Kurd daxwazkarê demokrasîyê ne.
Jibo ku ev daxwaza wan were cîh, bi dil û can kar û xebatê dikin.
Komel û partîyên nav-demokrat dadimezrînin.
Derdikevin kûçe û kolanên bajaran û çalakîyên girseyî li dar dixin.
Rê li ber wan were girtin, xwe şûnda nakişînin û li rêyeke din digerin.
Berê xwe didin çîya û zozanên sar û bilind.
Çek û rextên xwe girê didin û di nav gelîyên kûr û şikeftên bêserî û bêbinî da li demokrasîyê digerin…
Di dest da çek û rext…
Bi mêranî û mêrxasî şer dikin…
Dikujin, tên kuştin.
Lêbelê ew demokrasîya ku di rêya wê da kurd xwe feda dikin, ne ji bo xwe, ji bo gelên cînar û dewletên dagirker dixwazin.
Bakûrî ji bo Tirkîyê…
Başûrî ji bo Iraqê…
Rojhilatî ji bo Îranê…
Rojavayî jî ji bo Surîyê şerê demokrasîyê dikin.
Ji bo xwe naxwazin…
Jiber ku ji bo bicîhkirina demokrasîyê welateke azad…
Li ser axa welatê azad jî dewleteke netew pêwîst e.
Lêbelê axa ku kurd jê ra dibêje welat, di bin lingên dagirkeran da…
Gund û bajarên li ser wê axê vala, xanî û avahî jî hilweşîyayî ne.
Azadîxwaz û serxwebûnxwaz revîyane û bûne koçber.
Ji yên mayîn hinekan xwe bi aşîret û tarîqatan va…
Hinekan jî xwe bi sîyaset û partîyên gelparêz û olparêz va girê dane.
Mirûd bi şêxên xwe ra…
Alîgir bi serokên xwe ra serbilind û dil şa ne.
Hîm lerizî ye.
Neteweperwerî li mezadê…
Ziman di nav kilam û stranan da ma ye.
Li ser axa dagirkirî û vala ne dewletek…
Ne jî li ser hîme lerzok sîwaneke hevpar ava dibe.
Jibo avakirina dewletê, milet…
Jibo miletbûnê jî li ser hîmeke têkûz ziman û hiş û hişmendîyeke hevpar pêwîst e.
Bar giran û li erdê…
Kurd di jî bin giranîya bar da ma ye.
Dipirpite…
Digrî û diqêre…
Ling di çokê da şikyayî…
Mil di enîşkê da ji cîh derketî û birîndar…
Hawar û gazî ya ku bi qewlê biratîyê dike, şûnda lê vedigere.
Birayên gelperestkor û ker, olperest jî lal çavgirtî ne.
Di kitêbên wan ên pîroz da…
Aşitî û biratî…
Demokrasî û wekhevî cîh nagre.
Tirk bi kitêba xwe ya sor…
Ecem mishefa xwe ya kesk…
Ereb bi quran a xwe ya pîroz serbilind…
Ji hale xwe û ji tewn û tevgera dewleta xwe razî ne.
Ger ku pewîstîya wan bi demokrasîyê hebe jî, lê venagerin û naxwazin, bes ku kurd jê sûd negre û feydeyek nebîne.
Kurd di hercarê da rastî vê bêbextîyê dibîne.
Lêbelê carê dest bi lo lo kirîye, heta ku bi lê lê va girê ne de, gotina xwe naqedîne.
Mirov nizane ku bibêje, kurd hatîye xapandin…
Ya jî nikare ku bibêje, xwe dixapîne.
26.02.2023