Xwendin û nivîsandin bi tena serê xwe karên pîroz in.
Her çiqas bi xwendina zêde ra ronîya çavên merîya kêm bibe jî, nêrîna merîya fireh, rêya merîya jî ronî dibe. Nivîskar jî bi xwendinê ra rêya xwe, bi nivîsandinê jî rêya li ber xwendevanên xwe ronî dike.
Ger ku nivîs bîranîn be û ji bûyer û serpêhatîyên jîyayî pêk hatibe, bi xwendin û nivîsandina wan tecrûbeyên merîya jî zêde û dewlemend dibe.
Bîranîn bi nivîsandina xwe binetarên wêjeyî, bi naveroka xwe jî belgenameyên civakî û dîrokî ne.
Nivîsandina bîranînan di wêjeya Rojava da xwedî cihekî girîng û dewlemend e. Her çiqas Anabasîs a Ksenephon wek mînaka yekemîn were qebûlkirnê jî, nivîsandina bîranînan di sedsala 17an da û li Rojava dest pê kirîye.
Ji dema Ronensansê pê va gelek nivîskar, rewşenbîr û sîyasetvanên rojavayî bîranînên xwe nivîsandine. Îro jî dîsa herî zêde rojavayî bîranînên xwe dinivîsînin û weke bav û kalên xwe, serpêhatî û tecrûbyên xwe bi hunera ziman dixemilînin û ji nifşên nû ra wek mireteke mayînde dihêlin.
Jiber ku bîranîn her çiqas ji serpêhatîyên şexsî pêk werin jî, ew bi bûyerên civakî ra girêdayî ne û parçeyek ji dîroka civaka wê demê ne. Xwedîyê bîranînan jî, bi tecrûbe û çavderîyên xwe, bi awayekê rola xwe ya ku di dîroka civaka xwe da lîstîye, dinivîsînin.
Mixabin wek hemû xalên jîyanê, di xalên çand û huner da, bi taybetî nivîsandina bîranînan da jî civakên rojhilatî li paş û peya ne. Leheng û rêvebir, ronakbîr û rewşenbîrên civakê jî bîranînên xwe nenivîsîne û ew bi xwe ra birine gorê.
Di warê xwendin û nivîsandinê da rewşa kurdan ji civakên rojhilatî jî cudatir e. Kurd îro jî, ji xwendin û nivîsandinê hez nakin û ji herdu karên pîroz jî dûr disekinin. Lêbelê ji axaftinê hez dikin û zêde diaxifin, bê pîvan û bê westan…
Bêguman ev taybetmendîya kurdan jî bêsedem nîne, heta sedemên wê jî ne yek e û zêde ne. Ji wan sedeman yên herî girîng, ez bawer im yek bindestîya civakê be yek jî qedexebûna zimanê kurdî ye.
Loma wêje ya devkî di gundan da û bi rêya dengbêj û çîrokvanan va pêşda çûye û hê jî dewlemend e. Mixabin wêjeya nivîskî ya ku warê wê bajar in, bi rêya pişaftinê pêşî lê hatîye girtinê û ew jî kêm û qels e.
Ronakbîr û sîyasetvanên Kurdên ku ji xwendin û nivîsandinê dûr disekinin, dema ku bi heval û hogirên xwe ra tên ba hev, bîranîn û serpêhatîyên xwe yên vik û vala jî dixemilînin, mîna çîrokbêjek xwedî huner, li hev zêde û bi hev ra parve dikin. Heta ne yek carê, bi caran û bi heman peyv û hevokan va dubare û sêbare dikin, ku bi dîsa jî ne gotarvan diwestin, ne jî guhdarvan eciz dibin.
Loma wêje ya kurdî ya nivîskî feqîr, beşa bîranînan jî bêtir feqîr e. Di nav Kurdên Bakûr da kesên ku bîranînên xwe nivîsandine, ew jî bi gelemperî sîyasetvan in û zimanê bîranînên wan jî bi tirkî ye. Jixwe ew jî di bîranînên xwe da tenê bi rewşa xwe ya siyasî û bi bûyerên xwe yên şexsî va mijûlin. Xwe wek dêw ên heftserî dihesibînin û tenê qala xwe dikin. Di bîranînên xwe da jî di ser pozê xwe ra ne kesî ne jî bûyerên ku ji derveyî wan qewimîne, dibînin. Loma bîranînên wan feqîr û yekalî, xwendina wan jî mîna nanê tisî bê tahm û bêwate ye.
Qasî ku ez dizanim, di 40-50 salên dawîyê da Cegerxwîn û Osman Sebrî bîranînên xwe bi Kurdî nivîsîne, ku ew jî şair û nivîskarên ji binxetê ne.
„Jînenîgarî“ ya Cegerxwîn û „Bîranînên“ Osman Sebrî, di vê beşa wêjeyî da mînakên herî balkêş û serkeftî ne.
Ji Kurdên Bakur yê ku bîranînên xwe bi kurdî nivîsîne, ji wan yek Kazim Budak yek jî Mehmet Özalp e.
Min bîranînên Kazim Budak, ku bi navê „Ji Heysivê heta Stockholmê“ hatîye weşandin, çend sal berê xwendibû û kêf jê girtibû.
Bîranînên Mehmet Özalp, „Lepên Tarî“ jî her çiqas salek berê hatibe weşandin jî, di demeke nêzîk da gihîşte destê min. Birêz Mehmet Özalp pirtûka xwe ji min ra şandibû û min bi kelecan dest pê kir û xwend. Bêguman sedem hinek bûyerên ku di bîranînên wî da cîh digre, xemgîn bûm, ku ji wan yek jî kuştina Parêzerê Kurd Şewket Epözdemir e. Lê dîsa jî ji xwendina pirtûkê, bi taybetî ji vegotin û zimanê nivîskar ê zêlal kêf girt.
Mehmet Özalp şaredarê kevn yê bajarokê Tetwanê ye.
Di hilbijartina herêmî ya sala 1989an da, jibo pênc salan hatiyê hilbijartin. Mixabin, hê dawî li dema şaredarîya wî nehatîye, sedem qewimandina bûyerên ku di vê pirtûkê da cîh digrin, di destpêka sala 1994an da Tetwan terk kirîye û koçberî Ewropayê bûye.
Li Swedê bi cîh bûye û bîranînên xwe yên ku ji dema şaredarîya wî pêk tên, li wir nivîsîye û di bn navekî balkêş da berhev kirîye.
„Lepên Tarî…“
Lepên Tarî di nav weşanên Doz da, li Stenbolê hatîye weşandin.
Mehmet Özalp di bîranînên xwe da ne tenê bûyerên ku di wê demê da qewimîne, rewşa cîvakî ya Tetwanê jî bi hûrgulî li berçavan radixîne û dîroka Tetwanê ya wê demê jî dinivîsîne.
Loma naveroka pirtûkê jî qasî navê wê balkêş e.
Lêpên Tarî…
Ji navê pirtûkê bêtir wek pirseka ku li benda bersiva xwe sekinîbe, bala merîya dikişîne.
Gelo ew lep, lepên kî û kê ne?
Ev tatêla ku bi vê pirsê va dest pê dike, merîya digre û di nav rûpelên pirtûkê da digerîne.
Bi qulubandina rûpelan va mirov bi xwedîyê bîranînan ra xwe di nav rêwîtîyeke dûr û dirêj da dibîne.
Ger derdikeve serê Çîyayê Sîpanê Xelatê, ger ji kaş û newalan ra dadikeve xarê û li pelavên Behra Wanê pêgermokê digerîne.
Bi wê ger û pêgermokê va bersiva pirsa ku ji nave pirtûkê tê nêzîk, kelecana xwendinê jî zêde dibe.
Kelecana min jî zêde bû.
Jiber ku Tetwan jibo min jî bajarokeke nas û nêzîk, ew kesên ku di pirtûkê da qala wan tên kirin, piranîya wan ji Tetwanê jî bêtir nas û nêzîk in.
Ji xwendina Lepên Tarî kêf girt, jiber ku birêz Mehmet Özalp, wek nivîskarek serkeftî, bîranînên xwe bi kurdîyeke zelal û bi vegotineke herikbar nivîsîye.
Hêvîdar im ev ked û xebata wî ya giranbuha cîhê xwe bibîne…
01.06.2022