Rêya min û Osman Kavala ji vir 35 sal berê li hev qelibîbû.
Ew karsazekî çepgir û nûjen, ez jî li Zanîngha Stenbolê, Fakulteya Aborîyê da xwendekar bûm.
Dem dawîya sala 1987an bû.
Ji qedandina zanîngehê ra hê saleke min hebû, lê ji bo ku bixebitim, li kar digerîyam.
Bi saya hevalekî li Teleteknîk a ku girêdayî Tora Kavala û di roja 1ê Befenbara sala 1987an da min dest bi xebatê kir.
Di heftê da pênc roj û di rojê da jî heyşt saet dixebitîm, ku êdî tenê ji bo beşdarbûna ezmûnan diçûm zanîngehê.
Di ser xebata min ra hefteyek derbas nebibû, rojek dane sibê ez û çend hevalên xwe ji derê der yê Teleteknîkê ra ketibûn hundur û li benda asansore sekinîbûn.
Xorteke bejndirêj ê hema hem adi sale me da, bilez û bez di ser pêlekanan ra banz dida û ber bi jêr dihat.
Qasî porê wî yê dirêj û gungulî, rû û simêlên wî yên tevlihev, botên di lingên wî da û sakoyê wî yê gewrê dirêj, rêzdarîya ku hevalên min jê ra nîşan dabûn jî bala min kişandibû.
Bi derbasbûna wî ra ez li hevalên xwe vegerîyabûm û min ji wan pirsî bû:
- Ew ê anarşist kî bû, ku we li ber dest girê da?
Hevalên min, bi matmayî li min mêzekiribûn û ji min ra gotibûn:
- Çima tu nasnakî, ew xwedîyê fîrmayê Osaman Kavala bû.
Ji wê demê pê va çar salên ji jîyana min li Teleteknîkê derbas bû. Her roj nebe jî, di wan salan da me gelek caran hevdu dît û ji bo armanceke hevpar kar û xebat kir.
Di dawîya sala 1991î da, ez bi daxwaza xwe ji Teleteknîkê qetîyam û dest bi karê weşangerîyê kir. Piştî sê salan jî sedem nêzikî sed dozên ku di derheqê min da hatibûn vekirin, ez derketim dervayî welat.
Ji wê deme şûnda rêya min û Kavala lihev neqlibî, lêbelê ji kar û xebata wî ya ku ji bo civakeke sivîl û demokrat dikir, hayîdar û kêfxweş dibûm.
Ev çend sale jî neheqîya ku lê hat û tê kirin dişopînim û ji dûr va be jî bi hest û helwesta xwe piştgrîya wî dikim.
Osman Kavala ji vir çar sal û nîv berê, di roja 19ê Cotmeha sala 2017an da hatibû girtin.
Roja 25ê Nîsanê, pênc roj bere jî, cezayê giran ê ku heta dawîya emrê xwe di girtîgehê da bimîne, lê hate birin.
Osman Kavala, di destpêkê da bi tawanbarîya organizekirina çalakîyên Parka Gezîyê hatibû girtin. Demeke dirêj bê dadgehkirin di girtîgehê da ma.
Piştî dema ku ew doz ji alî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê va hate nirxandin û dadgehê di nirxandina binpêkirina mafê wî tespît kir û daxwaza berdana wî ji Tirkîyê xwest, dewleta Tirk dest bi fêlbazîyê kir.
Di pêvajoyeke dadgehkirinê da Kavala, di doza Parka Gezîyê da hate berdan, lê beriya ku ji girtîgehê derkeve bi dozeke nû, doza sîxurîyê careke din biryara girtina wî hate dayîn…
Tirk nizanibin jî, hemû Kurd dizanin ku ewleta Tirk, di her xalî da dewleteke fêlbaz e.
Di mesela Osman Kavala da jî dest bi fêlbazîyê kir û lîstikeke dadî lîst, bi wê fêl û fêlbazîyê cezayê Osman Kavala û hevalên wî birî.
Kêm zêde du sal berê di doza Parka Gezîyê da Kavala berdabû û bi awayekê bersiva daxwaza Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dabû, di heman demê da bi vekirina dozeke din jî biryara girtina Kavala dabû û ew di girtîgehê da hîştîbû.
Roja 25ê Nîsanê jî Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê careke din vegerîya serî û di doza sîxurîyê da Kavala beraat kir, di doza ku tê da hatibû beratkirinê da jî cezayê giran ê ku heta dawîya emre xwe bikişîne, lê birî.
Weke xaçepirs…
Lêbele ev pêvajoya ku çep û rastên tirk pê matmayî dibin, ji bo kurdan tenê bûyereke ji rêzê ye.
Jiber ku heger mirov li adaleta ku dadgerên tirk ji kurdan ra rewa dibinin, binihêre, ji dadgerê ku ji Osman Kavala ra ceza birîne rehmetê jî dixwîne.
Lêbelê Tirk, ji çepên wan heta rast, ji oldarên wan heta bêîmanên wan, binpêkirina mafên kurdan jî dadgehkirina wan a ji adalete dûr jî tu car nedîtin û nabînin. Kesên ku rast werin, ew jî çav û guhê xwe digrin, ne kuştina wan dibînin, ne jî hewara wan dibihîzin.
Ev çend roj e, çepgir û rastgirên Tirk bi hev ra û bi dengekî bilind dibêjin; “Osman Kavala bê sûc û bê delîl hatîye ceza kirin.”
Rast e, di dosya darizandina Kavala da ne sûc ne jî delîlek cîh digre.
Lê bi fêl û fêlbazî sûc jî delîl jî hatîne îcat kirin.
Ew jî, tawanbarîya ji bo organîzekirina çalakîyên Parka Gezîyê ye.
Amadekarîya ji bo xwerin û vexwerina çalakvanan e.
Rasthatina wî ya bi Henry J. Barkey ra…
Tekîlîya wî ya bi George Soros ra ye û hwd…
Lêbelê dewleta Tirk di darizandina kurdan da li sûc û delîlan jî nagere, hewcedarîya fêl û fêlbazîyê jî nabîne.
Ger ku dil bixwaze, ji bo nivîsa ku hê nehatîye nivîsandinê jî, pirtûka ku hê nehatîye weşandinê jî sûc dbîne û cezayê giran li kurdan dibire.
Weke mînak:
Di navbera Gulana sala 1992 û 94an da ez berpirsîyar û xwedîyê Rojnama Azadîyê bûm.
Rojname di heftê da carê derdiket û bi derketina xwe ra jî dihat tomarkirin, ne ji alî polêsan, bi biryara dadgeh û dadgerên Tirk va.
Her heftê nivîsek ya jî nûçeyek sedem nîşan didan, belavkirin û firotina rojnamê qedexe dikirin û di derbarê me da jî doz vedikirin.
Lê carek ji caran di nîvîseke ku hê nehatibû nivîsandin da sûc dîtibûn û sedem wê nivîsa ku hê nehatibû nivîsandin û weşandin, biryara tomarkirinê dabûn û doz vekiribûn.
Hunê bibêjin çawa?
Ahmet Zekî Okçuoglu nivîskarek ji nivîskarên rojnamê bû.
Rojek berî weşana Rojnamê şûna nivîsa xwe da ji bo kuncikê xwe têbinîyek şandibû. Tê da lêborîna xwe ji xwendevanên rojnamê dixwest, ku ew nikare wê heftê nivîsa xwe bişîne.
Piştî weşanê, weke hercarê dîsa biryara tomarkirina rojnamê ji dadgeha DGMyê hat, ku em çi bibînin…
Di biryarê da sedema tomarkirina rojnamê, sûcê ku Okçuoglu di kuncikê xwe yê vala û nivîsa xwe ya hê nenivîsî da kirîye, nîşan dabûn.
Wê demê me daxûyanîyeke berfireh nivîsandibû û ji rojname û sîyasetvanên tirkan ra jî yekoyek şandibû.
Lêbelê daxûyanîya me ne ji alî rojnameyên tirkan va hatibû dîtin, ne jî sîyasetvaneke Tirk qala wê sosretîyê kiribû.
Îro jî çepgir û rastgir, oldar û bêîmanên Tirk, zilm û zordarî, neheqî û bê edlayî ya ku li kurdan tê kirin, nabînin û nabihîzin.
Weke Osman Kavala ew bixwe jî carcaran rûbirû zilm û zordarî, neheqî û bê edlayîyê dewletê bibin jî, di pirsgirêka Kurd da helwesta xwe naguherînin…
30.04.2022