Jibo çareserkirina pirsgirêkên civakî gotin û daxwaz girîng in, lêbelê bi tena serê xwe pere nakin.
Ev çend sal e, kurd bi destpêka salê ra, di sir û seqema meha Çile da dest bi kampanyayên ji bo dersa kurdî ya bijarte dikin.
Ji kûçe û kolanan deng û awazên siyasetvanan, bangewazîyên ronakbîr û rewşenbîran bilind dibin…
Kovar û rojnamey bi daxûyanîyê nivîskar û hunermendan va dixemilin…
Çalakîyên komel û partîyan li hev zêde dibin…
Bi van kirin û kiryaran bîr û bawerîyên xurufîne ji nû va jîndar û xurt bibin jî, di encame da guhartinek çê nabe…
Hêjmara daxwazkarên dersa kurdî ya bijar te sal bi sal kêm dibe.
Bi destpêka Sibatê ra kampanya diqede, deng û awaz tên birîn, dawî li daxûyanî û çalakîyan tê.
Ziman jî, daxwaza ji bo mafê perwerdeyîya ziman jî tê ji bîr kirin, heta destpêka saleke din…
Îsal jî kampanya qedîya.
Ji bo hilbijartina dersa kurdî ya bijarte, daxwaz li 40 milyon kurdên ku li ser axa xwe û li metropolên Trikîyê dijîn, hate kirin.
Ciwan Haco negotiba, “me lêlê got, ma lolo…”
Di çarçoveya vê kampanyayê da Ciwan Haco jî çend roj berê li ser ekranên Rûdawê bang li kurdên bakûrî dikir û wuha digot:
- Belê ez jî weke kurdekî vê dibêjim, bila hebe yanî çi firset ji bo zimanê Kurdî were dayîn, gerek yek bike. Gelek caran em dibêjin ziman her tişt e, bi rastî jî ziman her tişt e her tişt. Yanî nasname ye, welat e, cografya ye, cil û berg in, muzîk e, evîn e. Her miletek bi zimanê xwe tê nasîn. Ziman hebe milet dimînin, ziman nebe milet namînin. Giringiya wê pir e. Lê weke ku min got, firseteke gerek Kurd vê dersê hilbijêrin, gerek bav û dê zarokên xwe teşwîq bikin, ji bo ku ew herin dersên Kurdî…
Wek gotina Ciwan Haco, ziman her tişt e û her miletek bi zimanê xwe tê nasîn.
Jiber ku ji du şert û mercên milêtbûnê yên herî bingehîn, yek ax ya din jî ziman e.
Çand û huner…
Hevparîya hiş û hişmendî ya dîrokî û yên din bi yekitîya axê û ziman va girêdayî ne.
Her milet bi jîyana xwe ya li ser ax û têkilîya bi zimanê bav û kalên xwe va çand û hûnera xwe ava dike û bi hiş û hişmendîyeke hevpar dikemile.
Hevparîya ol û bazarê jî gor şert û mercên serdestîyê û binedestîyê tên guhartin.
Ger ku ax bindest be, bazara li ser wê axê jî tar û mar dibe û dikeve bin bandora dagirkeran.
Ol’a serdest û bindestan yek be, ol jî ji alî serdestan va wek amûrek dagirkerîyê tê bi kar anîn û ji taybetmendîya xwe dûr dikeve…
Loma mirov dikare bi hêsanî bibêje, gelê ku ji ax û zimanê xwe dûr bikeve, roj bi roj ji çand û hunera xwe jî dûr dikeve û tu car nabe milet…
Herwiha miletê ku axa wî ji dest, zimanê wî jî ji dev hatibe girtin, bi demê ra dipişife û tu car nikare bibe xwedî dewlet…
Kurd jî heta roja îro ne bûn milet, ne jî îro dikarin bibin xwedî dewlet.
Ger ku dixwazin ji bînî va neqelin, ji bo dersa bijarte be jî divê ji fêrbûna zimanê xwe derbas nebin û xwedî daxwaz bin.
Lê belê berî her tiştî, divê kurd di mala xwe da û bi zarokên xwe ra bi zimanê xwe yê şirîn, bi Kurdî biaxivin, ne bi Tirkî!
Mixabin kurdê ku bi zimanê xwe nejî, ji bo zarokên xwe jî daxwaza dersa bijarte nake.
Loma hejmara daxwazê her sal kêm dibe û zêde nabe.
Gor salên borî îsal kampanyayeke berfireh û rengîn hate lidarxistin û di demeke kin da em dê bibînin, ka encama wê çawa be!
30.01.2023