Serok û rêvebirên hemû welatan îro Cejna Qurbanê pîroz dikin…
Ji hemwelatî û seranserê dinê ra aşitî û aramîyê dixwazin.
Bi taybetî serok û rêvebirên welatên misilman…
Ew welatên ku tê da aşîtî û aramî nayê dîtin…
Ew welatên ku tê da şer kêm nabe…
Ew welatên ku her roj xwîna însanan ji xwîna boraqên ku di vê cejnê da tên serjêkirin, zêdetir direje…
Mixabin ji wan welatan yek jî Kurdistan e…
Herçiqas dewleta me tunebe jî, serok û rêvebirên me ji serokên miletên xwedî dewlet zêdetir û bihêztir in…
Serokên herêman…
Serokên kantonan
Serokên partîyan…
Serokên komelan…
Serokên eşîran…
Serokên şivan û gavanan…
Serokên ker û kûçikan û yên din…
Ew di hemû rojên salê da ji hev ra gurên har…
Di roja cejnê da jî bi hev ra dibin dost û yar…
Ew serokên ku di 365 rojên salê da hevdu, di roja cejnê da jî ajalan dikujin…
Îro bi xwîna boraqan cejnê pîroz dikin û daxwaza yekitî, aşitî û aramîyê dikin….
Ew yekitî, aşitî û aramîya ku bixwe rê li ber girtine û jê ra bûne asteng…
Ez cejnên ku xwe tê da nebînim û nejîm pîroz nakim…
Ji xwe û ji kesên derdora xwe ra jî tu tiştekî naxwazim…
Lêbelê ger ku kes û kesayeteke ku daxwazên merîya tîne cîh hebe, ez jî îro cara yekem jê dixwazim, ku bila ew serok û merokên ku rê li ber azadîya gelê kurd girtine, wan di şûna ga û gamêşan da bike boraq û me ji wan xilas bike…
28.06.2023