Bi xwendina her pirtûkek mirov derîyek li dinayayeke nû vedike, dinyaya ku bi peyv û hevokên xemilandî…
Ger ku mirov di nav xemla wê dinyayê da parçeyek ji jîyana xwe bibîne, kelecana merîya bêtir zede, rewîtîya merîya jî dirêj dibe.
Jiber ku mirov ne dixwaze kelecan kêm, ne jî dixwaze rêwîtî kin bibe. Loma rêwîtîya xwe ya dirêj bê navber didomîne û heta dawîyê diçe.
Ez jî bi xwendina romana Receb Dildar, Şikestî ra derketim rêwîtîyê û bi kelecan û bê navber heta dawîyê çûm.
Di wê rêwîtîyê da bi şikestîyên û Recep Dildar ra bûm heval.
Bi wan ra gerîyam û bûm hevparê kul û keserên wan
Li Dêra Qîrê bi Suryanîyan ra hatim kuştin…
Li deşta Bişêrîyê rastî sêwîyên Eremenî hatim û bi wan ra derbasî bin xetê bûm…
Bi kurdên Êzdî re asê mam di nav xelekek gilover da… Ew xeleka ku ji alî birayên wan ên kurd v ali dora wan dihat kissandin.
Bi birînên xwe yên kûr, bi eş û jana xwe ya bê derman ra gund bi gund, bajar bi bajar li stargeheke aram gerîyam.
Ji ax û warê bav û kalan dûrketim.
Li welatên xerîb, bi Îsayê Mîrza ra girîyam.
Îsayê Mîrza ya jî Îsayê File…
Lehengê romana Receb Dildar e.
Bi zimanê xwe Kurd…
Bi ola xwe Mesîhî…
Bi qewmê xwe jî Suryanî ye.
Roman bi axîna Îsayê Mîrza dest pê dike.
Îsa kalekî 85 salî ye û rojên xwe yên mayîn bi hesreta welat, li koçberîyê dijmêre û derbas dike.
Bi axîneke kûr ra xwe li Dêra Qirê û di nav bîranînên xwe yên ji dema zarokatîyê da dibine, ew bîranînên ku bi xwîn û hêsirên çavan hatine qeyd kirin.
Bi bîr û hesreta wan rojan Dêra Qîrê û berwarên wê yên rengîn tasvîr dike. Tasvîra wî jî mîna axîna wî, ji kûrahîya dil va dest pê dike û mîna ava kanîya Qîrê zelal diherike.
Rojên ji dema zarokatîyê nayên ji bîr kirin, ew hergav merîya ber bi xwe dikişînin û dibin xewnên şevan.
Îsayê Mîrza jî ji bîr nake û di kaltîya xwe da jî zarokatîya xwe dijî. Din av wan bîranînên xwe da qala evîna xwe ya ji dema xortanîyê dike, ew evîna ku bi şikestîyan ra qetîya ye û yekalî ma ye…
Jiber ku ew jî ji şikestîyan e.
Berê zimanê wî hatîye kuştin, dû ra dor hatîye tiştên din.
Loma di nav malê da, bi dê û bavê xwe ra kurdî, li dibistanê, di nav kûçe kolanên bajêr da tirkî axifîye…
Zimanê xwe jibîr kiribe jî, filetî mîna mohreke li enîya wî ketiye.
Navnûçikek bi navê wî ra hatîye hatîye zeliqandin û di nav kurdan da wek Îsayê File, di nav tirkan da jî wek Gawur Îsa hatîye binavkirin.
Ne tenê şikestîyen serdestan, di bin zilm û zordarîya bindestan da jî nalîya ye.
Bi tecrûbeyên xwe yên salan dibêje; “mirov were kuştin, bi derbekî va xilas dibe, lê sax bimîne, her roj dimire…”
Veşartina nav û nasnameyan jî kuştin e, carcaran jî kuştina bi deste xwedîyê xwe ye.
Îsayê Mîrza jî her roj tê kuştin, ya jî xwe dikuje…
Di bîranînek xwe yên ji dema dibistanê da kuştina xwe ya rojane wiha tarif dike:
“Mamoste ji me ra digot, ‘hûn tenê bi tirkîn biaxifin û dê û bavê xwe jî fêrî tirkî bikin. Hûn tirkê lawê tirkan in.’
Berîya wê jî me ji xwe ra digot ‘em kurmanc in’. Nasnameya me ya eslî hertim veşartî bû, dibin perdê da…”
Jiber ku Îsayê Mîrza di nav gundan da filetîya xwe…
Li bajaran jî kurdîya xwe vedişêre.
Li gundan şikestîyê kurdan…
Li bajaran jî bi kurdan ra şikestîyê serdestan e.
Di bîranînek xwe da qala jîyana li Dîyarbekirê dike û di derbarê rewşa kurd, suryanî û ermenîyan da wiha dibêje:
“Me dînê xwe…
Kurdan jî zimanê xwe di nav civata Dîyarbekirê da vedişart…”
Qasî ku di dema zarokatîya xwe da êşîya ye û şikestîye ewqas jî girêdayî bîranînên xwe yên ji wê demê ye û bi wan sebr û tebata xwe tîne, bi hesrata wan rojan dijî nû rojên xwe derbas dike.
Ji şikestîyê filitîye, lê ji axa bav û kalê xwe dûr û koçber e. Bi hesreta welat axîneke kûr dikîşîne û dibêje:
“Ez bi baholeke dar hatim. Hinek cil û berg û aletên tamîrê tê da bûn. Min hemû alet nû kirin, tene tiştek nû nekir. Ew nedihat nû kirin, ew ji zarokatîya min yadîgar mabûn… Heft kapên hinekirî, yek jî deq bû, bavê min gule helandibû berî nav kortika wî dabû… Gencîneya min a zarokatîyê, xeyalên axa bav û kalan, tahma mastê mîyan, mehîra bipûng, tûzika dora kanîyan, lorînên dayîka min… Hemû di nav van kapan da veşartî ne…”
Di romanê da mînakên balkêş û bi êş pirr in.
Nivîskar Receb Dildar bi hunerek wêjeyî ew xemilandine û bi vegotina ji devê lehengê xwe, Îsayê Mîrza wan jîndar dike û li ber çavên merîya radixîne.
Bi zimanê xwe yê zelal û herikbar…
12.08.2022