Ev dar, dara sêvê ye û li ser rêya meşa min rojane ye.
Her roj di ber wê ra derbas dibim.
Heta du sal berê dareke li ser xwe û serbilind bû.
Di demsala biharê da kulîlk vedida û weke bûka serbixêlî, dixemilî.
Bi destpêka demasala havînê ra, kulîlkên wê weke morîyên kesk li hev zêde û roj bi roj mezin dibûn.
Di meha tebaxê da hêdî hêdî zer dibûn û digihîştîn…
Kîngê di ber vê darê ra derbasbama, min sêvek jê diqetand û di rê da dixwar.
Ew sêv bi tahma xwe ya tirş va ez dibirim dema zarokatîya min.
Çîyayê Şahwelat û ew sêvtirşikên ku me bi lez û bez ji ser darên wê diqetand û dixwer, di ber çavên min ra derbas dibûn.
Du sal berê, di demsala payîzê da ba û bahozeke dijwar rabû…
Bi hêza xwe ev dar ji navê da şikand û serê wê di ber da xwar kir…
Çiqileke wê bi stuxwarîya xwe berxwe da û ji koka xwe neqetîya.
Bi serê xwe yê li ser erdê û tenê bi tayek va bi koka xwe ra girêdayî…
Ew çiqilê stûxwar par kulîlk veneda û di cîhê xwe da rût û tazî ma.
Wek koka bêxwedî û çiqilê stûxwar…
Ne ti kesî kok ji binî va qetand û bilind kir, ne jî serê çiqilê stûxwar rast kir.
Salek di cîhê xwe da bêxwedî û stûxwar ma.
Çiqil bi tayê ku ew bi koka wî va girêdayî hîştibû, berxwe da û ji koka xwe neqetîya.
Îsal ji nû va jîndar bû, kûlîlk veda.
Stûxwarîya çiqilê ku îsal bi kulîlkên rengîn va hatîye xemilandin, bala hemû ew kesên ku di ber ra derbas dibin, dikişîne.
Dema ku nêzikî darê dibin, ew jî wek min di cîhê xwe da lahzek disekinin, li koka reş û li çiqilê wê yê stûxwar û rengîn temaşe dikin.
Di derbarê rewşa darê da çi difikirin, ez nizanim.
Lêbelê dema ku ez di ber ra derbas dibim, kûr û dûr difikirim û heta ku vegerim malê, di nav xewn û xeyalên xwe yên bêdawî da wenda dibim û dimeşim…
Peyv û gotinên ku bi xewn û xeylên min ra têkildar jî di hişê min da li hev zêde û girê dibin û bi hev ra direqisin…
Kurd û Kurdistan…
Pişaftin û ziman…
Azadî û jîyan…
Serxwebûn û berxwedan…
Tekoşîn…
Heps û zîndan…
Têkçûyîn…
Rev û rêwîtîya salan…
Îro jî min meşa xwe ya rojane kir û di ber koka reş a li ser xwe û çigilê wê yê stûwar û rengîn va derbas bûm.
Jîndarî û rengînîya wê ya ku hêvîya merîya bêdawî, bîr û bawerîya merîya jî xurt dike, îro di bin şewqa royê da dibiriqî, bêtir bala min kişand.
Ez careke din li ber dara xwe sekinim û min ev wêneyê wê kişand û bi vê nivîsê ra diweşînim. Dibe ku bila bala we jî bikîşîne…
Civak jî zindî ne.
Lêbelê civakên mîna civaka me bindest jî mîna vê darê şikestî û stûxwar in.
Çawa ku hûn jî dibînin, koka vê darê bihêz…
Çiqilê wê jî ji koka xwe hayîdar û bi tayek pê va girêdayî ye…
Loma ne kok ji binî va diqede…
Ne jî çiqilê wê zuha dibe.
Civakên ku bi ziman û dîroka xwe xurt û dewlemend jî wusa ne.
Di tekoşîna azadîya da bi caran têkbiçin û birîndar bibin jî, bi bîr û bawerîyeke xurt…
Bi hêvî û berxwedaneke mayînde ji nû va radibin ser piyan û di encamê da rizgar dibin.
Bes ku bi peşgotinekê pêşîyan ya jî bi straneke dengbêjan va bi ziman û dîrok xwe va girêdayî bin…
25.04.2023