Navê wî Cimşîd bû.
Lêbelê hemû hemsalên wî li rû jê ra Cimo, li pişt jî Cimoyê durû digotin.
Cimo mirovekî li ser xwe, kesekî zarxweş û rûken bû.
Simêlê wî yê palik, porê wî yê gur û boyaxkirî ji dûr va dibriqî.
Rû û rûçikên Cimo qasî ku bala jinên gund dikişand ewqas jî mêrên gund diqahirand.
Bûyerek li Cimo biqewimîyaba ya jî bibihîsta, gelek tişt jî jiber xwe dida ser û lê zêde dikir.
Hele ku çend kes li dora xwe bidîta, mîna çîrokvaneke berhemdar ew bûyer bi gotinên xwe yên lê zêdekirî dixemiland û vedigot.
Kesên derdora wî, jê bawer nekiribana jî, guh didan Cimo û bi kelecan lê guhdarî dikirin.
Çawa ku dibêjin; „mêrê du jinan durû ne!…“
Cimo jî mêrê du jinan û durû bû…
Bi kê ra hevaltî ya jî rêwîtî bikira, pesnê wî dida û jê ra digot, „ne li vî gundî, di dinyayê da jî ez rastî kesekî ku av li destê te bike, nehatime û ji îro şûnda jî nayêm. Tu mêrxasê mêranî…“
Rojekî din bi kesekî din ra rêwitî ya jî hevaltî bikira, îjar heman tişt ji wî ra digot û pesnê wî dida.
Cimo mirovekî nîvbajarî û nîvgundî bu.
Jina wî ya yekemîn li gund, ya duyemîn jî li bajêr dijîya.
Loma lingekî Cimo li gund yê din jî li bajêr bû.
Di nav gund û bajêr da diçû û dihat.
Herdu jinên wî jî bedew bûn…
Ji jina wî ya li gund çend zarokên wî hebûn.
Hemû kar û barê malbatî û mezinkirina zarokan, li ser pişta wê bû.
Gava ku Cimo li gund ba jî, tu car kar nedikir.
Di nav gund digerîya…
Li ber derîyek ya jî li ser xanîyek kesek bidîta, berê xwe dida wir…
Bi xewn ya jî xeyaleke xwe va dest pê dikir, axaftina xwe bi ken û henekên bêdawî dixemiland û dema xwe derbas dikir.
Jina wî ya bedew û jêhatî jî kîngê Cimo bihata gund dixeriqî, ku jinên gund ji bo wê digotin, „bi cinan ketîye û cinên wê jî di dilqê Cimo da ne. Loma kîngê Cimo were gund, ew mîna ku cinên xwe bibîne, ditirse û dixeriqe…“
Zarokên Cimo jî bi ser û guhên xwe, bi xwarin û vexwarina xwe ji zarokên gund cudatir bûn.
Lê ew her gav xemgîn û stuxwar bûn.
Merîya digot qey ken ji wan xeyîdine, ji ser dev û lêvên wan revîyane û çûneli ser dev û lêvên bavê wan bi cîh bûne.
Tu tişteke wan nedişibîya bavê wan…
Cimo bi hemû kesên gund ra, ha jin û mêr ha kal û pîr, radibû û rûdinişt.
Zarokên wî bi hemsalên xwe ra jî hevaltî nedikirin û bi kesî ra jî nedaxifîn.
Pîrejinên gund heyfa xwe bi wan dianîn û digotin, „Cimo bi Qurbana wan zarokan be. Ji wan ra tu car bavtî nekir. Hemû yekalî mezin bûn û ji hezkirina bav bêpar man…“
Di her çûyîn û hatina Cimo da jî şîn diket nav mala wî.
Kîngê biçûya, zarên wî sedem çûyîna wî digirîyan û şîn dikirin.
Kîngê bihata, jina wî dixeriqî, wê carê jî zarok sedem nexweşîya dîya xwe digiriyan û şîn dikirin.
Di wan demên ku lingekî Cimo li gund û lingekî wî jî li bajêr, çavê tu gundîyek bi fekîyan nediket.
Di salê carê çerçîyek bihata û di mal da jî gilokek rîs ya jî elbek genim heba, ew didan û beramberî wan êdî çerçî çi anîba, dikirîn û jê tam dikirin.
Lê rêwşa mala Cimo û ne wusa bû.
Di mehên havînê da li ser sergoyê wan qafikê zebeşan û kokên gûşîyên tirîyan…
Di mehên zivistanê da jî qafikên porteqalan kêm nedibû.
Kesên ku di ber sergoyê wan ra derbas dibûn, av ji devê wan diçû.
Jin ba digot, „xwezila ez jina Cimo…”
Zarok ba digot; “xwezila ez law ya jî qîza Cimo bûma…”
Ji xwe mêrên gund, hergav û herdem kirrê xwe bi rewşa Cimo dianîn û digotin, “heyran ne pore wî diweşe, ne jî rû rûçikên wî diqurçimin… Ser da jî Cimoyê ku me di dema zarokatî û xortanîya xwe da qilfê xwe pê dikir, niha xwedî du mal û mêrê du jinan e. Em kal bûn, li serê me tayek sipî jî nema, lê pore wî mîna daristana aşê xirabe gur û mîna qetranê jî reş e û dibiriqe… De were nebêje, xwezila ez jî mîna Cimo malxoyê du malan û mêrê du jinan ba ma…Bila lingekî min li Şamê yek jî li Helebê ba jî xem nedikir…”
Lê Cimo ji hal û malên xwe…
Ji du jin û jîyana xwe ya durû çiqas şad û bextewar bû?
Ne Cimo ne jî ew kesên ku xwezîya xwe bi jîyana wî dianîn, dizanîbûn…
25.06.2023
ikramoguz@navkurd.net