Îro roja bûyîna min a fermi ye.
Ez li gund ji dayîka xwe bûm, zarokatîya min jî li gund derbas bû.
Niha nizanim, lê heta dema zarokatîya min jî, ew kesên ku li gundan mezin dibûn, roja bûyîna xwe jî sala bûyîna xwe jî nizanîbûn.
Ne ya rastî, ne jî ya fermî.
Kesên ku salên xwe meraq bikirana û ji dê û bavê xwe bipirsîyana, bersiva hemû dê û bavan wek hev û kêm ya jî zêde wiha bûn.
Di derê biharê da…
Di dema bêderan da…
Di meha beranberdanê da…
Di sala ku lodên gîhayên gund hatibûn şewitandin da…
Sala ku filankes miribû, ya jî bêvankes ji eskerîyê vegerîyabû û hwd…
Bersiva dîya min jî; „Tu roja yekê Çile da bûyî“ bû.
Min jê dipirsî, ku Çileyê kîjan salê?
Wê digot; “Ê de çi zanim kîjan sal bû, here wê yekê jî ji bavê xwe bipirse…”
Gor gelek hemsalen xwe ez di vî warî da bextewar bûm, jiber ku bavê min roj û meh û sala bûyîna hemû zarokên xwe li ser pelekî Qurana ku her roj dixwend, nivîsîbû.
Dema bûyîna min jî bi forma nivîsa wî, 1ê Çile 1962, bû.
Ji xwe tu kesî dema bûyîna xwe ya fermi nizanîbû.
Kîngê bangewazîya ji bo eskerîyê ji kê ra bihata, têdigihîşt, ku ew bi fermi 20 salî ye.
Ez jî ji dema bûyîna xwe ya fermi hayîdar nebûm, heta roja ku li bajêr qeyda xwe ya ji bo dibistana navîn çê dikir…
Min li gund, di 7 salîya xwe da dest bi xwendina dibistana seretayî kiribû û di 5 salan da jî qedandibû.
Li gund dibistana navîn, ji bo xwendina li Tatos an li Erzirumê jî derfet nebû.
Loma wek hemû zarokên hemsalên xwe, min jî dest ji xwendinê berda bû.
Piştî salek şûnda em bi malbatî ji gund koçberî bajêr bûn.
Bi çûyîna bajêr ra, min daw û doza xwendinê li bavê xwe kir.
Di destpêkê da bavê min li dijberî daxwaza min derket, ku bi xwendina li gund û naberdayîna salek şûnda ez dê bi ser nekevim.
Lê di encamê da bi awayek îkna bû, ku çîroka îknabûna wî jî çîrokeke kûr û dirêj e…
Em rojek rabûn û me berê xwe da dibistana taxa me ya, ku navê wê “23 Temmuz Orta Okulu“ bû.
Dem havîn, meh jî Tebax…
Rojeke tavî û germ…
Li baxçeyê dibistanê çend mase li kêleka hev, li pêşîya her maseyekê jî rêza zarok û dê û bavên wan dirêj bibû.
Ez û bavê xwe jî di rêzê da û li benda dora xwe sekinîbûn…
Rêvebirê dibistanê, mirovekî kin û zirav, li ber çavên wî berçavk, herdu destê wî jî li ser qûna wî, mîna mişkê fîştq xwe qure dikir û digerîya…
Ger diçû li ber maseyek disekinî û li kar û xebata mamosteyên ku xwendekar qeyd dikirin, dinihêrî, ger dihat bi dê û bavên zarokan ra diaxifî…
Ez bawer im, me jî bala wî kişandibû, ku ber bi me hat, dîploma min xwest û lê mêze kir…
Bi mêzekirinê ra rû û rûçikên wî guherî, bi dengeka ku heta wê rojê min ji tu kesî nebihîstibû, got, „Ev çî sosretîye kurê min, roja ku tu ji dayîka xwe bûyî te dest bi dibistanê kir?“
Min bi dengekî şermok „na“ got û di cîhê xwe bêdeng sekinîm.
Li bavê min vegerîya û bi heman tewnê jê ra got, „Destê lawê xwe yê 5 salî bigre û ji vir dûr bikeve, hê min gazî polêsan nekirî ye. Xûya ye hûn bi vî rengî hatine, ku bi me ra bilîzin…“
Bavê min jî bi lava û rica jê ra got, „Midûr beg, lîstika çi, halê çi heyran, lawê min 13 salîye û ev dîplome jî dewletê daye, sûc û gunê me çî ye?“
Zêde nekim, piştî axaftineke dirêj, rêvebir hinekî nerm bû û ji bavê min ra got; „Hema ji vir herin adlîyê û li wir bi navê lawê xwe gilîyê xwe bike, ku bila ji bo sererastkirina salên wî di derbarê te da doz were vekirin. Qeyda vekirina dozê jî ji min ra bîne, ku ez jî lawê te yê 5 salî qeyd bikim…“
Em ji rêzê derketin û me berê xwe da adlîye ya Erzirumê…
Di rê da min ji bavê xwe pirsî, ku wî çima ez 8 sal piçûk qeyd kirim e.
Bavê min di berxwe da kenîya û got; „Kurê min, ez û hemsalên min, me ji dewletê ra sê, çar sal eskerî kir û gelekî zehmetî kişand. Loma me xwest, ku hûn hinek dereng, di kamilîya emrê xwe da herin, ku mîna me perîşan nebin. Kê dizanîbû, ku tu yê herî dibistanê û ji te ra bibe asteng…”
Em gihîştin ber derê adlîyê, bavê min arzûhalek da nivîsandin û em derbasî hundur bûn. Me arzûhala xwe da dadgehê, belgeya dozvekirinê girt û vegerîyan.
Roja mayîn, em çûn dibistanê, me ew belge û diploma min a ku di 5 salîya xwe ya fermî da girtibû, da ber wan, wan jî ez qeyd kirim û bi wî awayî min dest bi xwendina dibistana navîn kir.
Dûra pêvajoya dadgehê dest pê kir.
Ez şandim nexweşxanê û li wir gor rê û rêbazên zanyarî salên hestîyên min tespît kirin û ji dadgehê ra şandîn.
Bi mehan şûnda di rûnişkandina dozê ya dawîyê da dadger, gor belegeya ku ji nexweşxanê hatîye şandin, biryara xwe da û sala bûyîna min guhart…
Di wê navbeynê da ez rabûm ser pîyan û bi lava û rica daxwazek ji dadger kir, ku ew ne tenê sal, meh û roja bûyîna min jî gor qeyda ku bavê min li ser qurana xwe qeyd kirîye, biguherîne…
Min hê gotina xwe xilas nekiribû, dadger rûyê xwe tirş kir û bi dengeke bilind qêrîya û ji min ra got; “Kuro, sal tê ra çîyê te nake, tu li pey sererastkirina meh û rojê ketî yî…”
Bi biryara dadgehê ra sala bûyîna min hate sererastkirin.
Lê roj û meh di şûna xwe da man.
Dem û demsal derbas bûn.
Pîrozkirina rojbûyînê di civaka me jî cîh girt.
Niha herkes di salê carê, ez du caran roja bûyîna xwe pîroz dikim.
Di 1ê Çile da herdû keçên mîn û malbat, di roja 20ê Tîrmehê da jî heval û hogirên min rojbûyîna min pîroz dikin vê çîrokê tînin bîra min…
***
Çend gotin jî ji bo wêne yê nivîsê.
Wêneyek min ya ji dema zarokatîya min nîne, ku ez jî çawa ku qala bîranînên xwe dikim, lê binêrim, şa bibim.
Çara ewil ji bo diploma min a dibistana seretayî ez çûbûm Tatosê û weneyê xwe kişandibû, ku ew jî li ser diploma min ma…
Di destê min da wêneyê min ê herî kevn jî ev e, ku tam di kîjan sale da hatîye kişandin û wê demê çend salî me, ez bixwe jî nizanim…
***
Bi vê mebestê, ji heval û hogirên xwe ra spasdar im, ku roja bûyîna min tînin bîra min û pîroz dikin…
20.07.2023