Gelên ku li rû dûnê dijîn û gihîştine asta miletbûnê, piranîya wan xwedî al û dewlet in.
Li ser axa xwe û di nav sînorê dewleta xwe da jîyana xwe derbas nekin jî, li al û dewleta xwe xwedî derdikevin.
Sedem bîr û bawerîyên xwe yên sîyasî ya jî olî, herwiha sedem debara malbata xwe koçber bibin û li welatên xerîb bijîn jî, hezkirin û xwedîderketina wan a ji bo al û dewleta wan nayê guhartin.
Kîngê serkeftîyek wan çê bibe, li kûderê dibin bila bibin, bi al û sembolên xwe yên din kêfxweşî û serbilindîya xwe nîşan didin.
Ger ku mijar futbol be, kêfxweşî û serbilindîya ji bo serkeftina wê bêtir zede dibe.
Wek tê zanîn, pêşbirka futbolê ya ji bo kûpaya cîhanê di çar salan da careke tê kirin.
Ya îsal jî di demsala zivistanê da û li Qeterê dest pê kir û hê didome.
Pêşbirkên kûpayê bi lîstika 32 tîmên neteweyî va dest pê kir.
Tîma Fas ya jî bi nave wê yê din Marokoyê tîmên Belçîka û Spanyayê ku wek bijare dihatin dîtin, têk bir û heta fînala çaryekê hat. Wê fînalê jî ew dê bi tîma Portekîzê ra bilîze.
Marokoyîyên li ser axa xwe û yên li welatên Ewropa wek koçber dijîn, piştî her lîstik û serkeftina tîma welatên xwe, derketin kûçe û kolanan û ala xwe li bakirin.
Serkeftina tîma xwe pîroz kirin û kêfxweşî û serbilindîya xwe nîşanî hemû cîhanê dan.
Mixabin miletên bêdewlet ji vê yeke jî bêpar in.
Welateke wan hebe jî, ew li ser navê dagirkerên wan qeydkirî…
Al’ek wan hebe, ew jî aleke nenaskirî ye.
Jixwe mirov xwedîyê dewleta xwe nebe, hebûna alê jî bi tena sere xwe pere nake.
Ji niha bîst sal bere, di sala 2002an da, dîsa pêşbirkên futbolê ya ji bo kûpa cîhanê dest pê kiribû.
Demsal havîn û roj jî dirêj bûn.
Piştî her pêşbirkê, tîma kîjan welatî bi ser biketa, hemwelatîyên wî welatî û alîgirên wê tîmê bi al û sembolên welatên xwe derdiketin kûçe û kolan.
Di ronahîya rojê da alên xwe yên reng bi reng li ba dikirin, bi ken û henek diqêrîyan û serkeftina tîma xwe pîroz dikirin.
Şevîna min hê keçikeka piçûk bû.
Hevalên wê jî di nav çalakîyan da cîh digirtin.
Ew jî dixwest ku bi hevalên xwe ra derkeve kûçe û kolanên bajêr û di nav çalakîyan da cîh bigre.
Mixabin ne dewleta me, ne jî di mala me da sembola dewleta me ya nedîyar hebû.
Rojek xemgînîya xwe nîşan da û ji min ra got:
- Bavo çima ala me tune?
- Ez jî dixwazim weke hevalên xwe, ala xwe bigrim û derkevim kûçe û kolanan…
Ji bo ku xemgînîya wê zêde nebe, min bi destê wê girt û jê ra got:
- Al’a me jî he ye û aleke rengîn e. Ez dê sibê ji te ra bînim û tu jî bigre destê xwe, bi hevalên xwe ra derkeve kûçe û kolanan û bi serbilindî li ba ke…
Bi gotinên min ra Şevîn kêfxeş, lê ez di dilê xwe da xemgîn bûm.
Rojek şûnda min al a me ya rengîn anî, da destê wê û jê ra got:
- Keça min ahan ji te ra al. Êdî tu jî wek hevalên xwe xwedî al î. Çawa û bi çi rengî li ba dikî tu dizanî…
Şevîn bi al û gotinên min kêfxweş û dilşa bû…
Ala Rengin li dora histûyê pêça û di nav malê da gerîya.
Bû êvar, bi ala xwe ket nav nivînan û raza.
Roja mayîn ji dibistanê hat, bi dilekî şa û bi rûken ala xwe bi serê darekî va kir û derket derva.
Çûyîn û hatina wê zêde nekudand.
Di nav nîv saetêkê da bi kelogirî di derî ra ket hundur, al avêt erdê û bi dengê bilind girîya…
Min jê pirsî, wê bi kelogirî bersiva min da û got:
- Bavo ka te digot ev al Ala Kurdistanê ye…
- Hemû hevalên min bi min kenîyan.
- Yekî got; ‚ev al, ala Îtalyayê ye’, yekî din jî got; ‚ev ala Hindîstanê ye’…
- Tu kes ala me nas nake…
Wê rojê ez dûr û dirêj pê ra axifîm, lê axaftina min jî ji bo xemgînîya wê çare nekir.
Ji wê rojê vir da kîngê pêşbirkên futbolê yên ji bo kûpa cîhanê dest pê bike, ez bi kenên ji ber girîyên di dilê xwe da qala xemgînîya wê ya wê rojê dikim…
Ew jî bi dilekî xemgîn dikene û dibêje:
- Rast e, ev al ala me ye.
- Mixabin dewleta me nîne…
- Ez ala bê dewlet çi bikim…
- Kîngê welatê me azad be û dewleta me jî di nav dewletên cîhanê da cîhê xwe bigre, ezê jî wê gavê bi serbilindî ala xwe bikim destê xwe, derkevim kûçe û kolanên Almanyayê û bi dilê xwe va li ba kim…
Di ser bîranîna min û Şevînê da bîst salên dirêj derbas bûn.
Ew mezin bû.
Rojek berîya ku fînala kûpayê were lîstin, roja 17ê Qanûnê şahîya daweta wê ye.
Mixabin em hê bêdewlet in û ala dewleta me ya nedîyar îro jî nayê naskirin…
08.12.2022
ikramoguz@navkurd.net