Ev pirs ji alî kesên bîyanî yên ku xwe dostên kurdan dihesibînin, tê pirsîn.
Lêbelê ne bixwe dikarin bersiva pirsa xwe bidin…
Ne jî hevalên wan ên kurd bersiveke têr û tijî didin wan.
Ew rewşa kurdan a civakî baş nasnakin…
Hevalên wan ên kurd jî kêmasîyên xwe pîne, zêdeyîyên xwe jî mezin dikin û berisva wan didin.
Kurd bi pînekirin û lêzêdekirinê xwe dixapînin…
Dostên wan jî guneyê xwe bi kurdan tînin…
Lêbelê sedem wek mîna ava kanîyan zelal û vekirîye.
Gelê ku nebe milet, nikare ji xwe ra dewletek ava bike.
Jiber ku dewlet organîzasyona herî mezin û hevpar a milet e…
Kurd hê jî nebûne milet…
Loma di destpêka sedsala 20an da jî avakirina dewleteke milî ji xwe ra pêwîst nedîtin, îro jî nabînin.
Jiber ku serok û rêvebirên wê demê Şêx û Seyîd û Serokeşîr…
Hemû di gundan da dijîyan û gundî bûn…
Dinya wan ji gund û gomên wan pêk dihat.
Di wê dinya xwe ya piçûk da li ser pozên xwe zana û mêr…
Li ber pozê xwe jî tu derek din nedidîtin.
Bi xulam û mirûdên xwe va şerê eşîr û tarîqatên derdora xwe dikirin û hevdu dikuştin.
Ne haya wan ji dinyayê, ne jî ji tevahîya welatê ku tê da dijîyan, hebû.
Bi jîyana xwe, bi hest û helwesta xwe ji rûknê miletbûnê dûr…
Bi avakirina dewletên milî jî nehayîdar bûn.
Xwe bi sê tiştan tarîf dikirin.
Ku ew q qûlê Xwedê…
Ji omeda Mihemmed…
Ji qewmê Îbrahîm in.
Hemû hewldan û şer û pevçûnên wan ji bo dinya wîyalî bû.
Jiber ku xwe li rû vê dinê mêvan dihesibandin.
Lêbelê derbeya herî mezin jî ji birayên xwe yên misilman xwarin û di dîroka têkçûyî da cîhê xwe girtin.
Bi derbasbûna demê ra dinya guherî, dewrana wan qedîya.
Nifşên nû serê xwe bilind kirin û di qada sîyasetê da cîhê xwe girtin…
Bi navên nû…
Bi payeyên bilind…
Wek sosyalîst û şoreşger…
Enternasyonalîst û miorvperwer xwe bi nav kirin.
Hinek derketin serê çol û çîyan…
Hinek bûn koçerên serê rê û dirban…
Li seranserê dinyayê belav bûn.
Di nav dinyaya glover û mezin da gerîyan û navê gundên xwe yên piçûk ji bîr kirin.
Êş û jana xwe dan alîkî…
Bi derd û kulên dinê ra mijûl bûn.
Li ser welatên ku cîhê wî…
Li ser gelên ku nav û rengê wan nizanîbûn, stranên azadîyê derxistin û bi dengê bilind qêrîyan…
Lêbelê qilf û henekên xwe bi dengbêj û stranên wan kirin.
Îro jî em hinek ji welatên xwe, hinek ji zimanê xwe dûr, li welatên bîyanî û di bin desthilatîya dagirkeran da dijîn.
Bav û kalên me di gundê xwe yên piçûk ta ji mezinahî û golverîya dinyayê hayîdar nebûn…
Em di nav dinya mezin glover da tilor dibin û gund û welatê xwe wenda dikin.
Li kûderê rawestin, kî û kê bibînin…
Ji bo wî û wê daw û doza dewleteke azad û serbixwe dikin.
Lêbelê hebûna dewleteke azad û serbixwe ji xwe ra heram û guneh dibînin…
Asoya bav û kalên me teng bû…
Ya me jî bêtir fire ye…
Bav û kalên me di tengbûna asoya xwe da tevahîya welat nedidîtin…
Em jî di firebûna asoya xwe da peşîya pozê xwe nabînin…
Loma sedsal berê ew ji hinek kêmasîyên xwe…
Sed sal şûnda jî em ji hinek zêdeyîyên xwe nikarin bibin milet û xwedî dewlet…
10.07.2023