Mirov bi kîjan zimanê biaxife, mejûyê wî jî bi tewna wî zimanî dixebite.
Gor tewna wî zimanî difikire û dijî.
Bi wî zimanî dixwîne û dinivîse…
Li muzîka ku bi wî zimanî hatîye çêkirin guhdarî dike…
Bi henekên ku bi wî zimanî hatine kirin, dikene…
Bi peyvên bi wî zimanî digirî û şînê dike…
Jiber ku ziman ne tenê amûra axaftinê, herwiha berdevkê raman e jî.
Pîvana zanîn û nezanîyê jî ji bikaranîna ziman pêk tê.
Mirov qasî ku zimanê xwe bi kar bîne, zana…
Bibêparmayîna ji zimanê xwe jî ewqas nezan e.
Hemû miletên li rû dinê, zimanê xwe yê zikmakî berê ji dê û bavên xwe hîn dibin. Dû ra bi perwerdeyîya bi wî zimanî mezin dibin û dikemilin.
Di berdewamîya jîyana xwe da fêrî zimaneke bîyanî bibin, wê fêrbûnê jî bi beranberîya zimanê xwe yê zikmakî dikin.
Loma di her xalên jîyana xwe da zimanê xwe bi kar tînin.
Mixabin gelên bindest tenê ji vê yekê bêpar in.
Ew zimanê xwe yê zikmakî ji dê û bavê xwe hîn bibin jî, bi gelemperî bi zimanê dagirkerên xwe perwerde dibin û tên pişaftin.
Berê zimanê xwe jibîr dikin…
Dû ra ji çand û hunera xwe dûr dikevin û ji koka xwe diqetin.
Jîyana wan jî, fikr û ramanên wan jî tên guhartin…
Bi fikr û ramanên dagirkerên xwe va dikemilin.
Loma bi demê ra dişibin neyarên xwe û mîna wan dijîn…
Heta dijbertîya dagirkerên xwe jî bi tewna ku ji wan hînbûne dikin.
Weke mînak:
Kurdên bakur…
Mêjûyê piranîya kurdên bakur bi tirkî dixebite.
Loma ew her tiştî gor mêjûyê xwe yên zimanTirk dinirxînin û îzah dikin…
Her çiqas xwe tirk nebînin û dijbertîya tirkan jî bikin, sedem bikaranîna ziman ew jî weke tirkan difikirin û dijîn.
Ferqa wan a ji tirkan ew e, ku ew xeletî û şaşîyên xwe, nezanî û xizanîya xwe jî bi kêmasîyên tirkan va pîne dikin.
Wek tê zanîn bakûrîyên ku li Europayê dijîn jî bi piranî bi tirkî, bi zimanê dewleta ku jê revîyane û neyartîya wê dikin, diaxifin.
Di malên xwe da jî…
Di kûçe û kolanên bajaran da jî tirkî bi kar tînin.
Ji vê sosretîya xwe bêhayîdar in.
Lêbelê ji hinek pirsên tirkan jî diqahirin û dîn û har dibin.
Tu dinihêrî ketîye milê hevalê xwe, di nav sûkê da û bi dengê bilind tirkî daxife.
Tirkekî rêya xwe şaşkirî, jibo alîkarîyê nêzik bibe û pirsa; „Gelo tu tirk î?“ lê bike, weke sofîyê ku bi cezma bikeve, ji nişkava serê xwe çeporast dihejîne.
Bi hêrs û qêrîn, lê dîsa jî bi tirkî bersiva pirsê dide û dibêje; „çima li enîya min nivîsîye ku, ji dûr va jî tu min tirk dihesibînî…“
Tirkê rêya xwe şaşkirî, poşman bibe û rêya xwe buguherîne jî, kurdê zimanTirk bi xwe nayê û li xwe vengare…
Bi wê hêrs û kelecanê, dest bi axaftinêke pûç û vala, ji nijadperestîya tirkan va dest pê dike û bi hovitî û kuvîtîya wan va didomîne.
Bi tawanbarîyek tund, „çima di nav ewqas kesî da tê û wê pirsa ji min dike…“ dibêje û mîna rûnê zeytûnê derdikeve ser…
Lê nafikire ku, tu kes cîhê bîla bê sebep nêzikî merîya nabe û rasterast nijadîya merîya napirse.
Mêjû şêlû ye.
Loma axaftina xwe ya bi tirkî normal, pirsa tirkê ku jê ra gotibe; „Gelo tu tirk î?“ jî nenormal dinirxîne…
Sosretîya xwe nabîne…
Bi pirsa tirkê rêşaşkirî xwe welatperest, hemû tirkan jî nijadperest dibîne…
07.07.2022