Roj nîne, ku sayîyên sivîl yên li Tirkîyê di derbarê rewşa aborî da gilî û gazinên xwe nekin.
Ji wan sazîyan yek jî Yekitîya Weşangerên Tirkîyê ye.
Yekitîya Weşangerên Tirkîyê çend roj berê daxûyanîyek dabû, mixabin ew daxûyanî tenê di rojnameyeke tirkan da hatibû weşandin.
Di wê daxûyanîyê bi hûrgulî hatibû dîyarkirın, ku gor du mehên ewil yên sala borî di herdu mehên ewil yên sala îsal da çapkirina pirtûkan bi gelemperî ji %15 kêm bûye.
Mixabin kêmanîya herî zêde jî bi rêjeya %37an di beşa pirtûkên wêjeyî da derketîye pêş.
Gor wê daxûyanîyê di herdu mehên ewil yên sala 2021an da 53 milyon 111 hezar û 427 pirtûk…
Di herdu mehên ewil yên îsal da jî 45 milyon 394 hezar û 566 pirtûk hatine çapkirin.
Gor sala par, di nav du mehên îsal da hêjmara kêmçapkirina pirtûkan jî 7 milyon 716 hezar û 861 e.
Rêjeya kêmçapkirina pirtûkan gor hinek bêşan jî wiha ye:
Pirtûkên zarokan ji %21…
Pirtûkên lêkolînî ji %22…
Pirtûkên wêjeyî ji %37 kêm…
Ligel vê kêmbûnê, pirtûkên olî jî gor sala par ji %15 zêde hatine çapkirin.
Li Tirkîyê rewşa pirtûkên bi zimanê Tirkî wusa be, êdî hûn texmîn bikin, ku rewşa pirtûkên ku bi Kurdî tên çapkirin û xwendin çawa ye…
Di derbarê rewşa pirtûkên Kurdî da daneyên wusa di destê me da tunebin jî, rewş ji alî kesên ku bi nîvîs û xwendinê va têkildar in, kêm zêde tê zanîn.
Jiber ku di vî warî da jî rewşa kurdan zelal û li ber çavan e.
Kurd bi gelemperî zêde naxwînin.
Yên dixwînin jî bi pirranî zimanTirk in û pirtûkên bi Tirkî dixwînin.
Loma di destê me da herçiqas dane tunebin jî mirov dikare bi hêsanî bibêje, rewşa çapkirin, firotin û xwendina pirtûkên Kurdî ji yên Tirkî jî xirabtir e.
Ne tenê di warê pirtûkên lêkolînî û wêjeyî da, di warê pirtûkên olî da jî rewşa weşankarîya kurdan bêtir xirabe.
Wek mînak:
Gor Yekitîya Weşangerên Tirkîyê çapkirin û xwendina pirtûkên olî ji %15 zêde bûne.
Gor gilî û gazinên Xwedîyê Weşanxana Nûbiharê Suleyman Çevik, pirtûkên olî yên bi Kurdî jî nayên firotin û xwendin, heta rewşa pirtûkên olî ji yên din jî xirabtir e.
Ev yek jî tê wê wateyê, ku oldarên Kurd jî zimanTirk in.
Suleyman Çevik di medya civakî da, rewşa Weşangerîya Kurdî bi gilî û gazinên xwe yên kin dinirxîne û bi kurtayî wiha dibêje:
„Kurdên çepgir kitêbên Kurdî dixwînin, lê yên dînî naxwînin…
Derdorên îslamî jî mixabin bi Kurdî naxwînin…
Îcar de bifikirin, di kitêbên weha da karê me çiqas zehmet e!
Divê em, van cûre kitêban jî li şûna zimanek din bi zimanê xwe bixwînin.“
Gotineke pêşîyan e.
Dibêjin, „herkes hundurê mala xwe dibîne…“
Ez bawerim Suleyman Çewîk jî gor firotin û xwendina pirtûkên ku bi xwe di Weşanxaneya Nûbiharê da weşandîye, gihîştîyê vê encamê, ku dibêje, „Kurdên çepgir kitêbên Kurdî dixwînin, lê yên dînî naxwînin…“
Xwezila ev tespîta wî rastbûya…
Rast e, kurdên çepgir pirtûkên olî zêde naxwînin.
Lêbelê kurdên oldar jî prtûkên ku ji alî çepgiran va hatine nivîsandin, nakirin û naxwînin.
Ev tişteke normal e.
Jiber ku di rastîya jîyanê da her mirov gor bîr û bawerîyên xwe dijî…
Gor bîr û bawerîyên xwe li heval û hogiran digere, dixwîne û dinivîse.
Kêmasîya kurdan çî ye?
Kêmasî ew e, ku bi çepgir û oldarên xwe va Kurd bi gelemperî ji ziman û çanda xwe dûrketine û ev dûrketin jî her diçe zêde dibe.
Ji ber ku kurdên oldar bi biratîya ometê…
Kurdên çepgir jî bi biratîya gelan xapîyane û berê xwe dane qîyametê…
Kurdên çepgir jî, kurdên oldar, heta kurdên nijadperest jî, di jîyana xwe ya rojane da bi Tirkî dijîn û ger ku hebe, xwendina xwe jî bi Tirkî tînin cîh.
Loma mirov dikare bi hêsanî bibêje, li Tirkîyê rewşa weşankarîya tirkan di bin krîza aborî da dinale.
Lêbelê ya kurdan li ber mirinê ye…
20.04.2022