Ken û girî, bi wateya xwe du peyvên dijber û di nav qalibek da bi hev ra girêdayî…
Du peyvên dijber in, jiber ku ken nîşaneya şabûn û bextewarîyê, girî jî nîşaneya şîn û xemgnîyê ye.
Lêbelê çawa ku carcaran şîn û şahî tevlihev dibin, ken û girî jî cîh duguherin. Carinan li cîhê ku mirov ji halê xwe ra bikene, digrî, li cîhê ku bigrî jî dikene…
Di kurdî dibêjin, kenên ber girîyan…
Hinek dem hene, ku mirov bixwaze jî nikare ji halê xwe ra bigrî, lê di dilê xwe da digrî, bi devê xwe jî dikene, mîna zarokê ku kenên ji ber girîyan dike…
Dema 12e Îlonê jî demeke wusa bû.
Di ser darbeya 12ê Îlonê ra 42 salên dirêj derbas bû.
Di derbarê zulm û zordarîya wê demê da gelek pirtûk hatin nivîsandin û filmên sînemayê hatin çêkirin.
Di wan pirtûkan û filman da, zulm û zordarîya dewletê, bi zelalî û hûrgulî tê dîtin.
Gelek kes bi işkenceyan hatin kuştin, wenda bûn, seqet man, di bihara emrê xwe da hatin dardakirin, bi salan ji dê û bavên xwe, ji jin û zarokên xwe, ji evîn û evîndarên xwe dûr man.
Herwiha mirov di wan pirtûk û fîlman da berxwedan û tekoşîna bêhempa ya ku li dijberî wê zulmê hatîye kirin jî dibine.
Lêbelê rûyêke wê deme yê din jî he ye.
Ew jî, ken û henek in.
Ew ken û henekên ku di bin zulm û zordarîyê da hatine kirin.
Di kurdî da ji wan ra dibêjin, ken û henekên ji ber girîyan.
Di rewşek wusa da hinek tişt diqewimin, ku mirov cîhê ku pê bigirî, dikenîya, hesir û kenên merîya tevlihev dibû.
Ew ken û henek hê li tu derekê nehatine nivîsandin.
Ew îro jî wek bîranînen taybet di cîhê xwe da ma ne û tene di hinek hevdîtinan da bi awayek nostaljik tên qalkirin.
***
Sal 1982.
Demsal zivistan…
Li derva bahoz û bager, sir û seqem, li hundur zulm û zordarîya bê pîvan…
Li bajarê Erzirumê û dadgeha leşkerî da darizandina dozeke sîyasî dest pê kiribû, ew doza ku di her xalî da ji rukn û qeydeyên dadmendîyê dûr û cuda…
Sê hêz û partîyên ji hev cuda, rikber û dijberên hev, di nav dosyayek da hatibûn bicîhkirin.
Ji wan du partî yên Kurd, yek jî partîyeke Tirk bû.
Bi navên wan ên kin û dirêj:
MHP – Partîya Tevgera Nijadperst.
PKK – Partîya Karkerên Kurdistan
PSKT – Partîya Sosyalîst a Kurdistan, ku wê demê T ya Tirkîyê jî pê va girêdayî bû.
Kesên ku bi alîgirî û endametîya van her sê partîyan hatibûn girtin û dihatin darizandin bi gelemperî ji bajarên Agirîyê bûn.
Ez û çend kesên ku ji bajarê Erzirûmê hatibûn girtin, bi sedema alîgirî û endametîya PSKê, em jî bi wê doze va hatibûn girêdan.
Ew doz bi her warê dadmendîyê va bi tena serê xwe mînakeke sosret bû.
Bi rastî doza her sê partîyên rikber û dijbêrê hev bîlasebeb bi hev ra nahetibû girêdan.
Ew bi aqilê ku jê ra dibêjin “Aqilê hevpar” ya jî “Agilê Dewletê” hatibû kirin, ku sedem jî rewşa Agirîyê ya berî darbeyê bû.
Berîya 12 yê Îlonê li Agirîyê gelek bûyerên bi kuştin û birîndarbûnê encam dabûn, qewimîbûn.
Di wan bûyeran da ji her sê alîyan jî gelek kes hatibûn kuştin, gelek kes jî birîndar bibûn.
Herçiqas hinek kes bi tawanbarîya wan bûyeran hatibana girtin jî, di destê dadgehê da delîlên berbiçav tûnebûn.
Jibo ku alîgir û endamên herdu hêzên kurd û ya tirk li pêşberî dadgehê û li rûyê hev, hevdû tawanbar bikin, her sê doz bi hev ra girêdabûn û bi sedan kesên kurd û tirk ên çep û rast, di saloneke mezin da anîbûn ba hev.
Tişta ku hêvî kiribûn li huzûra dedgehê derneket, lêbelê hinek tişt diqewimîn ku, dadger û leşker, parêzer û girtî bi hev ra dikirin tîqetîq û dikenîyan…
***
Cîhê wî bihuşt be, Îzzet Kizildax jî wê demê mîna min xortekî 18 salî bû.
Berî darbeyê, ew ji alî kesên hemsalên xwe yên MHPyî va tê kêrkirin û birîndar dibe.
Di dadgehê da Îzzet di nav kesên PSKyî da, yê ku ew kêr kiribû, ew jî di salê wî da û di nav kesên MHPyî da rûniştibû.
Dema ku li hev dinihêrin û hevdû dibînin, xortê MHPyî li Îzzet mêze dike û di ber xwe da dikene. Îzzet jî xwe nagire, jê ra dide xebera û êrişê wî dike. Bi dengê Îzzet ra serokê dadgehê bi hêrs qêrîya û got; „Ne yapıyorsun lan? – Kuro tu çi dikî?“
Îzzet bi kelecan û bi kelogirî wek bersiva serokê dadgehê wiha got; „Yaho Hakim Beg, it oğlu it hem beni bıçaklamıştı, hem de şimdi bana bakıp kötü kötü gülüyor… – Oro hakim beg sê yê kurê se hem ez kêr kiribûm, hem jî nuha li min mêze dike û pîs pîs dikene…“
***
Rojeke din jî dozger doznameya xwe xwendibû, gotina xwe ya dawîyê gotibû, dor hatibû xweparastina girtî û kesên ku û ji der va dihatin darizandin…
Yên ku di destpêka 12 Îlonê da hatibûn girtin û dû ra hatibûn berdan, ew jî di rûniştina (celse) yekemîn da beşdarî dadgehê dibûn û li huzura dadgehê xwe diparastin. Ji wan kesan yek jî Cesîm Aydemir bû. Cesîm birayê Mîkaîl Aydemir, Mîkaîl Aydemîr jî serokeşîr, berîya 12 Îlonê endamê partîya Silêman Demîrel (AP) û parlamenterê Agirîyê bû.
Tu têkilîya Cesîm Aydemîr û PSKê bi hev ra tunebû, lê sedem ifadeyên hinek kesên ku di şaredarîya Agirîyê da xebitîbûn, ew jî di dadgehê da bi endametîya PSKê va dihat tawanbarkirin.
Di sala 1979an da dema ku Orhan Alpaslan wek şaredarê serbixwe tê hilbijartin, gelek alîgirên PSKê di şaredarîya Agirîyê da dest bi kar û xebatê dikin. Dema ku di 12ê Îlonê da tên girtin, ji wan hinek di îfadeyên xwe da dibêjin, ku ew ji eşîreta Mîkaîl Aydemir in. Ji bo ku ji wan ra di kargeheke dewletê da karekî bibîne, ew çûne Agirîyê û ji wî alîkarî xwestine. Mîkaîl jî ji birayê xwe, Cesîm Aydemîr ra gotîye ku wan di şaredarîya Agirîyê da bi cîh bike. Ew bi alîkarîya Cesîm Aydemîr va di şaredarîyê da dest xebatê kirine û tu tekilîyeke wan ne bi Orhan Alpaslan ra, ne jî bi PSKê ra he ye…
Li ser îfadeya çend kesan Cesîm Aydemir hatibû girtin û bi endametîya PSKê dihat darizandin.
Dora xweparatstinê hatibû Cesîm Aydemîr. Ew derketibû hemberê dadger û dozger, bi kelecan û bi tirkîyeke nîvco diaxifî û xwe diparast. Piştî çend hevokên kin û kurt, serê xwe ji kaxiza ku lê mêze dikir û dixwend bilind kir, li kesên ji alîgirî û endamên sê partîyên rikber û dijberên hev pêk dihatin nihêrî û got; „Hakim beg, aha ev kesên ku nuha li huzura we rûniştine, berî 12ê Îlonê xwe çep û rast, kurd û tirk bi nav dikirin. Hemû bi salan û şev û roj kar û xebat dikirin ku xwe bigihînin asta min. Lêbelê çi kirin, bi ser neketin. Bi 12ê Îlonê ra hemû hatin girtin, dîtin ku êdî tu car bi ser nakevin, îjar vegerîyan, dest bi buxtanan kirin. Bi buxtanên xwe yên bê bingeh dest avêtin delinga min, ber bi xwe ez kaşkirim û berbijêr anîn asta xwe. Loma ez îro di asta wan da û wek kesek ji hevalên wan li huzura we me…“
Bi gotinên Cesîm Aydemîr ra pilqîn kete nava dadgehê û dadger û leşker, girtî û parêzer bi hev ra kenîyan…
Cesîm Aydemîr jî li wan û kenên wan dinihêrî û li cîhê ku ji hale xwe ra bigrî, di ber xwe da dikenîya…
12.01.2023