Bi leqeba xwe Galo, mirovekî feqîr û belengaz bû. Navê wî yê rastîn, ji alî tu kesî nedihat zanîn. Di dema zarokatîya wî da ew leqeb lê hatibû kirin, bi wê leqeba xwe dihat nasîn.
Mirovekî xebatkar bû Galo, di çar demsalên salê da bênavber dixebitî. Di mehên bihar û havînê da ji gundîyan ra paletî, di demsalên payîz û zivistanê da jî xulamtî dikir.
Beranberî kar û xebata xwe ji kesî pere nedigirt. Di şûna peran da ji bo debara zar û zêçen xwe genim, ji bo xwe jî titûna kamaş distand, ku zar û zêçên wî birçî nediman ew jî bê cixare…
Bi destpêka biharê va berf dihelîya, gul û sosin dipişkifîn, xweza bi rengînîya xwe dixemilî.
Gundî bi şahîyên curbecur pêşwazî li hatina biharê dikirin…
Qîz û xort diketin destê hev û direqisîn, jin û mêr bi kilam û stranan govend digerandin.
Derdiketin serê çol û çîyan, di nav xwezayê da digerîyan, gor demê bi gulik, ribês û kivkarkan va vedigerîyan.
Galo ji hemû şîn û şahîyên civakê dûr disekinî û tenê ji dûr va temaşe dikir.
Rojek ji rojên biharê, dîsa titûna Galo qedîyabû, loma ji kirê cixarê dîn û har bibû.
Ne di gund da dikanek hebû, biçûya û bi deyn paketek cixare jê bikirîya, ne jî ji bo çûyîna bajêr di berika wî da wereqeyek…
Ketibû nava gund, yekoyek li derê cixarekêşan xistibû, mixabin dest vala vegerîyabû.
Li ser banê xanî ketibû pêgermokê, li dora xwe diçû û dihat, bi dengê bilind diaxifî û ji kesên bênav ra dida xebera.
Rewş û xeberên wî bala çînarekî dikişine. Cînar hêdîka nêzikî Galo dibe û jê ra dibêje; „Kero tu çima ji xelkê ra didî xebera, here lavayê jina xwe bike, gilokeke rîs jê bigre û berê xwe bide bajêr. Giloka xwe bifroşe, ji xwe ra çend pakêt titûnê bikire û vegere…“
Bi gotinên cînar ra, Galo ji banê xanî dadikeve xarê, diçe mal û li ber jina xwe çok dide erdê, bi lava û rica jê ra dibêje:
- Keçê ez ketime ber bextê te, li malê tişteke ku pere bike tune, ez bibim li bajêr bifroşim û ji xwe ra paketek titûnê bikirim.
Hê Galo gotina xwe neqedandîye, jinik gotinên wî dibire û bi nifirên curbecur dike qareqar û dibêje:
- Ma tu rewşa malê nizanî malxirab, hatî ji min tiştekî dixwazî. Nan tune ez bidim ber zarokan, tu bi derdê cixara xwe ketî yî.
Galo ji gilî û gazinên jina xwe diqahire û bi dilekî xemgîn radibe ser pîyên xwe, histûyê xwe di ber xwe da xwar dike û ji malê derdikeve. Hinek di nav gund da digere, lazek şûnda vedigere û carek din dîsa lavayê jina xwe dike:
- Keçê ma tu hergav hirîyê dirêsî. Qet gilokek rîs jî tune, ez bibim bajêr bifroşim û ji xwe ra çend pakêtên titûnê bistînim. Ez ji kirê cixarê dîn û har bûme û nizanim çi bikim.
Jina wi dîsa weke hercarê di ber xwe da digirî û bi gilî û gazinan dbêje:
- Mala te xirab bibe û di ser serê te da were xarê, ma tu xêncî cixarê tiştekî din nafikirî. Gore di lingên zarokan da tune, ew havîn û zivistan pêxas digerin. Tu ji xwedê natirsî daw û doza hirîya ku bi lava û rica min ji cînaran pars kirîye, dikî û gilokek rîs ji min dixwazî. Ez heta gilokek rîs didim te, ezê bikim gore û têxim lingê zarokan.
Herçiqas jina wî bi gilî û gazinan rê li ber Galo bigre jî, ew dest ji lavakirinê bernade. Di encamê da jinik pêsîra xwe ji Galo xilas nake û bêçare radibe gilokek rîs tîne û li pêşîya Galo datîne. Galo giloka rîs digre, dike binê çenga xwe, bê deng û bê seda dikeve rê û berê xwe dide bajêr. Di rê da hinekî diçe, giloka rîs digre nav herdu destên xwe hêdî diteqilîne. Giloka rîs sivik, titûn jî bihaye. Bi xwe jixwe ra dibêje, “ne hewce ye, ku ez ji bo vê gilokê ewqas rê biçim.”
Hinek di cîyê xwe da disekine û difikir e, lê kirê cixarê ew dîn û har kirîye. Li alîkî difikirel li alîkî jî gavên xwe bêhemdî diavêje û dimeşe. Piştî çend gavan şûnda mêze dike, ku li pêşîya xwe çi bibîne, kusîyek di nav hêşînayîyê da li xwe civîyaye û di cîhê xwe da sekinîye. Galo ber bi kusî tere, hêdîka bi lingê xwe kûsî dilivîne, kûsî sax e. Li liv û tevgera kûsî dinihêrê û di dilê xwe da difikire; „giloka piçûk û sivik, kûsîyê giran û bêdeng…“
Li kêleka kûsî çok dide erdê û bi kûsî ra dilîze. Dû ra serê giloka rîsê xwe digre, dide ber singê kûsî û rîs hêdî hêdî li kusî dialîne. Kusî di nav rîs da wenda û giloka rîs jî mezin û giran dibe. Galo, giloka rîsê ku kusî di nav da hembêz dike, gavên xwe fire diavêje û bi kelecan ber bi bajêr dimeşe. Bi danê nîvroyê ra xwe dgihîne sere bajêr û di di nav sûka bajêr da çeporast digere. Li derdora xwe dinihêre, çavê wî li mirovekî qelew û rûken dikeve. Qelewî û rûkenîya wî bala Galo dikişîne. Piştî çend gavan silava Xwedê li mirovê qelew dike û bi lava û rica jê ra dibêje:
- Birayê delal, ez mirovekî belengaz û gundî me. Zar û zêçên min di mal da tî û birçî û li benda parîyek nanê tisî ne. Ez im û ev giloka rîsê min e. Gelo tu dikarî alîkarîya min bikî, ez rîsê xwe bifroşim û bikaribim ji zar û zêçan ra parîyek nan bikirim.
Mirovê qelew li ser û guhê Galo dinêre, dû ra difikire, ku ewê çawa Galo baxapîne û risê wî erzan jê bikire. Bi rûken li Galo dnihêre û jê ra dibêje:
- Tu tam rastî merîyê xwe hatî yî. Ez Hesen, ji min ra Hesoyê Gardîyan dibêjin. Ji bo gilokek rîs ne hewce ye, tu herî bazarê û xwe biwestînî. Ez dê rîsê te bikirim, jixwe ev çend roj bû xanima min ji min ra qala rîs û çêkirina goreyan dikir û guhê min dibir. Ez dê vê gilokê bikirim û bibim bidim ber, êdî gore ya jî xalî û xalîçe, çi çê dike, ew dizane…
Galo bi gotinên Hesoyê Gardîyan kêfxweş dibe û dibejê:
- Hesen Efendî, ger ku tu dixwazî rîsê min bikirî, divê em berê biçin dikanekê û glokê biwezinînin.
Hesoyê Gardîyan:
- Ma ew jî tişteki ye. Heta roja îro min bi hezaran kes ji erdê bilind kir, giranîya wan pîva û dû ra li erdê xist. Ez nikarim giranîya giloka te biwezinînim…
Heso gilokê ji destê Galo digre, dike nav herdu destên xwê û diteqilîne, dû ra li Galo mêze dike û bi rûken jê ra dibêje:
- Gor zena min ji du kîlo û nîvê hinekî zêde ye, lê ji bo xatirê te û zarokên te, ezê sê kîlo hesab bikim.
Qasî ku Galo ji gotinên Hesoyê Gardîyan kêfxweş dibe, ewqas jî tirs û kelecana wî zêde dibe. Bi wê tirs û kelecanê destê xwe dirêjî Hesoyê Gardîyan dike û dibêje:
- Hesen Efendi, ne hedê min e, ez gotina te li erdê bixim. Madem te giranîya wê kifş kir, ji bo bihayê wê jî tiştekî maqûl bibêje û em bazara xwe biqedînin.
Hesoyê Gardîyan:
- Bawer bike, dilê min bi te pir şewitî, loma ez rîsê te dikirim. Çawa ku min giranîya wê zêde hesab kir, ez dê bihayê wê jî zêde hesab bikim, ku bila ew jî xêra dê û bavê min be. Jibo serê kîloyê pênc wereqe û ji bo sê kîloyan jî ez panzdeh wereqeyan didime te, ne tu dengê xwe bike ne jî ez…
Galo:
- Xwedê ji te razî be û mala te ava be. Madem ji dilê te ew hatîye, bila gotina te be. Lê tenê biryarek min heye. Dema ku ez tiştekî bikirim ya jî bifroşim, berê bixêr dikim û bazara xwe diqedînim.
Galo destê Hesoyê Gardîyan digre, dike nav herdu destê xwe, ber bi jor û jêr dihejîne û pê ra jî dibêje:
Bazar he ye bi hizn û riza ye
Qeregoz di navda raza ye
Ez terim tu dimînî, vedîkî dibînî
Poşman bibî jî, êdî min nabînî
Galo vê çarînê sê caran li ser hev dibêje û destê Hesoyê Gardîyan berdide. Perê xwe digre, yekoyek dijmêre û dike berîka xwe. Giloka rîs a ku kûsî di nav da razaye, teslîmî Heso dike, xatirê xwe jê dixwaze û dûr dikeve.
Hesoyê Gardîyan jî berê xwe dide mala xwe û çend xulek şûnda bi rûken di derî ra dikeve hundir. Bi dengeke bilind bang li jina xwe dike û dibêje:
- Qîzê tu li kû yî? De hela were min ji te ra çi anîye, bi çavê serê xwe bibîne û dilşa be.
Jina Heso ji cîhê radibe û ber bi derê der tere, çi bibîne, di hembêza Heso da gilokek rîs a qasî zikê wî yê gilover…
Dema ku jinik tê pêşîya wî, Heso golokê dide destê wê û jê ra dibêje:
- Te her roj rîs ha rîs digot û guhê min dibir. A han ji tera gilokek rîs. Dixwazî ji zarokan ra gore, dixwazî ji xwe ra xalî û xalîçe çê bike. Ji vir şûnda li ba min êdî qala rîs û hirîyê meke.
Jinik gilokê di hembêza xwe da diteqilîne û dibêje:
- Lolo Xwede ji te razî be, min ji te gilokek rîs xwest lê gilokeke ne evqas mezin û giran. Ez dê çawa pê bixebitim. Divê tu alîkarîya min bikî, ku ez wê di nav çend gilokan da dabeş bikim.
Heso xwe li ser sedirê dirêj dike, pala xwe dide palpiştê, zikê xweyê gilover mizdide û dibêje:
- De here lê, min ji te ra rîs anî û da ber te, êdî dest ji pêsîra min berde. Rîs jî rîsê te, kar jî karê te ye, çawa dixwazî wisa bike, bes ku tiştekî din ji min nexwaze.
Jinik gumana xwe ji Heso dibire, gilokê datîne erdê, serê rîs bi darekî zirav va girê dide û li dora dar dipêçe. Du, sê gilokên piçûk li hev lûr dike, lê gilok hê nîvî nebûye. Ji bo giloka çaran dest bi lûrkirinê dike, lê çi bibîne, di nav çend tayê mayîn da kûsîyek dike fişe fiş û raza ye. Jinik vediciniqe, giloka destê xwe davêje, bi tirs û xof ber bi Heso direve û dibêje:
- Malxirab, kî te xapand, rabe li pê keve. Di nav giloka rîs da kusîkî qasî serê te raza ye.
Bi dengê jinikê ra çarîna ku Galo dema xêrkirina bazarê da jê ra gotibû tê bîra Hesoyê Gardîyan. Heso bi hêrs serê xwe dihejîne û ji jna xwe ra dibêje:
- Ez rabim, li pey bikevim û çi bikim. Dema ku me bazara xwe kir, kurê kerê sê cara li ser hev got; „di nav da raza ye…“ Lê ji wan gotinên wî ne ez ketim şikê, ne jî min tiştek jê fam kir. Min çi got, wî qebûl kir. Qaşo min dixwest ez wî kerî bixapînim, lê wî ez xapandim. Ser da jî bi qilf û henekên beredayî….
Jinik:
- Merivê ku ji sibê heta êvarê li xirabîya xelkê bigere û wan bixapîne, rojek jî ji alî gundîyek va tê xapandin. Tişta ku te şik nekiribû, te bi çavê serê xwe dît… Ev rîsê min, ev jî kûsîyê te, dixwazî serjê bike û bixwe, dixwazî bifroşe, êdî tu dizanî…
Bersiva ku Hesoyê Gardîyan bide jina xwe, difikire lê nabîne. Hêdika ji cîhê xwe radibe, li dora kûsî pêgermokê datîne û mîna girtîyên ku ji destê wî kişandibûn, tere û tê.
Galo jî piştî bazara xwe dikeve dikanekî ji xwe ra qasî ku perê wî têrê bike, titûnê dikire û derdikeve serê rê. Paketekê vedike, ji xwe ra cixareyek qalind dipêçe, kolozê xwe di ser enîya xwe da xar dike û bi rê dikeve. Li alîki bi dilê xwe gurmikan li cixarê dixe, li alîkî jî di ber xwe da distirê û ber bi gund dimeşe…
ikramoguz@navkurd.net