Çîrok dirêj e.
Nivîsên dirêj jî zêde nayên xwendin.
Jixwe piranîya kurdên me bi kurdî naxwînin.
Yên dixwînin jî, li sernivîs û dirêjîya nivîsê dinêrin.
Ger ku sernivîs baldar, nivîs ji kin be, çavên xwe li ser digerînin.
Di sernivîsê da çîrok, di mijara nivîsê da jî galgalên ji sîyasetê dûr cîh bigrin û naveroka wê jî dirêj be, berê rûyê xwe tirş dikin, dûra pişta xwe didin nivîsê û revarev jê dûr dikevin.
Loma ez jî li vir tenê bi çend hevokan qala mijara çîroka destbirakan dikim û beşeke wê ya kin bi we ra parva dikim.
Mijara çîrokê li gundekî Kurdistanê derbas dibe.
Du kesên ku li wî gundî tên dinê û zarokatîya wan bi hev ra derbas dibe, di dema xortanîya xwe da biryara destbiraktîyê didin.
Hevaltîya xwe ya ji dil, bi destbiraktîyê va dixemilînin û heta dawîya jîyana xwe wek kesên ji malbatek di gund da dijîn.
Piştî biryardayîna destbiraktîyê, herdu bi evîndarên xwe ra dizewicin.
Dibin mêrê jinan û bavê zarokan.
Wek pişatîyeke balkêş e, nixurîyên wan di heman rojê da û wek zarokên lawîn tên dinê.
Ew jî wek pismam û hevalên hev, bi hev ra mezin dibin.
Kîngê destbirak bi nixuriyên xwe ra werin ba hev, berê pesnê jêhatîbûn û bihêzbûna wan didin.
Piştra wan radikin ser pîyan û dibêjin, „de hela gulaşê bigrin, ku em bibînin hûn kîjan bihêz û quwet in…“
Lê hercarê û herdaîm yek têk diçe, yê din jî hercarê pişta rikeberê xwe dide erdê û bi ser dikeve.
Yê serkeftî, hercarê bêdeng dimîne û serkeftîya xwe bi rûken nîşan dide.
Yê têkçûyî jî, tu car têkçûyîna xwe qebûl nake û ji bo hercarê bahaneyek cuda nîşan dide.
Demsal payîz, herdu destpirak jî dîsa bi nixurîyên xwe ra li ser bêderan e.
Di hênikayîya danê esrê da, herdu destbirak radwestin û gazî nixurîyên xwe dikin.
Li ser bêderê wan tînin pêşberî hev û careke din bi wan gulaşê didin girtin.
Yê têkçûyî, di nav bêderê da jî pişta wî li erdê dikeve û têk diçe.
Lê dîsa jî têkçûyina xwe qebûl nake.
Hêdîka ji erdê radibe, li ser pîyan xwe pîj dike û dibêje, „ez vê carê jî qebûl nakim…“
Bavê wî, weke hercarê dîsa diqahire û bi hêrs ji lawê xwe ra dibêje:
- Kûrê min, tu dîsa têkçûyî, îjar çi bû…
Law:
- Bavo, sapên dirêj li çîpa min pêçîyan, loma ez li ser piştê ketim…
Bav:
- Rast e, kurê min sap dirêjin, lê bahaneyên te jî tu car kêm nabin.
- Bavo, çima tu dirêjîya sap nabînî?
- Kurê min, ez dibînim, lê mesele dirêjîya sap nîne. Tu salek berê jî li oda me li ser piştê dirêjbûyî û te li arikên odê mêze kir…
- Bavo, ode teng bû.
- Kurê min, sê meh berê jî li ber devê ava mêrga me ya şorik pişta te li erdê ket…
- Bavo, tu jî baş dizanî, ku şorik avî bû, loma lingê min şiqitî.
- Kurê min, mehek berê jî di nav zevîya me ya Kanîspîyê da pişta te li erdê sar, rûyê te jî li ezmanên çiksayî bû…
- Ê bavo, di nav zevîyê da kevir hebûn, lingê min li keviran ket…
Bi van bahaneyên law ra, êdî sebra bav direve, bi hêrs û qêrîn ji lawê xwe ra dibêje:
- Kerê ji kurê kerê, bi van bahaneyên xwe yên pûç û vala êdî min nehetikîne… Rast e, ode teng bû, şorik avî bû, di nav zevîyê da kevir hebûn, sapên genim jî hê dirêj in. Lêbelê ev hemû tişt tenê ji te ra bûn asteng. Êdî bes e, dest ji van bahaneyên xwe berde, beredayîyê neke û têkçûyîna xwe qebûl bike…
Bi gotinên bav ra lawik serê xwe di ber xwe da xar dike û bi kelogirî ji bavê xwe ra dibêje:
- Jixwe te jî qet ji min hez nekir…
Bav li destbirakê xwe vedigere û li çavê wî dinihêre.
Herdu destbirak lahzek bêdeng li hev dinihêrin û dûra dikin tîqetîq û bi hev ra dikenin.
Ew dikenin, lawikê têkçûyî jî pişta xwe dide wan û bi lez û bez ji wan dûr dikeve…
Niha pirsa min ev e:
Gelo hûn jî di jîyana xwe qet têk cûn?
Ji bo têkçûyînên xwe, we çi bahane ji xwe ra didît?
10.06.2023