27 Nivîskarên Edebîyata Cîhanê, navê pirtûka nivîskarê Kurd Yusuf Kaynak e.
Kaynak gera xwe ya ku di nav edebîyata cîhanê da dike, di vê pirtûkê da jî didomîne.
Di vê pirtûkê da jî li şopa 27 nivîskarên cîhanê gerîyaye, ew nivîskarên ku bi deng û rengên xwe edebîyata cîhanê xemilandine û dewlemend kirine.
Kurtejîyana hemû nivîskaran bi kurdîyeke zelal wergerandîye.
Berhemên wan ên bi nav û deng xwendîye û gor nêrîna xwe bi kurtayî nirxandîye.
Kar û xebata xwe ya bi salan di nav pirtûkeke qalind û giranbiha da, bi behevkirineke baş pêşkêşî xwendevanên Kurd kirîye.
Ev pirtûk, di vî warî da xebata Yusuf Kaynak a duyemîn e.
Xebata wî ya yekemîn salek berê û bi navê „Guldesteyek ji Edebîyata Cîhanê“ hatibû weşandin.
Kaynak di wê pirtûkê da, ku mirov dikare wek cilda yekemîn jî bi nav bike, cîh dabû 32 nivîskarên cihanê. Ji wan 25 nivîskar ji welatên li ser parezmîna Ewropayê, 7 nivîskar jî ji çend welatên Rojhilata navîn bûn.
Bi kurtejîyan û nirxandina berhemên wan, 32 nivîskarên ku di demên cûda da û bi zimanên cuda mohra xwe li edebîyata cîhanê xistibûn, dabû nasîn.
Heval û dostê min ê hêja Yusuf Kaynak cilda yekemîn a ku bi navê „Guldesteyek ji Edebîyata Cîhanê“ salek berê jî ji min ra şandibû.
Min ew guldesteya wî bi kêfxweşî xwendibû, di derbarê wê da nêrînên xwe jî nivîsandbû û bi xwendevanê NavKurdê ra parva kiribû.
Kaynak, di pêşgotina wê cîldê da qala armanca xwe ya ji bo vê xebatê kiribû û gotinên xwe wiha anîbû ziman; „Armanca min ev e, ku bi vê xebatê nifşê kurd yên ciwan ji edebîyata cîhanê agahdar bikim. Mebest ji hilbijartina van nivîskaran, ew li welatê xwe û li cîhanê bi navûdeng in. Berhmên wan zêde hatine/tên xwendinê û bûne klasîkên edebîyata cîhanê…“
Bi vê armancê Kaynak ji bo cîlda duyem jî 27 nivîskar hilbijartîye û bi kurtejîyan û nirxandina berhemên wan ew bi berfirehî dane nasîn.
Di pêşgotina vê cîldê da jî Kaynak wiha dibêje „Cîlda yekem ji nivîskarên ku netew û zimanên wan ji hev cuda, pêk hatibû. Di vê cilda duyem da nivîskarên ku tenê bi zmanê Îngilîzî nvîsandine, cîh digrin…“
Ew nivîskarên ku Kaynak di cîldê da cîh dane wan ev in:
Ji Avusturyayê Stefan Zweig.
Ji Kanadayê Alice Munro.
Ji Ukraynayê Josph Conrad.
Ji Romanyayê Elie Wiesel.
Ji Zelanda ya Nû Janet Frame.
Ji Afrîka ya Başûr John Maxwell Coetzee, Nadine Gordimer.
Ji Îrlandayê James Joyce, Oscar Wilde, Samuel Beckett, William Blake, William Butler.
Ji Îngilîstanê Charles Dickens, George Eliot, George Orwel, JRR Tolkien, Patrick White, Virginia Woolf, William Shakspeare.
Ji Amerîkayê Edgar Allan Poe, Ernest Hemingwey, Jack London, John Steinbeck, Mark Twain, Sinclair Lewis, TS Eliot, William Faulkner.
Bêguman dema ku mirov di nav rûpelên pirtûkê da dikeve rêwîtîyê û rastî nav û berhemên nivîskaran tê, hemûyan nas û nêzîk dibîne.
Min jî kêm zêde berhemên pirranîya van nivîskaran xwendîye û bi taybetî tahma ku min ji berhemên Jack London, Hemingwey, Stefan Zweig, Charls Dickens û yên din girtibû, bi xwendina vê pirtûkê va careke din bibîr anî.
nas û nêzîk dît, berhemên wan ên ku xwendibû, yekoyek di ber çavên min ra derbas bûn.
Jiber ku hemû nivîskarên bi nav û deng û xwedîyê berhemên klasîk in.
Li welatên cuda û di demên cuda da jîyabin û bi kok û esaleta xwe ji hev dûr bin jî, di jîyana wan da gelek hevparîyên bingehîn jî cîh digrin.
Ji wan yek nivîskarîya wan a bi nav û deng be, yek jî zimanê nivîskarîya wan e.
Hemûyan berhemên xwe bi zimanê Îngilîzî nivîsîne, bi reng û dengê îngilîzî edebîyata cîhanê xemilandine û dewlemend kirine.
Kaynak jî di rêwîtîya xwe ya ku di nav edebîyata cîhanê da kirîye da, vala nesekinîye û karekî pîroz anîye cîh.
Di nav wê dewlemendîyê da nivîskar û berhemen wan ên sereke hilbijartîye, xwendiye.
Bi xwendinê jî nesekinîye, bi ked û xebata xwe ya salan di nav du pirtûkên qalind û giranbiha da berhev kirîye. Ew ne tenê nivîskarên cîhanê û berhemên wan ên klasîk dide nasîn, bi nîvîs û nirxandina xwe ya bi Kurdî, zimanê me yê şirîn jî dixemilîne û dewlemend dike.
Cilda yekmîn a vê xebatê, „Guldesteyek ji Edebîyata Cihanê“ bû, ku min ew salek berê xwendibû, cilda duyem, „27 Nivîskarên Edebîyata Cihanê“ jî çend roj berê dest pê kir û bi kelecan xend û qedand.
Yusuf Kaynak bi vê xexebata xwe jî weke navê ya yekemîn, desteyek gul dîyarî xwendevanên Kurd dike. Min ji reng û bêhna gulên wî kêf girt.
Loma ji bo ked û xebata wî ya giranbiha careke din Yusuf Kaynak pîroz dikim.
Hêvîdar im ev ked û xebata pîroz qasî ku di pirtûkxaneya Kurdî wek arşîveke mayînd c^hê xwe ji niha da girtîye, ji alî xwendevanên Kurd va jî were dîtin û were xwendin.
13.05.2022
Tebinî:
„Guldesteyek ji Edebîyata Cîhanê“ di nav weşanên Sitav da derketibû.
„27 Nvîskarên Edebîyata Cîhanê“ jî di nav weşanên Kîl da derketîye.