Navê lîstikeka ku ji dema zarokatîya min e.
Ji vir 50 sal berê û li gundan pêlîstokên zarokan ji kevir û daran pêk dihatin.
Zarokên gund ya bi wan kevir û daran, ya jî bi hev ra dileyîstin.
Ji bo lîstika çavçirtonekê, çend zarokên hemsalên hev, li hev kom dibûn û li gomeke vala digeriyan.
Dû ra dor bi dor yekî çavê xwe girê dida, yên din jî xwe di nav gomê da vedişartin.
Yê çavgirtî herdu destê xwe ji mil va li ber xwe vedikir û di nav goma vala da li hevalên xwe yên veşartî digerîya.
Kîngê yekî bigirta, pîneyê li ber çavê xwe vedikir û bi wê çavê hevalê xwe yê ku girtîye, girê dida û lîstik didomîya.
Di lîstika çavcirtinekê da zarokên ku xwe vedişartin, li pişt stûnek ya jî li paş tejgereya rêxê bang li yê çavgirtî dikirin.
Yê çavgirtî xwe li deng digirt û dimeşîya.
Li aliyek biçûya li tejgereyê, li alîyê din bîçûya li stûnê diqelîbî.
Li tejgereyê biqelibîyaba, devarû diket erdê û di nav pişqulê pez da digevizî.
Li stûnek biqelibîuyaba ser û guhê wî diwerimî…
Bi bûyerê ra yên çavvekirî dikirin tîqetîq û dikenîyan…
Yê çavgirtî jî digirîya, çavê xwe vedikir, ji gomê derdiket û direvîya…
Dem û demsal derbas bûn.
Bi demê ra, berê radyo û televîzyon derketin.
Bi destpêka hezarsale va jî internet û telefonê baqil…
Li gundên serê çîyan jî lîstik hatin guhartin û ew lîstikên berê êdî neman.
Îro di destê herkesî da telefonek baqil û tê da lîstikên cûrbecûr…
Ne kes bi kevir û daran, ne jî bi hev ra dilîze.
Lêbelê di rewşeke wusa da Tirk bi Kurdan ra hê çavçirtionekê dilizîn.
Lê ne hergav…
Pênc sala da tenê carek.
Kîngê dema hilbijartina serok û merokên wan were, berê di nevbera xwe da du komên nijadperest ava dikin.
Dû ra bang li Kurdan dikin û bi wan ra çavçirtonekê dilîzin.
Herçiqas şert û mercên lîstikê were zanîn jî, Tirk her carê gor dilê xwe hinek şertên nû lê zêde dikin û dest bi lîstikê dikin.
Hergav ew bi pîneyên reş berê çavê Kurdan gire didin, dû ra jî xwe vedişêrin û ji dûr va bang li Kurdan dikin…
Kurd jî bi çavgirtî xwe li dengê wan digrin û li dora xwe digerin.
Yek bang dike û dibêje; „xwe li dengê min bigrin, bi selewatan gavên xwe bajêjin…“
Yê din jî dibêje; „na na, dem dema selewatan nîne, bi sirûda Îzmirê gavên xwe bavêjin û bi lez werin…“
Selewat û sirûd…
Qêrîn û nalîn tevlihev dibin…
Lîstik diqede…
Her carê Tirk bi ken û henekên serkeftî li dewleta xwe vedigerin.
Kurd jî bi ser û guhên xwe yên werimî û bi kelogirî ji bêçaretîya xwe ra dinalin…
23.05.2023