Kurdistan welatê me ye.
Lêbelê herî zêde yê Aslîkê ye, Aslîka Qadir…
Jiber ku Kurdistan, bi dengê wê yê xweş û zelal va xemilî, bû stran, li çarnikalê Kurdistanê belav bû û di guhê hemû kurdan da olan da û hê jî dide…
Niha jî Kurdistan bi bîranînên wê va xemilîye, bûye pirtûk û merîya di nav rûpelên xwe da digerîne…
Bîranîn, beşek ji edebîyatê ye.
Ji beşên edebîyatê yen din cudatir, bîranîn herwiha belgeyên dîrokî û civakî ne, ku ji serborîyên kesên ku nivîsîne, pêk tên.
Aslîkê jî jîyana xwe, dîroka xwe ya şexsî nivîsîye, ew dîroka ku bi êş û jan, bi berebezîya xemgînî û bextewarîyê va kemilî ye…
Jiber ku Aslîk jin e…
Hunermend e…
Rewşenbîr û zana ye…
Ji zarokên xwe ra dê û bav…
Koçbera li ser rê û dirban e…
Bi gotina Wezîrê Eşo, yekemîn hunermenda jin a kurd a sîyasî…
Bi gotina Kinyazê Îbrahim bilbila Kurdistanê…
Bi gotina Temûrê Xelîl, ew êdî nivîskareke kurd a serkeftî ye.
Loma bîranînê Aslîkê herçiqas ji serborîyên wê yên şexsî pêk werin jî, ew bi awayek parçeyek ji dîroka civaka wê ne. Ew di bîranînên xwe qasî jîyana xwe, bi tecrûbe û çavdêrîyên xwe va rewşa kurdên Ermenîstanê ya berî û piştî hilweşandina Sovyetê bi hûrgulî li berçavan radixîne.
Welatê me Kurdistan, welateke bindest û parçekirî ye.
Ziman qedexe, edebîyata nivîskî jî paşketî ma ye û qels e.
Loma hunermend û nivîskar, rewşenbîr û ronakbîrên kurd zêde bîranînên xwe nanivîsin.
Bi nas û dostên xwe ra, bi heval û hogirên xwe ra bêpîvan diaxifin, bi ken û henekên bêdawî qala bîranînên xwe jî dikin. Lêbelê ger ku ew neyên qeydkirin, bi demê ra difirin û wenda dibin.
Heta roja îro kurdên ku bîranînên xwe nivîsîne, ew jî bi piranî sîyasetvan û li bakûr zimanTirk, li başûr, rojava û rojhilat jî zimanEreb û zimanEcem in.
Di bîranînên xwe da jî bi sîyaseta xwe ya têkçûyî ra mijûl, qure û pozbilind in. Tenê qala xwe dikin û pesnê xwe didin, ku mirov di bîranînên wan da heval û hogirên wan ên herî nêzîk jî nabîne.
Herwiha kêm bin jî, hinek mînakên baş û bi kurdî hatine nivîsandin jî hene. Bîranînên Aslîkê jî ji wan kêmbîranînan yek e û gor nêrîna min ya her serkeftî ye.
Çima ya herî serkeftî ye?
Jiber ku Aslîk hunermend e, bîranînên xwe jî bi hunera xwe, bi kirin û kiryarên xwe va xemilandîye.
Ew mîna sîyasetvanên kurd, di bîranînên xwe da pesnê xwe nade. Jîyana wê li kû dest pê kirîye û çawa jîyaye, xewn û xeyalên xwe, êş û jana xwe, xemgînî û bextewarîya xwe, wek rewşenbîr û hunermendeke kurd bi kî û kê ra, kar û xebateke çawa kirîye, zelal û vekirî nivîsîye… Xwe sînordar nekirîye, guh daye denge dile xwe û çîroka xwe vegotîye.
Jîyana wê ya ku li Elegezê dest pê kirîye, piştî Êrîvan, Moskova û Afagîstanê îro li Ewropayê berdewam dike. Wek hunermendeke Kurd a hezkirî li çarnikalê Kurdistanê gerîyaye, bi hunermend û nîvîskar, rewşenbîr û sîyasetvanên kurd ra hevdîtin, kar û xebat kirîye.
Ji taybetmendîya bîranên Aslîkê yek jî ew e, ku wê bîranînên xwe bixwe nivîsîye, ku qasî ku ez dizanim di vî warî da jî ew hunermenda jin a kurd a yekemîn e.
Wek denge wê, ziman û vegotina wê jî mîna ava çemê Erez zelal û herikbar e.
Naveroka bîranînên wê têr û tijî…
Pevgirêdana bîranînan jî bi tewna romaneke serkeftî hatîye hunandîn, ku min tahma zimanê xwe yê şîrîn û dewlemend jê girt.
Loma min „Welatê me Kurdistan e“ hêdî hedî xwend û wendina min nezikî mehekî kudand, jiber ku min nedixwest dawî lê were…
Di her danê êvarê da, di destê min da bîranînên Aslîkê, di guhê min da jî dengê û awazên hunermendên Radyoya Êrîvanê…
Li alîkî bîranînên Aslîkê xwend, li alîkî jî li stranên ew hunermendên ku navê wan yekoyek û bi rûmet di nav bîranînên wê da cîh digrin, guhdarî kir.
Bi vegotina Aslîkê ra her roj çûm dema zarokatîya xwe, bi deng û stranên hunermendan ra jî di nav xewn û xeyalên xwe da gerîyam.
Bûm hevparê bîranînan û çûm dema zarokatîya xwe. Di kesayetîya pîrika wê ya Gewrê da, pîrika xwe ya Gozê dît. Zilm û zordarîya ku pîrika wê ya Gewrê li wîyalî Erez dîtîye û lê şahidî kirîye, pîrika min Gozê jî di heman demê da li vîyalî Erez dîtibû, ku bi girîyên xwe yên veşart dinalîya û ji min ra vedigot…
Herwiha di nav bîranînan da rastî dewlemendîya peyv û qalibên kurdî yên xas hatim, ew gotin û qalibên ku ziman dixemilînin û bedew dikin…
Aslîk di nav bîranînên xwe da qala Henrik Hovhannisyan dike, ku wî gotîye, „ziman tenê di zarê mirovên zana da bedew dibe…“
Ez jî dewlemendî û bedewîya kurdî, bêtir di di nivîs û pirtûkên kurdên Ermenîstanê da dibînim. Jiber ku ew bi zimanê bav û kalên xwe mezin bûne. Ew qalibên ziman, ku mirov tenê ji dê û bavê xwe hîn dibe, di nivîsên wan da bi dewlemendî cîh digrin û di zar û zimanê wan da bedew dibin.
Sedem vê yekê ye ku dema ez pirtûkek ji pirtûkên kurdên Ermenîstanê bixwînim, li kêleka min pênûs û defter kêm nabe. Ew peyv û qalibên kurdî yên xas yekoyek dinivîsim û di arşîva xwe da bi cîh dikim.
Di xwendina bîranînên Aslîkê da jî min wisa kir, ku ji wan peyv û qaliban çend mînak:
Dilê min di destê min da bû…
Reva jinê edetê dinê…
Jina wî poz pê nake…
Nigê xwe kiribû soleke teng…
Çavên min li derî qerimî…
Dinya li ser qûna wî meşk bû…
Çi bêjim kevirê min giran e…
Zebeş dide bin çengên wî…
Pişika wî diwerimîne…
Ez bibûm darik û derzî û hwd…
Qasî ev qalibên xas, gelek anekdotên watedar jî di bîranînên Aslîkê da cîh digrin. Ez ji wan anekdotan qala yekî nekim, nabe û ew dê di dilê min da bimîne..
Rojbûyîna hevaleka Aslîkê ye. Keccika Ermenî û bavê xwe pêsswazî li mêvanên xwe dikin. Keccik têdigihîje, ku zincîrka ssalê bavê wê vekirî ye. Ji bavê xwe ra dibêje, ku ew pêssîya ssalê xwe bigre.
Bav dikene û bi dengekî rehet ji qîza xwe ra wiha dibêje: Qîza min di mala ku tê da mirî hebe, derê wê malê her tim vekirî ye û li ser piştê ye…
Jibo ku ez di vê nivîsa xwe da qal bikim, min gelek têbinî qeyd kiribû. Ger ku ez qala wan hemûyan bikim, nivîs dirêj, ji xendevanan ra jî êdî tiştek namîne.
Wek gotina dawîyê, ez gotina Têmûrê Xelîl, ku di pêşgotina pirtûkê da gotîye, careke din dubare dikim û dibêjim; Aslîk ne tenê hunermend, ew bi vê berhemê va êdî nîvîskereke kurd a serkeftîye jî…
Kesên ku dixwazin tahma zimanê dayîka xwe ji nivîskarîya wê bigrin, fermo, „Welatê me Kurdistan e“ û li benda we ye…
***
Çend gotin jî ji bo Avestayê
Jîyan û bîranînên Aslîka Qadir, „Welatê me Kurdistan e“ li Stenbolê û di nav weşanên Avestayê da hatîye weşandin.
Berî çapê min ji Aslîk xanimê ra pêşnîyar kiribû, ku ew bîranînên xwe ji Avestayê ra bişîne.
Jiber ku Avesta karê xwe baş û bi helwesteke pisporî dike, ev yek jî di nav weşangerîya kurdî da zêd nayê dîtin.
Piştî çapê dema ku pirtûk gihîşte destê min, ez jî qasî Aslîkxanê kêfxweşbûm, ku çapa pirtûkê jî qasî nav û naveroka wê baş û xweş bûye…
30.06.2023