Çiqas rast e, ez nizanim.
Gor hin birdozên zanyarî tê gotin, ku mirovahî ji Rojhilatê va dest pê kirî ye, li seranserê cîhanê belav bûye.
Çawa ku roj ji rojhilatê hil tê û li rojava jî diqulube û diçe ava, dibêjin, ku hîmê medenîyeta îro jî li wir hatîye avêtin…
Medenîyet li wir kemilîye û pêşda çûye.
Herwiha dîsa tê gotin, ku jîyana xwecîhî, ajaldarî û çandinî jî li wir dest pê kirîye…
Xwedê hemû nebîyên xwe jî ji rojhilatîyan hilbijartîye…
Îsa yê ku îro li seranserê rojava û piranîya cîhanê hê bawerîya xwe pê tînin, mirovekî rojhilatî ye.
Ji Adem heta Mihemed, Nûh û Îbrahîm, Mûsa û Îsa, hemû nebîyên Xwedê yên ku zêde nayên naskirin jî rojhilatî ne.
Lê dîsa jî di her xalên jîyanê da cudahîyên ku di navbera rojhilatî û rojavayîyan da cîh digrin, zêde, hevparîyên wan jî kêm in.
Di derbarê wan cudahî û hevparîyan da heta roja îro bi hezaran pirtûk hatine nivîsandin û ew bi gelek birdozîyên zanyarî û civakî jî tên nirxandin…
Îro jî di derbarê cudahîyên herdu alîyan da lêkolînên zanyarî û kolanên arkeolojîk tên kirin, ku her roj tişteke nû derdikeve pêş…
Bi derketina hinek tiştên nû va, hinek birdozîyên civakî û dîrokî ser û binê hev dibin, ku nirxandina wan jî karê civaknasan e.
Mijara vê nivîsê tiştên piçûk in.
Bûyerên piçûk, ew bûyerên ku her roj dubare dibin û bala merîya zêde nakişînin…
Bi çavdêrîyeke rojane ra mirov cudahîyên ku di navbera rojavayî û rojhilatîyan da cîh digrin, baştir dibîne…
Herwiha ji bo fahmkirina encamên lêkolînî û birdozîyên zanyarî, xwendin û nivîsandin, mantiq û zanebûn pêwîst e.
Lêbelê ji bo fahmkirina ew bûyerên ku mirov her roj bi çavê serê xwe dibîne, fam û feraseteke sivik jî bes e.
Wek tê zanîn gelên rojavayî bi piranî Xristîyan…
Bi gotina Misilmanan file ne, gawir in.
Gelen rojhilatî jî bi piranî Misilman in.
Rojavayî li pey Îsa…
Rojhilatî jî li pey Mihemed diçin.
Herdu alî jî bawerîya xwe bi Xwedayek tînin…
Rojavayî di bîr û bawerîyên xwe yên olî da nerm û pîvandar…
Rojhilatî tûj û tund in.
Rojavayî di jîyana xwe ya rojane da jî gor rê û rêbazên cîvakî yên hevpar tevdigerin…
Rojhilatî di her xalî da ji rê û rêbazan dûr in.
Rojavayî di rabûn û rûnişkandina xwe da, di xwarin û vexwarina û da paqij…
Rojhilatî qilêr û pejmûrde ne.
Rojavayî di têkilîyên xwe da rast û durust..
Rojhilatî pexîl û xêrnexwaz in.
Jixwe di warê dizî û çilpizîyê da rojavayî av li destên rojhilatîyan jî nakin.
Rojavayî di jîyana xwe ya bajêrî da, ji ber derê xwe va dest bi paqijiyê dikin…
Rojhilatî ber pozê xwe jî paqij nakin.
Rojavayî ajalên xwe bi terbîye…
Rojhilatî zarokên xwe jî beredayî mezin dikin.
Loma kûçik û pisikên rojavayîyan gor gotinên xwedîyên xwe tevdigerin.
Zarokên rojhilatîyan jî gotina dê û bavê xwe nakin.
Rojavayî gûyê kûçikên xwe berhev…
Rojhilatî gûyê xwe jî belav dikin.
Rojavayî dema ku kûçikên xwe li derva digerînin, bê torbe dernakevin der. Di nav mêrg û zeviyan da bike jî, gûyê kûçikên xwe dikin nav torbe û dibin, di nav qutîyên gemarîyên, ku ji alî şaredarîyê va li her derê hatine çik kirin, berhev dikin…
Rojhilatî jî, bes ku kes nebîne, li ber derê cînarê xwe jî gûyê xwe dikin û di cîh da dihêlin…
Dema ku qala qencî û xirabîyên herdu alîyan were kirin, rojhilatî ne kêmasîya xwe, lêbelê zêdeyîyên rojavayîyan jî bi kitêba xwe ya pîroz va girê didin û bi gotinên ezber dibêjin, „ew kafirin lê ji me zêdetir li rê û rêbazên ku di Qurana pîroz da cîh digrin, xwedî derdiekvin û gor wan rê û rêbazan dijîn…“
Lê nafikirin ku kafir pagijî û rastîya xwe ji dînê Îslamê girtibin, gelo ew çima nikarin ji dînê xwe bigrin!
Jiber ku bi Xweda yê ku bawerîya xwe pê tînin ra jî, ne durist in.
Di her firsendê da dizî û çilpizîyê dikîn…
Dû ra berê xwe didin Xwedê, xwe û der û cînarên xwe bi hev ra dixapînîn…
30.07.2023