Di hevoksazîya hemû zimanan da kirde û lêker hêmanên hêvokê yên herî bingehîn în û bi hev ra girêdayî ne.
Jiber ku di hevokê da lêker gor rewşa kirdeyê form digre û tê bi kar anîn.
Di hevokê da kirde bi çi formê cîh girtibe, lekêr jî bi wê formê cîh digre.
Lêker, di hevokê da kirin ya jî dîyarkirina kar û rewşê…
Kirde jî xwedîyê karê ku di hevokê da tê kirin ya jî rewşa ku lêker dîyar dike digre ser xwe, ye.
Hevoka ku tê da lêker cîh negre, nîvco û bê wate…
Hevoka ku bêyî kirde hatibe sazkirin jî, hevokeke bêxwedî ye.
Mînak:
Kurd ji bo biratîya gelan sîyasetê …
Ev hevokeke nîvco û bê wate ye.
Jiber ku lêker tê da cîh nagre.
… Ji bo biratîya omedê mala xwe dişewitînin.
Di vê hevokê da jî kirde nedîyar e.
Loma yên ku ji bo biratîya omedê mala xwe dişewitînin kî û kê ne, nayê zanîn.
Ziman ne tenê amûra pêwendîyê, di heman deme da berdevkê hiş e.
Dewlemendî û zelalîya ziman hiş dikemilîne…
Bi kamilbûna hiş jî jîyan watedar dibe û dixemile.
Jiber ku her mirov ji zarokatîya xwe va bi zimanê ku hê di zikê dayîka xwe da bihîstîye, mezin dibe, bi wî zimanî xwe û xwezayê nas û tarif dike.
Loma jê ra zimanê zikmakî ya jî zimanê dayîkê tê gotin, ku bi wî zimanî perwerde dibe û di civakê da cîh digre.
Ew ziman çiqas dewlemend û kêrhatî be, tespîtkirina pirsgirekên civakî ewqas berfireh û zelal, çareserkirina wan jî dîsa ewqas hêsan dibe.
Mixabin kurd di vî warî da jî bextreş in.
Civaka xwe jî, civaka ku tê da wek bindest dijîn jî baş nas nakin.
Loma di tespîtkirina pirsgirekên xwe da jî, di kar û xebatên ku ji bo çareserkirina wan da jî şasî û xeletîyan dikin.
Jiber ku ziman qels ya jî tevlihev e.
Kurd çiqas baqil û jêhatî…
Mêr û mêrxas…
Şoreşker û tekoşer bin…
Hiş û hişmendîya wan jî ewqas tevlihev û şêlû ye.
Hişê ku hîmê wî bi kurdî hatîye avêtin, hilweşîya ye û bi tirkî ya jî bi zimanekî din dipirpite.
Loma di axaftin û nivîsandina kurdan da jî pirîcaran kirde wenda ya jî weşartî, lêker jî şaş ya jî bi kirdeyê ra bêaheng cîh digre.
Nîyet û gotin, kirin û kiryar hevdu nagre û ji hev diqete.
Di sîyaseta kurd da jî ev pirsgirek hergav derdikeve pêş û rê li ber kurdan digre.
Kirde ya sîyaseta kurd nedîyar…
Kirin û kiryar jî şaş e.
Loma kurd çep jî rast jî lê bixin, nikarin li ser lingên xwe bisekinin.
Di her hewldanên xwe da çend gavên tewşomewşo biavêjin jî, ditewişin, dikevin û têk diçin.
Di vî warî da jî mînak zêde ne.
Lêbelê ne pêwîst e, ku mirov qala hemûyan bike û li ber çavan rabixîne.
Mînaka ku bi caran hatîye dubarekirin û êdî bûye trajedi ev e.
Li bakûr, ev sed sal e, dagirker dewlet e…
Ew dewlet jî bi nav û nûçika xwe ya zelal dewleta tirk e.
Lêbelê kurd ev kirde ya zelal û li ber çav nabînin.
Hercarê li cînavek digerin û gor dîtîna xwe kirin û kiryarên xwe kifş dikin.
Gor rewş û demê forma cînav duguhure…
Lêbelê ew ji xwe mirinê hişyar nabin.
Di destpêkê da Kemalê kor û Îsmetê kerr…
Bayar û Menderes e.
Demirel û Ecevit…
Evren û Ozal e.
Mesud û Çiler…
Erbakan û Erdogan e.
Bi derbasbûna demê ra yek tê, yek diçe.
Bi çûyîn û hatina hercarê ra kurd dixape…
Dewlet jî bi qîr û qirêjîya xwe ya ku kurd nabînin, kirin û kiryarên xwe didomîne…
10.03.2023