Xwendin û nivîsandin, bi tena serê xwe karên pîroz in.
Ger ku ew kar bi zimanê kurdî bin, pîrozîya wan bêtir zêde dibe.
Jiber ku zimanê kurdî, her çiqas zimanekî qedîm û dewlemend be jî, weke warê xwedîyê xwe bindest û bêxwedî ye.
Loma, kingê mijar ziman û bikaranîna ziman be, ez vê pîrozîya xwendin û nivîsandinê dubare dikim, dibêjim û dinivîsim.
Lokman Polat bi ked û xebata xwe kareke din jî li van herdû karên pîroz dike, ku ew jî nirxandina berhemên kurdî ye.
Ew sê karên pîroz bi hev ra dike.
Niviskarekî kurd ê berhemdar e.
Di dema xortanîya xwe da dest bi karê nivîsê kirîye û heta nuha 40 pirtûkên wî hatine weşandin.
Ji wan pirtûkan 12 roman, 11 kurteçîrok, 1 helbest…
16 pirtûkên wî jî ji vegotin û lêkolînên wî pêk tên.
Lokman Polat di hemen demê da xwendevanê herî zêde berhemên kurdî dixwîne ye.
Di van salên dawîyê da her çiqas xwendin û nivîsandina bi kurdî zêde bibe jî, wek îronîyek di nav kurdan da tê gotinê ku, „hêjmara nivîskarên kurdî, ji ya xwendevanên kurdî zêdetir e!“
Bêguman di vê îronîyê da rasîtiyek jî he ye.
Qasî ku kurd ji zimanê xwe dûr, nivîskarên kurd jî ewqas ji xwendina berhemên hev dûr in. Çawa ku ji bo kurdan dibêjin, ew ji xwendinê hez nakin lê bênavber diaxifin, nivîskarên kurd jî kêm dixwînin û zêde dinivîsin…
Nivîskarên ku kurdî dixwînin, ew jî bi gelemperî xwendina xwe ji xwe ra vedişêrin û bi der û dora xwe ra parva nakin.
Lêbelê hêjmara wan kêm be jî, hinek nivîskarên kurd sê karên pîroz bi hev ra dikin, ku ji wan yek jî Lokman Polat e.
Ew dinivîse, dixwîne û dinirxîne…
Berhemên wêjeyî yên ku ew dixwîne, gor nêrîn û zanîna xwe wan li bêjingê dixe, berhemên ku di bêjinga wî ra derbas bibin, wan yekoyek û bi hûrgulî dinirxîne.
Lokman Polat heta nuha 150 romanên kurdî nirxandîye û nirxandinên wî weke mînakên rexnegirîya wêje ya kurdî di nav çend pirtûkan da hatine weşandin.
Bi vî kar û xebeta xwe ya giranbuha, ew li alîkî va berhemên ku hejayî xwendinê dîtibe, wan bi xwendevanên kurd va dide nasîn…
Li alîyekî din va jî, ger ku kêmasîyên berheman hebin, nivîskarên wan berheman sûd ji nirxandina wî digrin û ji dubarekirina kêmasîyên xwe difilitin.
Ez bixwe kar û xebatên ku Lokman Polat di warê ziman da dike, wek karên pîroz dibînim û ji nêzîk va dişopînim.
Min gelek pirtûk û nivîsên wî yên ku di kovar û rojnameyan da hatine weşandin, bi kêfxweşî xwendiye û dixwînim.
Jiber ku ew evîndarê zimanê kurdî ye.
Hemû karê xebatên wî bi kurdî, kurdîya wî paqij û zelal, vegotina wî jî herikbar e.
Di van demên dawîyê da wî ji min ra du pirtûkên xwe wek dîyarî şandibû.
Ji wan yek, romana wî ya bi navê „Fîlozof“.
Ya din jî xebata wî ya li ser wêje ya kurd a bi nave „Romanên Kurdî, Rexne, Nirxandin û Analîz“ bû.
Min her du pirtûk jî li pey hev xwend û ji xwendina wan jî kêf girt.
Fîlozof, romaneke wî ya kevn e û 20 sal berê hatîye weşandin.
Fîlozof ji du beşan pêk tê.
Polat di beşa yekem da lehengê romanê Fehmîyê Bilal dide nasîn û di derbarê jîyan nû tekoşîna wî ya bêhempa da agahîyên berfireh dide. Di beşa din da jî di kesayetîya lehnegê xwe da xewn û xeyalên xwe yên di derbarê civaka kurd, bi taybetî jî sîyaaseta kurd da dihûne tîne ziman.
Bi xwendina Fîlozof ra qasî ku min Fehmîyê Bîlal ji nêzîk va nas kir, tiştekî din jî dît, ku ew jî di nav 20 salan da pêşveçûyîna nivîskarîya Lokman Polat e.
Pirtûka din, „Romanên Kurdî, Rexne, Nirxandin û Analîz“, jixwe ji navê wê jî tê famkirin, ku ew ji rexne û analîzên wî yên di derbarê wêje ya kurdî da nivîsîye, pêk tê.
Lokman Polat bi çend nivîsên xwe yên ku ew di destpêka pirtûkê da cîh digrin, bersiva hinek pirsên ku di derbarê rexnegirîyê da tên kirin, dide.
Rexnegirî çi ye?
Pîvanên rexnegirîyê çi ne?
Rexnegirîya wêje ya kurdî di asteke çawa da ye? û hwd.
Di vê pirtûkê da jî nirxandinên wî yên ku di derbarê 20 romanên kurdî kirîye, cîh digrin ku, bi pîvanên rexnegirîyê wan wan bi xwendevanên kurd va dide nasîn.
Bi gotina wî ya pêşîyê, rexnegirî gulîstana zanînê ye!
Edebîyat/wêje jî bi rexneyê pêş dikeve, dikemile û dewlemend dibe.
Rexneyên wêjeyî, analîzên îlmî û zanistî edebiyata kurdî jî xurt dike…
Lokman Polat jî bi sê karên xwe yên pîroz, bi berhemdarî û nirxandinên xwe ji bo wêjeya kurdî xizmeteke baş û bi rûmet dike.
30.12.2022