Kurdistan yek…
Civaka kurd jî civakeke pirreng û pirdeng e.
Kurdistan waleteke parçekirî û dagirkirî be jî, di dilê hemû kurdan da yek e.
Kurd jî, di bîr û bawerîyên xwe da ji hev cuda bîn…
Û bi zaravayên cuda biaxifin û hevdu fahm nekin jî, kok û esaleta wan yek e.
Mixabin ev pirrengî û pirdengîya civakê ji alî kurdan va nehat dîtin.
Lêbelê du dewletên dagirker, Tirk û Faris, ji destpêkê da cudahîyên kurdan dîtin û ji bo parçekirina wan bi kar anîn.
Bi korbûna xwe kurd ji wê dewlemendîyê bêpar man…
Bikaranîna dagirkeran va jî ew dewlemendî bû sedemek ji sedemên bindestîya kurdan.
Loma kurd hê îro jî bi hev nakin û ji hev dûr in.
Misilman û Êzdî…
Şafiî û Elewî sedem bîr û bawerîyên xwe…
Kurmanc û Zaza…
Soran û Goran sedem zaravayên xwe…
PDK û YNK…
PKK û PABC…K sedem sîyaseta xwe…
Ronakbîr û karker…
Bajarî û gundi sedem nêrîn û jîyana xwe nabin yek û bi nasmayên ji hev cuda xwe bi nav dikin.
Kurd di kok û esaleta xwe da yek…
Di êş û birînên xwe da, di dîlan û seyranên xwe da jî hevpar in.
Mixabin ne bi hev ra şîna xwe dikin, ne jî di şahîyên xwe da li hevparîyê digerin.
Bi fêl û fêlbazîya dagirkeran va bûn neyarên hev û ji hev dûr ketin.
Loma, di sedsalê da carê firsenda ku kete destê wan, bi kar neanî û îro jî naynin.
Di destpêka sedsala 20an da, di bin bandora bîr û bawerîyên xwe yên olî da man, bi kujerên xwe yên misilman ra ra bûn bira û şerê dewletên kafir(!) kirin.
Berdêla wê biratîyê, welatên wan ê parçebûyî bû çar parçe…
Di dawîya heman sedsalê da, di bin tesîra bayê sosyalîzmê da man û bi qewlê enternasyonalîstîyê tevgerîyan.
Bi nave kurd û kurdayetîyê derketin serê rê, di rê da ji xwe û ji welatê xwe dûr ketin.
Ziman û dîroka xwe, kurd û kurdayetîya xwe dan alîkî û bi karker û cotkarên dinyayê ra bûn bira, bi birayê xwe ra jî bûn neyar şerê hev kirin…
Li hosîyên Ehmedê Xanî xwedî dernektin…
Ji avakirin û hilweşandina Komara Mahabadê sûd wernegirtin…
Ji tekoşerîya Mele Mistefa Barzanî ra pozê xwe badan…
Bakûr û Başûr…
Rojhilat û Rojava ji hev qetîyan.
Firsenda ku li Başûr bi dest kest, sî sal e bi yekitîyeke neteweyî nexemilandin…
Ew kemasî çend sal e jî li Rojava tê dubarekirin.
Loma piştî referenadumê li Başûr peyva serxwebûnê hate ji bîr kirin.
Îro jî Rojava bû Bakûr û Rojhilatê Surîyê…
Di dem û rewşeke wusa da ji rojhilatê welat mizgînîyek hat.
Mizgînîya yekitîyê…
Yekitîya ku kurd jê bêpar û loma hê bindest in…
Her du alîyên Hizba Demokrata Kurdistanê, ku wek PDKÎ jî dihat naskirin, gaveke pîorz avêtin û yekitîya xwe ragihandin.
Roja 4ê Tebaxê civîneke hevbeş lidarxistin û piştî civînê bi fermi yekgirtina xwe diyar kirin. Ew dê ji vir pê va wek partiyek û bi navê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê xebata xwe bidomînin.
Rêkeftina yekgirtina her du baskên demokratan ji aliyê Berpirsê Giştî yê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê Mistefa Hicrî û Sekreterê Giştî yê Hizba Demorkata Kurdistanê Xalîd Ezîzî va hatiye îmzekirin.
Endamê Komîteya Navendî ya HDKÎ, Kemal Kerîmî jî roja 21ê Tebaxê ragihandibû, ku her du alî li ser hemû xal û bendan li hev kirine…
Li ser mijarên siyasî û rêxistinî li hev kirine û biryara kongreyeke hevbeş dane, ku di nav salekê da bê lidarxistin.
Heta wê demê jî partî bi navê Baregeha Hizba Demokrata Kurdistana Îranê û ji alîyê navendeke ka ku ji 12 kesan pêk tê dê were birêve birin. Serokê navendê jî dê ji HDKÎ, berdevkê wê jî ji HDKê be.
Sekreterê Giştî yê HDKÎ Mistefa Hicrî di derbarê pêvajoya yekgirtinê da wiha dibêje:
- Pêvajoya ku tê meşandin zehmet lê belê hêvîbexş e. Vê parçebûnê zirar gihand yekbûna Hizba Demokrat. Yekgirtin dê tevgera Rojhilatê Kurdistanê xurttir bike.
Sekreterê Giştî yê HDKê Xalîd Ezîzî jî gotinên Mistefa Hicrî dipejirîne û dibêje:
- Ji bo xurtkirina têkoşîna gelê Kurd û misogerkirina serkeftina berxwedana gelê xwe, em dê refên xwe bikin yek.
Wek tê zanîn, HDKÎ ya jî bi nave wê yê din PDKÎ di sala 1946an da li bajarê Mihabadê û ji aliyê pêşewayê nemir Qazî Mihemed û hevalên wî va hatibû damezrandin.
Di dawiya sala 2006an da, di nav refên partîyê da nakokî derketibû û HDKê di civîneke çapemeniyê da cudabûna xwe ya ji HDKÎ yê ragihandibû.
Piştî parçebûnê, demeke dirêj her du alî ji hev dûr sekinîn û nêzikî hev nebûn. Dû ra têkîlyên ku di navbera wan da çêbûn, ew jî bê encam man.
Lêbelê têkilîya wan qut nebû, piştî 16 salên dirêj şûnda be jî, her du Hizbên Demokrat ên Rojhilatê Kurdistanê gaveke pîroz avêtin û yekbûna xwe dîyar kirin.
Ev gav ne tenê ji bo kurdên Rojhilat, ji bo hemû kurdên ji yekitîyeke neteweyî bêparf mane jî gaveke pîroz e.
Jiber ku Kurdistan yek…
Azadî û serxwebûna Kurdistanê jî bi yekitîya kurdan va girêdyayî ye.
Ev gava pîroz berê li alîgir û kedkarên HDKÎ yê, dû ra jî li kurdistanîyên ku dibin hevparê vê gavê û şabûna xwe nîşan didin, pîroz be!
30.08.2022