Bawerî ew e, ku mirov ji çî û ji kê bawer bike, di jîyana xwe ya rojane da gor rê û rêbazên wê bawerîye tevdigere û dijî.
Misilman jî bawerîya xwe bi ola Îslamê tînin, ku şertên Îslamê pênc, yê ji bo bawerîya wê jî şeş in.
Ji pênc şertên Îslamê, gor nêrîna ya herî bingehîn bêjeya şehadetê ye, ku ew jî bawerîya bi yekbûna Xwedê û resûlê wî Mihemed ra ye.
Çar şertên din jî bi erebî sewm û selat, hec û zikat in.
Sewm û selat, bi kurdîya wan, nimêj û rocî li ba dewlemendan, hec û zekat jî li feqîran ferz nîne.
Jiber ku misilmanên dewlemend di rojê da pênc caran nimêj nakîn û di salê da mehekê jî rocîyê nagrin û xwe nawestînin.
Feqîr jî ji bo çûyîna hec û dayîna zekatê, di berika xwe da pûl û peran nabînin.
Dimîne yek, ku ew jî bêjeya şehadetê ye.
Kesên misilman, ha dewlemen ha feqîr, hemû vî şertî tînin cîh, ku bicîhanîna wê jî hêsan û bê zerar e.
Şeş şertên bawerîyê jî dîsa tiştên hestîyarîne , ku ew jî, bawerîya bi Xwedê û ferişteyên wî, bi pirtûk û pêxemberên wî, bi roja dawî û qederê ye.
Gor nêrîna min, armanca danîna van hemû şertan jî, ji bo ku mirov li vê dinê rast û durust bijîn û xirabî û neheqîyê li xwe û li xwezayê nekin e.
Jixwe di Quran û hedîseyan da jî tê gotin, misilman di salê da mehekê rocîyê bigrin ku birçîbûn tişteke çaway ye, bizanin, bi zekat û sedeqeyên xwe alîkarîya feqîran bikin…
Dîsa misilman di rojê da pênc caran nimêj û di her firsendê da bêjeya şehadetê dûbare bikin, ku hebûna Xwedê û rê û rêbazên wî hergav bibîr bînin.
Di rîya ku Xwedê daye ber wan da biçin…
Derew û dizîyê, xirabî û neheqîyê nekin…
Li tiştên ku Xwedê li wan heram û qedexe kirîye, dûr bisekinin…
Nuha werin em rewşa misilmanan mêze bikin û kirin û kiryarên wan bi hev ra binirxînin.
Gelo misilmanên ku di jîyana xwe da, derew û dizî…
Xirabî û neheqî nekiribin…
Ya jî tiştên ku li wan hatîye qedexekirin, dûr bisekinin, he ne?
Ez bixwe di wê bawerîyê da me, ku misilmanên wusa hebin jî hêjmara wan gelek kêm e.
Jiber ku misilman di jîyana xwe ya rojane da gor rê û rêbazên ola xwe tevnagerin û najîn.
Heta bi hebûna Xwedê jî bawerîya xwe naynin.
Kîngê Xwedê bikeve bîra wan, tenê ditirsin…
Ew tirs jî, ji îhtimala hebûna Xwedê ye.
Di kitêba ku misilman bawerîya xwe pê tînin da, bi zelalî tê gotin ku Xwedê hergav û li herdêrê hazir û nazir e. Kirin û kiryarên mirov dibîne û gotinên mirov jî dibihîze.
Ew jî tê wê wateyê ku mirov dizîyê jî, derewan jî bike, Xwedê dibîne û dibihîze, ku her misilman vê yekê ji herkesî baştir dizane.
Lêbelê ger ku jê were ji heval û cînarên xwe ra li ser lingekî hezar derewan lihevtîne û bi wan kêmasîyên xwe têr û tijî, şaşîyên xwe jî rast nîşan dide.
Dîsa ji dest were, di her xalê jîyanê da li kesên derdora xwe neheqîyê dike, heram dixwe, dû ra vedigere destkeftîyên xwe bi jêhatîbûn û baqilîya xwe va girê û nîşan dide.
Misilmanên ku bawerîya wan bi Xweda yê ku hergav û li herderê hazir û nazir e, hebe, dizî û derewî, xirabî û neheqîyên xwe yên ku ji qulan vedişêrin, nizanin ku ew nikarin dizî û çilpizîyên xwe ji Xwedê vebişêrin?
Bawer bikin, ku ew vê yekê mîna navê xwe baş dizanin…
Lêbelê dîsa jî ji derew û dizîyê dûr nasekinin.
Jiber ku bawerîya xwe bi hebûna Xwedê naynin.
Lêbelê ji îhtimala hebûna Xwedê ditirsin.
Loma feqîr nimêj û rocîyê, heta ku ji destê wan were eşkere dikin û digrin…
Dewlemend zikatê nedin jî, di xortanîya xwe da rû berdidin û bi caran diçin hecê û tên…
Jixwe bêjeya sehadetê jî hergav di devê feqîr û dewlemendan da ye û mîna benîştê nêrbend dicûn û di bin sextekarîya xwe da bawermendîya xwe nîşan didin.
Ku bi vê jî li vê dine qûlên Xwedê…
Di îhtimala rastîya tirsê da jî, Xwedê dixapînin…
***
Dîsa gotinek ji orta Quranê ye…
Tê gotin ku, “tişta ku ji xwe ra naxwazî ji cînarê xwe ra jî nexwaze…”
Cînarên me yên herî nêzîk Tirk û Ereb û Eceme in.
Hersê milet jî ji % 90 zêdetir misilman in.
Hersê milet jî şirîk û piştgirên dewletên xwe yên dagirker in.
Gelo li rû dine Tirk û Ereb û Ecemek misilman heye, tişta ku ji bo miletê xwe naxwaze, ji kurdan ra jî rewa nebîne.
Ew tenê tiştên ku ji xwe ra naxwazin, ji kurdên cînar û qaşo birayên xwe yên misilman ra rewa dibînin.
Wek mînak: Dewletê ji xwe ra, bindestîyê ji kurdan ra rewa dibînin.
Bi zimanê xwe diaxifin, perwerde dibin û dijîn, axaftina kurdî jî li kurdan qedexe dikin.
Ha ez vê yekê jî bibêjim, ku bila di dilê min da nemîne.
Di vî warî da misilmanên kurd jî ji yên tirk û ecem û ereb cudatir nînin.
Ew jî mîna cînar û birayên xwe yên olî tenê ji îhtimala hebûna Xwedê ditirsin, bi hinek îbadetên xwe yên ji ber wê tirsê, xwe û kesên derdora xwe dixapînin…
02.03.2023