Nivîskarê Çek Milan Kundera di 94 salîya xwe da, li Parîsê, xatir ji xwendevanên xwe xwast û ji vê dinê koçber bû.
Mirin peyveke sar e.
Loma li hêla me di şûna mirinê da wiha digotin…
„Filankesê dinya xwe guhart…“
Bi wateya ku ji vê dine çû dinya wîyalî.
Dinya wîyalî…
Dinyayeke wisa he ye?
Ya jî hebe dinyayeke çawa ye?
Ew kêsên ku vî qalibî bi kar tînin, ji hebûn û tunebûna dinya wîyalî sedî sed bawer nebin jî, gumana xwe jê nabirin.
Bi xeyala hebûna dinya wîyalî ya ku tê da jîyaneke bêdawî bikin, hemû eş û kelemên xwe yên vê dine ji bîr dikin.
Bi gotina bav û kalên me Milan Kundera jî îro dinya xwe guhart.
Jin viyalî koçberî wîyalî bû.
Ew jî mîna piranîya kurdan, di jîyana xwe ya li vî alî da jî êş û jana koçberîyê tahm kiribû.
Ji zilm û zordarîya Stalîn û Stalinperweran welatê xwe li paş xwe hîştibû û revîyabû, di 45 salîya xwe da.
Çûbû li Parîsê bi cîh bibû.
Zilm û zordarîya ku bi navê gel û karkeran, li gel û karkeran hatibû kirin, bi hûrgulî qeyd kiribû.
Peyv û gotinên xwe bi hunera wêjeyî xemilandibû û anîbû ziman.
Dema ku pirtûka wî ya ku bi tirkî jê ra dibêjin, „Varolmanın dayanılmaz hafifliği – Sivikiya Hebûnê ya Bêtehemûl” li Tirkîye hatibû weşandin, ez xwendekarê zanîngehê bûm.
Di ser Derbeya 12 Îlonê ra çend sal derbas bibû.
Li zanîngehan û di nav xwendekarên zanîngehan da agirê şoreşgerîyê dîsa gur bibû.
Dema xwendekarên şoreşger li anfîyan zêdetir, li ber derê çayxaneyên zanîngehan û bi bangeşeya şoreşgerîyê derbas dibû, bangeşeya ku bi ruknê Lênînîzm û Stalînîzmê dihat kirin…
Di demeke wisa da pirtûka Milan Kundera bi zimanê tirkî û li Tirkîyê hatibû weşandin û deng da bû.
Kesên demokratên ku dijberî dîktatorîya proleteryayê jî derdiketin, pesnê pirtûkê didan…
Şoreşger û sosyalîstên tund jî pirtûk reş dikirin û digotin:
Milan Kundera xulam û xizmetkarê emperyalîstan, dijber û neyarê sosyalîzmê ye. Kesên ku pirtûka wî bixwînin, ew jî mîna wî dijberên şoreş û sosyalîzmê ne…
Jibo ku bi vî rengî neyên tawanbarkirin, kesên ku ev pirtûk dixendin, xwendina xwe ji heval û hogirên xwe yên herî nêzîk jî vedişartin û ji kesî ra nedigotin.
Çawa ku şoreşger û sosyalîstên tund pirtûken xwe yên sîyasî bi rojnameyên kevn dinixamtin û ji polêsan vedişartin, ew kesên ku pirtûka Milan Kundera dixwendin, wan jî ev pirtûk bi heman tewnê dinaxamtin û ji hevalên xwe yên sosyalîst û şoreşger vedişartin.
Weke mîna îro tê bîra min, hevalekî min ê herî nêzîk, ku me bi hev ra sîyaseta hizbî û xwe jî wek sosyalîstên kurd bi nav dikir, rojek di destê min da pirtûka Milan Kundera dît. Bi dîtinê ra reng û rûyê wi guherî û bi dilşikestî ji min ra got:
Tu jî vê pirtûkê dixwînî?
Min tu car bawer nedikir ku tu jî ewqas zû werî xapandin?…
Ew Milan Kunderayê ku di demeka ku li seranserê dinyayê ji Stalîn û Stalînîzmê ra çepik dihat lêxistin, rûyê Stalîn û Stalînizmê bi cesaret û huner û nîvîskarîya xwe eşkere dikir.
Di ser xwendina min a wê pirtûkê ra 40 sal derbas bû.
Piştî çil salan xêncî çend kesên binerd, îro tu kes navê Stalîn jî êdî nayne ser zar û zimanê xwe…
Ji bilî ev pirtûka Milan Kundera min çend pirtûkên wî yên din jî xwend.
Ji nivîskarîya wî…
Ji cesareta wî…
Ji ziman û vegotina wî hez kir.
Mixabin, îro pêhesîyam, ku wî xatir ji vê dinê xwestîye û koçberî dinya wîyalî bûye.
Ger ku di dinya ya ku çûye da jîyan hebe, bila cîhê wî ronî, konê wî jî ji konên Stalîn û Stalînperweran dûr be…
12.07.2023