Mêranîya bi tank û top ya jî reva bi jin û zarok!
Gelo kesê ku di qada şer da nejîyabe…
Di nav kavilên şer da, dê û bavê xwe wenda nekirbe û di zarokatîya xwe da sêwî nemabe…
Xewn û xeyalê xwe yên xemilandî di cîh da nehîştibe û ji axa bav û kalên xwe nerevîyabe, berê xwe nedabe koçberîyê û di kurahîya dilê xwe da, di hiş û hişmendîya xwe da çiqas êş û jana ji şer hîs dike?
Ger ku vê yekê hîs neke, çawa dikare bi hêsanî bibe alîgirê alîyeke şer?
Ya jî ew kesên ku di malên xwe yên germ da li ber computerê rûdinên û pisporên ku derdikevin televîzyonan û ser ekranên birqandî pesnê şer û mêrxasîya şervanan didin…
Gelo nizanin, mêr û mêrxasên ku ew pesnê wan didin, ji kîjan alî bin jî karê wan tenê kuştin û talankirin e?
Bêguman divê şer were nirxandin û dijberîya şer jî were kirin.
Jibo dawilêhatina şer divê çalakî jî werin lidarxistin.
Lêbelê bi zanayî, ne bi gotinên ezber û nezanî…
Ji destpêka şerê Rus û Ukraynayê va ez çapemenîya Alaman û Tirkan dişopînim, di medya civakî da jî li qêrîn û qîjîna kurdan dinihêrim.
Çapemenîya Alman cîh dide kesên pispor û bi nêrîn û pêşnîyarên wan, di navbera helwesta dewletê û hestên hemwelatîyên xwe da rola pireyeke civakî dilîze…
Çapemenîya Tirk çend kesên ku ji alî partîyên sîyasî va hatine îşaretkirin, derdixe ser ekranên televîzyonan û wan wek pisporên pirralî yên ku di her xal û her warî da xwe zana û bijarte dibînin, nîşan dide û bi gotinên wan ên ji pisporîyê dûr û ezber, gor berjewendîyên dewletê raya giştî dîzyan dike.
Kurd ji dek û dezgeyên milî bêpar in.
Kurdên ku di medya civakî da hespê xwe dibezînin, bi pirranî xwe ronakbîr û sîyasetmedar dihesibînin…
Bi tena serê xwe bin jî, xwe wek partîyên azad û dewletên serbixwe dibînin.
Ji xwe ra alîyek kifş kirine û li ser navê herdu alîyên şer, bi nezanî û gotinên ezber şerê hev dikin.
Hinek Putînê otokrat hê sosyalîst dibînin û ji bo xatirê bîr û bawerîyên xwe yên têkçûyî, êrişkarîya Rusyayê mafdar dibînin…
Hinek jî Zelenskyê ku hemû dinya bi awayek piştgirîya wî dike û loma hê nerevîyaye, wek lehengeke bêhempa îlan dikin. Bi wê yekê jî nasekinin, heta ji bêparmayîna lehengek mîna wî, heyf û mixabûna xwe jî tînin ziman.
Gelo ew kurdên ku li gel werankirina bajaran û kuştina însanan pesnê şervanîya Putîn û berxwedana Zelensky didin, ji peyva mêranî û mêrxasîyê çi fam dikin?
Gor wan şertê mêranî û mêrxasîyê çî ye?
Gelo şertê mêranî û mêrxasî tenê kuştin û çûyîna ber kuştinê ye?
Herçiqas bindestbin jî, Kurd li rû dinê bi mêranî û mêrxasîya xwe tên naskirin.
Qasî ku di şer da xwedî tecrûbe ne, ewqas jî di derbarê mêranî û mêrxasîyê da xwedî gotinên zêrîn in, ku di wan pêşgotinan da fîlozofîyeke kûr cîh digre.
Ji wan pêşgotinên zêrîn yek jî ev e:
„Ji şertê mêranî û mêrxasîyê %99 rev e!“
Ev gotin ji tecrûbeyên bav û kalên me pêk tê û di naveroka xwe da meranî û mêrxasîya ku mirov û mirôvahîyê diparêze, bi zelalî dihewîne…
Dibe ku hinek bi qilf û henekên xwe vê pêşgotinê binirxînin û bibêjin, „şertê mêranî û mêrxasîyê û rev!..“
Jibo nakokî û fîlozofîya ku di vê pêşgotinê cîh digre, were famkirin, ez dixwazim cîh bidim çend gotinên nivîsakar Swetlana Aleksîyeviç, ku ji alî dê va Ukraynî û ji alî bav da jî Belarûsî ye.
Swetlana Aleksîyeviç di sala 2015an da bi xelata Noblê ya ji bo edebîyatê hatibû xelatkirin.
Aleksîyeviç di merasima wergirtina xelata xwe da bi axaftineke kin tenê encama şer dinirxand, şerê Cîhanê ya Duyemîn…
Di beşek axaftina xwe da qala zarakotîya xwe ya ku piştî şer li gund derbas bibû, kiribû û wiha gotibû:
„Di zarokatîya xwe da li gund dijîyam. Min ji lîstika di nav kuçeyan da dihat lîstin, pirr hez dikir. Êvaran, jinebîyên gund, jinebîyên westyayî yên li ser sedirên dar rûnişti, me weke miqnatis ber bi xwe dikişandin.
Ne bav û ne bira ne jî mêr ên wan hebûn. Piştî şer nayê bîra min ku, di gundê me da jî mêr hebin. Di dema şer da ji her çar mêr ên Belarûsî yek, li enîya şer, yan jî di şerê partîzanan da dihatin kuştin.
Dinya me ya piştî şer, tenê dinyayek jinan bû. Tiştên ku zêde di bîra min da ma ne, jinan qet qala mirinê nedikirin, tenê qala hezkirinê dikirin. Roja dawîyê, çawa ji hezkirîyên xwe qetîyabûn, çiqas û bi hesteke çawa li benda wan sekinîbûn, çawa hê disekinîn… Sal û zeman derbas bibûn, hê jî li benda bav û bira û mêrên xwe bûn.
Axîneke kûr dikişandin û ji hev ra digotin: ‘Bila bêdest û pî vegere. Ez wî li ser pişta xwe digerînim, bê dest û bê pî’…”
Piştî xwendina ev çend hevokên nivîskara nivbelarûsî û nîvukraynî û nirxanina pêşgotina Kurdî ya li jor, di derbarê mêranî mêrxasîyê da gelo mirov dikare çi bibêje?
Êrişkarîya bi tank û top ya jî reva bi jin û zarok!
07.03.2022