxasîya kurdan çîrokek dihûne û vedibêje. Di destpêka poemê da, ji bo Sînem a xwîşka heft birayên mêrxas, wiha dibêje:
Heft bira bûn, xuşkek her,
Ew Sînema gerdenzer,
Avka lêvê axê bû,
Dilê wî bû, ruhê ber.
Sînem usa bedew bû,
Mîna ronga rû’ezmîn
Dev, dirane şekir bûn,
Gulî zirav û zêrîn.
Bejne bilind, spindar,
Navkêlk zirav û kever
Sûretê sor ça hinar,
Ser gerdena wê ye zer.
Şerê ku di vê poemê da Sehîdê Îbo tasvir dike, di navbera Kurd û Ereban da derbas dibe. Di şer da Sinem û heft birayên xwe jî bi mêrxasî şer dikin û tên kuştin. Helbestvan di dawîya poema ku di salên salên 1969-70yî da nivîsye, wiha dibêje:
Şer bû, şerekî giran
Heznî bibû Kurdistan,
Lawê wê ye ter û can
Boy namûsê ruh didan.
Li du vê çarînê êdi gotina ku mirov bike, nîne.
Jiber ku şer hê didome…
Kurdistan jî hê bindest û heznî ye…
22.08.2023