Her civak bi parvekirina şîn û şahîyên xwe va dibe milet.
Bi hevparîya civakî va xem kêm…
Xeyal jî dixemilin û ji nû va jîndar dibin.
Di warê parvekirina şînê da civaka ku av li destê kurdan bike nîne.
Jiber ku civaka kurd, civakeke dilgerm e.
Bi êş û jana ji bêxwedîtîyê hatîye terbîye kirin.
Bêxwedîtî birîneke çawa ye…
Êş û jana wê merîya çiqas diêşîne, bi hûrgulî jîyaye û dizane…
Zakgoneke xwezayî ye…
Her zarok bi girîyan çavê xwe li dinê vedike…
Di paşila dayîka xwe da aş dibe.
Bi rûkenîya dê û bavên xwe va bi dilşahî dikene…
Digrî…
Diaxife…
Peyva ku yekemcar bibêje, ya dê ya jî bav e.
Ji dê û bavê xwe hezkirinê nas dike…
Tê hezkirin û hez dike…
Bi ken û henekên bê dawî.
Bi demê ra bi çaplûkan dikeve.
Dûra hewl dide xwe û radibe ser pîyan.
Ditewişe…
Dikeve ser alîyek xwe va.
Berxwe dide û careke din dicêribîne…
Gvavêtina xwe ya di nav jîyanê da.
Civakê nas dike…
Ji aramî û astengîyên wê hayîdar dibe.
Bi hemsalên xwe ra radibe û rûdinê…
Bi hevaltî û dostanîya wan va kêfxweş…
Ji rexneyên wan dilsar û xemgîn dibe.
Bi hezkirina wan a ji dil xwe bextewar dihesibîne.
Lê ew zarokek kurd be…
Griyên ewil nayên birîn û di her gav û saetê da didomin.
Carinan bideng carînan jî bi bêdengîya ji kurahîya dil da.
Bêdengîya wan parçeyek ji qedera wan e…
Jiber ku ziman qedexe, peyv veşartî ye.
Bi gava yekemîn ra ziman…
Bi ya duyemîn ra nav û nasname tê guhartin.
Dûra ken û henek direvin…
Bi bayê bezê ra dûrdikevin û wenda dibin.
Girîyên bêdeng dest pê dikin…
Hêsir diherikin, bi xewn û xeyalên têkçûyî ra.
Loma kurd ji şînê ra her gav amade û hevpar…
Ji şahîyan dûr, ji şabûnê jî bêpar in.
Şahîya ku pê dilşad û serbilind bibin…
Cîh nagre di dîroka wan a têkçûyî da…
Ew dîroka ku bi xwînê hatîye nivîsandin û bi hêsirên çavan hatîye şuştin…
31.05.2023