Bi navê xwe yê orjînal “Kürtler ve Güller I-II” pirtûka Mücahid Özden Hun e.
Pirtûk ji sê cîldan pêk tê.
Du cîldên wê hatine weşandin, cîlda sêyêm jî di rê da ye.
Mücahid Özden Hun di destpêka herdu cîldên weşandî da û bi sê zimanan -tirkî, kurdî û îngilîzî- wiha dibêje:
Ev pirtûk;
Bi tene ji bo Aşitîyê
Her dem ji bo Aşitîyê
Û bi inyad ji bo Aşitîyê hatîye dîyarkirin.
Her çiqas pirtûk bi sê zimanan dest pê bike û tê da hinek nivîs û helbestên bi kurdî cîh bigrin jî, zimanê wê bi gelemperî tirkî ye.
Lê dîsa jî ez nêrînên xwe yên di derbarê pirtûkê da bi kurdi dinivîsim û tînim ziman.
Mücahid Özden Hun kurdekî zana û jêhatî, nivîskarekî baş û berhemdar e.
Di pêşgotina xwe da bi hevoka “Ronakbîrên min!..” dest pê dike û dibêje; “ew di heps û zîndanan da, di sirgûnê da li herî pêş in.
Carinan cezayê ku li wan hatîye birin, bi bêdengîyek qebûl dikin, carinan jî serî ra dikin û heqê serîhildanê didin. Weke gulên rengîn û tahmdar, bihîstiyar û qurfbar in…
(…) Di nav baxçê gulan da ba tê. Gulên ku ji her reng û her tahm û nexşan pêk tên, li ba dibin û disekinin. Dibêjin ku dê gulên nû li baxçeyê Kurdistanê bên çandin…
(…) Ev lokomotiv gav bi gav diçe… Rê asê û xil û xwar e… Dem dema bêhevîtîyê nîne! Ser çavan hatî, baxçê gulan!”
Gelo çima Kurd û Gul?
Nivîskar di pêşgotina xwe da bersiva vê pirsê jî dide û dû ra dibêje; çar armancên vê pirtûkê hene, ku ew jî:
- Di nav nifşên kurd da avakirina pireya ku hatîye hilweşandin e.
- Ev pirtûk bibe alîkar ku Kurd ji alî kurdan va…
- Dîsa bibe alîkar Kurd ji alî tirkan va bên naskirin.
- Tevkar be ku Kurd ji sîyaseteke hestîyarî dûr bikevin û bi hişmendî tevbigerin…
Piştî pêşgotinê pirtûk bi helbesta Rizalîyê Reşîd a bi navê Kurdistan, dest pê dike, ku du çarînên wê wiha ne:
Hezar hezar sal û zeman
Hat dabirîn, çîyayên me man
Hezar hezar av û tofan
Kişyan û çûn, kanîyên me man
(…)
Hezar hezar sed sal herin
Merd û namerd ser bigerin
Te bernadin em ji destan
Welatê me xweş Kurdistan.
Dû ra Mücahit Özden Hun kûr û dirêj qala proje û amadekirina xwe ya ji bo vê pirtûkê dike, ku ez jî ji destpêka vê xebatê hayîdar bûm. Ez bawer im, di roja dawîya sala 2018an bû. Birêz Mücahit Özden Hun bibû mêvanê min û ji bo amadekirina vê xebatê bi min ra jî axivî bû. Lêbelê çawa ku di pirtûkê da jî tê qalkirin, di navberê ra demeke dirêj derbas bû. Dema ku cilda yekem hate weşandin û ez jê hayîdar bûm, bi rastî ez fikrim ku birêz Mücahît li ser gul û sosinên ku li Kurdistanê hêşîn dibin, xebatek kirîye û xebata xwe jî weke pirtûk weşandîye.
Bi weşana cilda duyem ra, min li ser medya civakî pîrozbahî lê kir, birêz Mücahît jî bersiva min da û di bersîvê da jî got, ku ez jî di nav wê cîldê da me. Bi vî rengî ez têgihîştim, ku ew gulên ku di pirtûka Mücahit Özden Hun da cîh digrin, ne gulên xwezayî, kurdên ku ew wan wek gul dibine, bixwe ne.
Cilda yekemîn bi jînenîgarîya Îhsan Aksoy va dest pê dike û bi Arşîva Rojhilat a Taybet I û II, Qazî Muhamed û Abdurrahman Qasimlo va diqede.
Cilda yekem, ji 1306 rûpelan pêk tê û 43 ronakbîr û rewşenbîrên ku Mücahit Özden Hun wan wek gulên Kurd bi nav dike, bi jînenîgerîya xwe û bi kar û xebatên xwe yên ku ji bo azadî û serxwebûna Kurd û Kurdistanê kirine, cîh digrin, ku ew jî ev in:
1-İhsan Aksoy, 2-Kerim Aksoy, 3-Rohat Alakom, 4-Mahmut Alınak, 5-Kovan Amedi, 6-Ahmet Aras, 7-Nizamettin Arıç, 8-Mustafa Arslan, 9-Mehmet Ali Arslan, 10-Şükrü Barlık, 11-İsmail Beşikçi, 12-Eyüp Bischof, 13-Joyce Blau, 14-Mehmet Emin Bozarslan, 15-Cüneyt Bozkurt, 16-Sertaç Bucak, 17-Kemal Burkay, 18-Adil Çalbay, 19-Veysi Çamlıbel, 20-Mehmet Çetinkaya, 21-Dengir Mir Mehmet Fırat, 22-Ümit Fırat, 23-İbrahim Güçlü, 24-Mücahid Özden Hun, 25-Cihan İpek, 26-Aziz Kaya, 27-Cevat Korkmaz, 28-Feride Laçin, 29-Recep Maraşlı, 30-Ahmet Melik, 31-Kendal Nezan, 32-Sırrı Özbek, 33-Ahmet Özer, 34-Haluk Öztürk, 35-Fevzi Paydaş, 36-Sait Pektaş, 37-Ayhan Sakçak, 38-Hüseyin Saraçoğlu, 39-Enver Sezgin, 40-Kazım Taş, 41-Aydın Uçar, 42-Sedat Yurtdaş, 43-Mehdi Zana.
***
Cilda duyem jî dîsa mîna ya yekem, bi 1312 rûpelên xwe qalind û tê da 37 Kurdên Bakur û gelek Kurdên Sovyetê cîh digrin, ku ji wan yek jî ez im. Birêz Mücahit Özden Hun di vê cîldê da, (rûpel: 991-1036) cîh daye kar û xebatên min û nivîsek min a di malpera https://navkurd.net/ ê da hatîye weşandin, ku ez ji cenabê wî ra spasdar im.
Kurdên ku di vê cîldê da cîh digrin, ew jî ev in:
1-Süheyla Aksoy, 2-Mehmet Emin Adıyaman, 3-Mehmet Ali Agatay, 4-Mehmet Ali Akagündüz, 5-Ömer Akat, 6-Dicle Anter, 7-Faruk Aras, 8-Ruşen Arslan, 9-Süleyman Atay, 10-Yüksel Avşar, 11-Bayram Ayaz, 12-Osman Aydın, 13-Mehmet Bayrak, 14-Hamit Bozarslan, 15-Faik Bulut, 16-Bahattin Cengiz, 17-Çeto Çamlıbel, 18-Derviş Ferho, 19-Kasım Fırat, 20-Mehmet Gültekin, 21-İbrahim Gürbüz, 22-Necdet İpekyüz, 23-Ahmet Kan-İbrahim GÜÇLÜ, 24-Mehmet Kaya, 25-Naim Kılıç, 26-Musa Konyar, 27-Orhan Miroğlu, 28-İkram Oğuz, 29-Sıraç Oğuz, 30-Nihat Öner, 31-Mustafa Özer, 32-Feridun Süphandağ, 33-Haluk Tan, 34-Mesut Tek, 35-Celal Temel, 36-Temûrê Xelîl, 37-Mehmet Yardımcı, 38-Kurdên Sovyetê.
Berga herdu cîldan jî wekhev û li berga pêşîyê Çîyayê Agirî û çend gulên sor bi zindîbûna xwe cîh digrin. Li ser berga paşîyê jî Mücahit Özden Hun di derbarê xebata xwe da çend hevokên xweş û watedar nivîsîye, ku bi kurtayî wiha dibêje:
We qet baxçeyê gulan dîtî ye? Pelên wan ên sor û zer û spî di nav hev ra derbas dibin û bi rengînîya xwe aramîyê didin ruhê mirovan. Merîya dawetî dinyayeke din dikin, ku li wir her gulek bi bêhn û reng û tevinek cuda cîh digre…
Erdnîgarîya Kurdistanê jî mîna baxçeyê gulan û bûka baranê rengîn e. Bedewîyên navxweyî ji dil û mîna nexşên xalîçeyek bi hev ra girêdayî ne. (…)
(…) Di vê pirtûkê da hûn dê hevpeyvînên ku min bi 140 ronakbîrên kurdên kurmanc, zaza û êzdî ra kirine, bibinin. Ew kurdên ku li çarnikalên dinyayê belav bûne… Di vegotina her yekê da reng û nêrînek cuda he ye. Di warê sîyasî û civakî da qutbûnek tê dîtin, ku sedem wê yeke her nifş tekoşîna xwe ya sîyasî ji nû va dest pê kirîye. Ya ku ji berê da û bi zor û zehmetî hatîye kirin, ji bîr va çûye û di nav pelên dîrokê da wenda bûye.
(…) Ez bi vê xebata xwe têgihîştim, ku Axa Kurdistanê xwedî dîrokeke rewneqdar e, mîna ava Firat û Dîcleyê, bê seknan diherike, mîna Araratê jî xwedî dileke mezin û bilind e, lêbelê di nav xwe da şikestî û belavbûyî ye…
Kürtler ve Güller bi naveroka xwe ya dewlemend, bi van gotinên xweş û watedar xemilîye û bi rastî jî bûye gulîstaneke rengîn.
Bi herdu cîldên xwe yên weşandî û bi ya ku hê di rê da ye, Kurd û Gul ya jî bi navê wê yê orijînal Kürtler ve Güller xebateke giranbuha, çavkanîyeke baş û berfireh e.
Ji bo ked û xebata ku birêz Mücahît Özden Hun kirîye û hê jî dike, ez wî ji dil û can pîroz dikim.
Lêbelê piştî vê pîrozbahîyê be jî, gotina ku di dile min da ma ye, ez nebêjim jê xilas nabim.
Gulistana ku birêz Mücahît me tê da digerîne Kurdistan, gulên ku tê da cîh digrin jî Kurd in…
Xwezila ziman jî Kurdî ba…
05.01.2023