Gotineke pêşîyan e.
Dibêjin:
Devê hirçe negihîştîye sêve…
Hirç qahirîye û gotîye:
Sêv çiqas tirş e…!
Siyaseta kurdên bakur jî weke pirsgirêka hirç û sêvê ye.
Siyasetvanên kurdên bakur naven mezin û giran li xwe dikin…
Armancên rast û pîroz didin ber xwe…
Bi gotinên xweş û bi hevokên xemilandî diaxifin…
Xwe mirovhiz û aştîxwaz…
Demokrat û niştimanperwer nîşan didin.
Lêbelê kesên ku wek wan nefikire û bi wan ra tevnegere, jixwe û ji kurdayetîyê dûr dibînin, bi rexneyên bêpîvan û gunehên bêbingeh tawanbar dikin.
Jiber ku di her xalê jîyanê da xwe têr û tijî…
Mezin û serkeftî dibînin.
Ger ku kemasîyek wan bibînî û bidî rûyê wan…
Bi hezar bahaneyên pûç û vala kêmasîya xwe pîne dikin û gotina te di devê ta da dihêlin.
Kar û barên xwe yên veşartî mezin û giran tarîf dikin.
Lêbelê ji bo kar û hilgirtina bar ji cîhê xwe nalivin.
Di pênc salan da care serê xwe ji erdê bilind dikin û li rê ya Engerê temaşe dikin.
Ji bo ku kursîyek bi dest bixînin, di kûçe û kolanan da li sîmsaran digerin.
Bes ku bilêtek bibînin, bi rêwîtîya li ser pişta hespê jî, ya li ser pişta kerê jî, razî dibin.
Li Tirkîyê piştî pênc salan careke din dîsa pêvajoya hilbijartinê dest pê kir.
Roja 14ê Gulanê bi serokkomar ra endamên parlamentoyê jî tên hilbijartin.
Hemû serok û rêvebirên partîyên kurd, ew partîyên ku bi navên pîroz hatine damezrandin, berê xwe dane Enqereya xopan û li benda mizgînîyê sekinîne.
Hinekan ji xwe ra kincên ku tirk jê ra dibêjin „lacî“ dane dirûtinê…
Hinekan jî, ger ku di qederê da hebe û di encama hilbijartinê da jî biqewime, sonda ku li parlamentoya tirkîyê bixwînin, ji îro da ezber kirine.
Jibo ku bigihîjin mirazên xwe, berê xwe dane qada sîyasetê…
Qanal qanal digerin û bi çoş û kelecan diaxifin.
Di derbarê demokrasîya dagirkeran da waz didin.
Di wazên xwe da ne qala armancên xwe yên pîroz dikin, ne jî navên xwe yên mezin û giran derdixin pêş…
Qala wekhevîya bêbingeh dikin û di derbarê rêwîtîya Eneqereyê da diaxifin…
Ew rêwîtîya ku xewn û xeyalên wan ên veşartî xemilandîye…
Qala girîngîya cîhgirtina di parlamentoyê da dikin…
Ew parlamentoya ku tê da ziman û nasnameya wan hatîye qedexekirin…
Bi bîr û bawerîyên xwe ha oldar, ha sosyalîst û demokrat bin, ferq nakin.
Ji bo kursîyek ji kursîyên li parlamentoya dagirkerên xwe bidest bixînin, hemû nav û nûçikên xwe yên piçûk û mezin didin alîkî…
Armancên xwe yên pîroz binpê dikin…
Gotin û axaftinên xwe yên ji bo azadî û serxwebûna welatê xwe yên bindest gotine, dadiqultînin.
Çendd roj berê serok û rêvebirên kurdên oldar, di nav refên dagirkerên xwe da cîhê xwe girtin û gihîştin mirazên xwe…
Yên sosyalîst û demokrat jî hê bi çoş û kelecan li benda qasidê ku mizginîyê ji wan ra bîne, sekinîne.
Ger ku ji alî çîya û zozanên bilind va ba û bahozek ranebe û qasid mizgînîya xêrê bîne, ew jî dê bigihîjin mirazên xwe û bi pesnê sêva kitkirî rêwîtîya xwe bidomînin…
Dibe ku ji we hinek bibêjin, lê ji nişka va ba û bahozek rabe…
Qasid jî di nav fizildûmanê da bimîne û derengî bikeve wê çawa be?
Xem nekin, wê gavê jî dê ew xewnên xwe yên li ser rêwîtîya xwe ya Enqerê dibînin, pênc sal şûnda bavêjin.
Heta wê demê jî bi tirş û tahlîya sêvê, mirûdên xwe yên ku hê li dora wan mane, bixapînin û bi rê va bibin…
28.03.2023