Di destpêkê da dixwazim bibêjim, ev hevoka ku min wek sernivîs bikar anîye, gotina min nîne. Ji bo kirina gotineke wusa divê di destê mirov da agahî û daneyên bingehîn hebin…
Xwedîyê vê gotinê Serokatiya Herêma Kurdistanê ye û çavkanî jî Rûdaw e.
Du roj berê Şandeke Amerîkayê bi serokatiya Kordînatorê Koşka Spî yê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Brett McGurk hatibû Hewlêrê.
McGurk bi Serokê Herêmê Neçîrvan Barzanî, pişt ra bi Mesûd Barzanî, rojek şûnda jî bi Kubad û Bafil Talabanî ra civîyabû.
Gor daxûyanîya herdu alîyan McGurk û şanda Amerîkî, di hevdîtinên ku bi rêvebirên Kurdistanê û rêvebirên PDK û YNKê yê ra kiribûn da, du mijaran tînin rojevê û dinirxînin.
Ji wan yek peywendiyên Amerîkayê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra…
Ya din jî rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û proseya yekkirina Hêza Pêşmerge bûye.
Lêbelê du roj piştî çûyîna şanda Amerîkayê, Serokatîya Herêma Kurdistanê daxûyanîyek din da û di destpêka daxûyanîyê da wuha tê gotin; „Herêma Kurdistanê rûbirûyê rewşeke nediyar û çendîn pirsgirêkan e. Ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi yekrêzî û hevkariya hemû aliyan heye, bi taybetî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi hev ra, ku pêşeroja herêmê di destê wan de ye.“
Wek tê zanîn, ev sî sal e Amerîka û berpirsîyarên Amerîkayê bi lava û rica bang li herdu alîyên Kurdistanî, PDK û YNKê, dikin, ku nankokîyên xwe yên sîyasî bidin alîkî û bi helwesteke niştimanî tevbigerin…
Dawî li du serîtîya herêmê, Hewlêr û Silemanîyê, bînin…
Pêşmergeyên girêdayî herdu partîyan di bin desthilatdarîya wezareta pêşmerge da bikin yek…
Lêbele rêvebirên herdu partîyan jî heta roja îro ev daxwaz û pêşnîyarên Amerîkîyan paşguh kirin û gor daxwaza dilê xwe tevgerîyan…
Li rûyê Amerîkîyan ketin milê hev û di derbarê daxwaz û pêşnîyarên wan da erenîya xwe nîşan dan…
Dema ku pişta xwe dan Amerîkîyan, rûyê xwe ji hev guhartin, gor xuy û xisyetên xwe yên feodal tevgerîyan û bêtir ji hev dûrketin.
Rêvebirên PDK û YNKê bi salan siyaseteke bı durûtî kirin û bi wê sîyasetê gele Kurd xapandin, ku ji wan wetrê dê ew Amerîkayê jî bixapînin.
Xuya ye Amerîka bi derew û bahaneyên wan ên pûç û vala va nexapîya û êdî sebr û tahamûla Amerîkîyan jî nemaye.
McGurk ji rêvebirên hukumetê û partîyan ra çi gotîye, bi hurgulî nayê zanîn. Lê ji daxûyanîya duyemîn a ku ji alî Serokatîya Herêmê va hatîye dayîn, tê texmînkirin ku rêvebirên kurd di tengasîyê da ne.
Loma Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyanîya xwe ya duyemîn da dibêje, “Em pabendbûna xwe bi pêwendiyeke bihêz û berhemdar a dualî, di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê da ligel Hikûmeta Amerîka û li ser bingeha Rêkeftina Çarçove ya Stratejîk dubare dikin.”
Dîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê di vê daxûyanîya xwe da bang li hemû hêzên siyasî dike û dibêje; “Nakokiyên xwe bidin aliyekî û bi diyalog û jihevtêgihiştinê pirsgirêkên xwe çareser bikin. Ya ku me dike yek ji ya ku me ji hev vediqetîne pir mezintir e. Ji bo vegerandina aramî û yekrêziyê, ji bo parastin û pêşxistina berjewendiyên hemwelatiyên Herêma Kurdistanê, divê em hemû bi berpirsyarî tevbigerin…”
***
Bêguman ev rewşa îro ji duh va jî dîyar bû. Kesên ku rewşa Başûr dişopand vê yekê bi zelalî didît û dinirxand. Ji wan kesan yek jî nivîskarê Rûdawê Arîf Qurbanîye, ku wî roja 1e Çile, di kuncikê xwe rewşa ku dı daxûyanîya Serokatîya Herêmê da derbas dibe, bi zelalî anîbû ziman. Nivîsa Arîf Qurbanî wuha dest pê dike. “Ev demek e di medyayê da pir behsa wê yekê tê kirin ku Amerîka û hevpeymanan gelek fişar anîne ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê û her du partiyên desthilatdar ên Kurdistanê (PDK û YNK) ji bo di yekkirina hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê de bilezînin. Tê gotin, zext û guvaşên wan gihane asta gefa rawestandina alîkarî û hevkariyên ku pêşkêşî Pêşmergeyan dikin û dev ji piştevanîkirina wan berdin heger di siberojeke nêzîk da nebin yek…”
Di dumahîka nivîsa xwe da Qurbanî bi du mînakên cêribandî mijarê dinirxîne û dibêje; “Lewra bi tenê di rewşekê da pêkan e ku ev her du hêz bibin hêzek ku yan PDK û YNKê bibin partiyek yan jî yek ji van her du partiyan bi tevayî li holê nemîne.
Du mînakên şênber hene: Sala 1994 û sala 2017.
Piştî dirustkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sala 1992 de, hewldaneke zêde ji bo dirustkirina artêşa Kurdistanê hat kirin. Piştî du salan gava bingeha şerê navxwe dirust bû, di hûrdemekê de tevna rêsayî vegeriya hirî û ew hemû serkirdatî û yekîneyên hevbeş ku li nav Pêşmergeyan hatibûn dirustkirin hilweşiyan û daberizîn canê hev.
Piştî salên gelek û li jêr guvaşeke zêde ya navxweyî û dostên biyanî jî, careke din piştî yekgirtina îdareyên Hewlêr û Silêmaniyê di çarçoveya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, dest bi dirustkirina lîwayên hevbeş û wergirtina tedbîrên yekkirina van her du hêzan hat kirin, demeke zêde û îmkanên zêde li ser hatin xerckirin, lê di bûyerên 16ê cotmehê de hemû têk çû.
(…) Sedem jî pir zelal û eşkere ye: Ji ber ku ev hêza ku heye hêza Pêşmergeyên PDK û YNKê ye. Tu partiyek ji van her du partiyan jî dê dev ji hêza xwe bernede. Lewma heta ev her du partî bimînin, dê ev her du hêzên çekdar jî bimînin…“
Nivîsa Arîf Qurbanî ya 20 roj berê û daxûyanîya Serokatîya Herêma Kurdistanê ya piştî hatin û çûyîna McGurk dide xuyakirinê, Brett McGurk li Hewlêrê agir berdaye delinga rêvebirên Başûr û çuye.
Loma piştî çûyîna wî Serokatîya Herêmê daxûyanî li ser daxûyanîyê dide û dibêje, “Herêma Kurdistanê di rewşeke nediyar da ye!”
Lêbelê sedemê rewşa nedîyar kî û çi ye?
Mixabin di daxuyanîyê da Serokatîyê da ew jî nedîyar e…
19.01.2023
ikramoguz@navkurd.net