Muzikologê Alman ê bi nav û deng, Prof. Dieter Christensen, ku ji salên 1950yî pê va li ser muzîka kurdî jî karê lêkolînê kirîye, di derbarê taybetmendîya muzîka kurdî da wiha dibêje; „Li ser hemû axa li rû dinê tenê hêjmarek kêm a mûzîkê he ye. Lêbelê li her dera ku kurd lê dijîn muzîk he ye û ew jî bi kurdî ye. Taybetmendiya cudabûna muzîka kurdî ya herî girîng ew e ku dengbej di dawiya hevokê da bi giranîyek zêde gotinê temam dikin. Ev taybetmendî heta nuha, di muzîka etnîkî de nehatiye dîtin.“
Wek gotina Christensen di muzîka kurdî, bi taybetî jî di dengbêjîyê da amûrên mûzîkê zêde cîh nagrin.
Tenê deng he ye.
Ew deng jî bi hunera xwedîyê xwe va dixemile, bi sewtek hunerî û ji kurahîya dil derdikeve.
Loma tê gotin, ku her kurd, bi taybetî jî her jina kurd dengbêjek xwezayî ye.
Sînorê dengbêjîyê ji bo hinekan nava çar dîwarên malê ye û ew tenê di nav malê da û ji dergûşa xwe ra dilorînîn.
Ji bo hinekan jî ew sînor rêya bêrîyê ya jî çûyîna nav mêrg û zevîyan e û ew di wê rêwîtîyê da bi heval û hogirên xwe ra kilam û stranên dilan distirên û dilê xwe dihewînin…
Lê hinek jin jî hene ku bi deng û sewta xwe, bi huner û cesareta xwe, hemû sînorên ku ji bo wan hatine danîn hildiweşînin û ji wan sînoran derbasî odeyên mêran dibin… Di civatên mîr û hekiman da cîhekê sereke digrin, distirên û civatê dixemilînin.
Ji wan jinên ku bi deng û sewta xwe civata kurd xemilandine, yek jî Eyşe Şan e.
Eyşe Şan kî ye?
Eyşe Şan a ku di nav civaka kurd da wek Eyşe Xan, Eyşana Osman û Eyşana Eli jî tê naskirin, di sala 1938an da li bajarê Amedê çavê xwe li dinyayê vedike. Navê dîya wê Heciye Xanim, navê bavê wê jî Osman e. Hecîye Xanim ji malbata Mistefa Begê Erzirumê ye û Osman jî ji eşîreta Cibran e.
Tê gotin ku Osman jî di dema xwe da dengbêjek ji dengbêjên navdar bûye. Loma zarokatîya Eyşe Şanê di mala dengbêjekî û bi deng û stranên dengbêjan va derbas dibe.
Di derbarê dema zarokatîya xwe da Eyşe Şan wiha dibêje: “… Erê ez hertim bi hesret dibêjim xweziya zimanê dîwarê mala me ya li Diyarbakirê hebûya û ji me re qala wan şevbêrkên dengbêjan bikira. Min di kuncikan da li dengbêjan guhdarî dikir. Min wisa guhdarî dikir ku yekî gazî min bikira, ezê veciniqiyama. Dengê bavê min yê zîz û xemgîn teisîrek mezin li min dikir. Di ser wan rojan ra sal û demsal derbasbûn lê dengê bavê min j guhê min dernakeve û hê di cîhê xwe da ye…”
Mixabin di sala 1947an da, Eyşe Şan di 9 salîya xwe da bavê xwe wenda dike û sêwî dimîne. Piştî mirina bavê wê jîyana malbatê jî tê guhartin. Ji mala ku tê da dengê dengbêjan kêm nedibû, êdî hatibû birrîn. Piştî mirina bavê xwe Eyşe Şan bi salan şunda cara yekemîn di civata jinan da distirê. Dengê wê li dorhêlê belav dibe û tê hezkirin. Ew kilamên ji bavê xwe û dengbêjên mîna wî bihîstine û berhevkirine, distirê. Lê sedem nerazîbûna nas û dostên malbatê, birayê wê jî li dijberî stranbêjîya wê dedikeve û rê li ber digre.
Ayşe Şan hê 15 salî ye, bi Şewket Turan ra tê marhrkirin. Şewket Turan mirovekî zweicî ye û xwedî jin û zarok e. Ayşe Şan jî wek jina wî ya duyemîn berê xwe dide Dêrika Çîyayê Mazî û tere ser hêwîyê. Di salên xwe yên piçûk ta dibe jin, bi bûyîna keça xwe ra jî dibe dayîk, dayîka ku bixwe zarok…
Stranek wê ya li ser “Hêwîyê” he ye ku, mirov dikare bibêje ew stran jî hema li ser xwe derxistîye.
Beşek ji strana “Derdê Hewiyê” wiha ye:
Wele te nagirim, bîlle te nastînim
Wele te nagirim lo bîlle te nastînim
Derdê hewiyê welle nakişînim
Dayê ez nagirim bavo nastînim
Derdê hewiyê welle nakişînim
Jinê wî diduye çavê wî birçîye
Li malê pevçûye wele nastînim
Dayê nastînim lo, bavo nastînm
Welle te nastînim, bîlle te nastînim
Derdê hewiyê welle nakişînim
Bi derbasbûna demê ra ew û mêrê xwe bi hev nakin. Şer û pevçûn, xemgînî û hêsirên çavan li hev zêde dibin. Di rewşek wisa da Eyşe Şan keça xwe dide hembêza xwe, berê xwe dide Amedê û vedigere ser mala bavê xwe. Qasî demekê li Amedê dijî, dûra bi saya hin nas û dostan berê xwe dide Entabê. Li wir bi karê dirûnkarîyê debara xwe dike. Tê gotin ku bi saya kesekî bi navê Naîl Baysu rêvebirên Radyoya Entabê ji dengê wê hayîdar dibin. Bi pêşnîyara wan Eyşe Şan qasî du salan di radyoyê da bi tirkî distirê. Di nav stranên tirkî da carcaran hinek peyvan diguherîne û peyvên kurdî bî cîh dike. Sedem wê yekê jî ji radyoyê tê dûrxistin û xewn û xeyalên wê li ser stranbêjîyê careke din nîvco dimînin. Lê ew histûyê xwe li ber qedera xwe xar nake û li pey xewn û xeyalên xwe yên nîvco mane, dikeve û berê xwe dide Stenbolê.
Li Stenbolê, di rewşa ku hebûna gelê kurd redkirî û zimanê qedexekirî da Eyşe Şan li derê plakvanan dixe, dengê xwe bi wan dide guhdarîkirin û di encamê da cara yekemîn bi tomarkirina hinek stranên bi kurdî û tirkî plakek derdixe. Bi wê plakê dengê wê li seranserê Tirkîyê belav dibe.
Plak tên firotin, plakvan bi saya dengên wê pere qezenç dikin, lêbelê ji para wê ra zêde tişt nakeve. Jîyana wê ya li Stenbolê jî di nav xizanîyê da û bi belengazî derbas dibe.
Carke din dizewice, lê di zewaca xwe ya duyemîn da jî bextewarîyê nabîne. Di sala 1972an da ji mêrê xwe diqete.
Di wan salan da Tirkîyê bi rêvebirîyek awarte tê îdarekirin. Li seranserê Tirkîyê xizanî û belengazî zêde ye. Zilm û zordarîya ku li kurdan tê kirin jî zilm û zordarîyek bê pîvan e.
Di rewşek wisa da Eyşe Şan ji bo xebatkarîya li Almanyayê serlêdana xwe dike û di heman salê da diçe Almanyayê. Li bajarê Munîxê di kargehekê da dest bi kar dike û dixebite. Li xerîbîyê kul û keserên wê zêde dibe, lê ew dermanê xwe dizane, distirê di nav stranan da li dermanê êş û kelemên xwe digere. Şev û roj ji xwe ra distirê û dilorîne. Dengê wê di nav heval û hogirên wê da belav dibe. Bi alîkarîya wan li hinek bajarên Almanya, Awusturya û Hollandayê konseran li dar dixe û ji karkerên kurd ên ji Tirkîyê hatine ra distirê.
Dem tê, ji bo ku stranbêjîya xwe li welat bidomîne careke din berê xwe dide Stenbolê û vedigere. Çend plakên din jî derdixe, lê bextreşîya wê careke din derdikeve pêş û pêsîra wê bernade. Jiber ku welatê wê bindest, zimanê wê jî qedexe ye. Ji zulm û zordarîya dewleta dagirker bêzar dibe û li stragehek nû digere.
Di heman demê da vexwendinnameyek ji Radyoya Dengê Bexdayê digihîje hewara wê.
Sal 1979 ye û Eyşe Şan berê xwe dide Bexdayê…
Li bexdayê gelek hunermenden kurd ên bi nav û deng, Mihemed Arifê Cizrawî, Îsa Berwarî, Gulbihar, Tehsîn Taha û Nesrîn Şêrwan nas dike û bi wan ra distirê.
Ne tene li Bexdayê, li hinek bajarên başûrê Kurdistanê, li Dihok, Kerkûk û Hewlêrê jî konsran li dar dixe û distirê. Her wiha bi gelek kesayetîyên kurd ên navdar ra rûdinê û hevdîtinan pêk tîne. Sedem kinbûna dema paseporta xwe mecbûr dimîne û careke din berê xwe dide Tirkiyê.
***
Kîngê ku qala Eyşe Şanê were kirin, ya jî ez li stranek wê guhdarî bikim, Erzirum, Welat Konfeksîyon û Elî Beykoylu tê bîra min.
Li cîhê ku çûy jî ji deng û stranên Eyşe Şanê bêpar nemîne, Kek Elî di sala 1979an da û li bajarek mîna bajarê Erzirumê, li sûka Cumhuriyetê bi navê Welat Konfeksîyon mexazeyek mezin vekiribû. Lêbelê tê da ji kincan zêdetir kasêtên Eyşe Şanê dihatin firotin.
Di demek kin da Welat Konfeksîyon bibû wargeh û navenda kurdan, bi taybetî mamoste û xwendekarên kurd ên ku rêya wan biketa Erzirumê, bê guman berê xwe dida Welat konfeksîyonê. Ji xwe ra şal û şapikek nekirîyabana jî, kasetek Eyşe Şanê digirtin û di bêrîka xwe da bi cîh dikirin. Dûra xatir ji Kek Elî dixwestin, bi rûken û bi kelecan ji mexazê derdiketin û bi rûken ber bi mal, gund ya jî bajarê xwe vedigerîyan.
***
Piştî vegera xwe ya ji Bexdayê Eyşe Şan stranbêjîyê nake. Jiber ku li Tirkîya wê demê da şert û mercên stranbêjîya bi kurdî nîne. Di sala 1980yî da careke din derbeya leşkerî hatîye kirin, xizanî û belengazî li navê, zulm û zordarî jî li qirikê ye. Ne ku ziman û stranên kurdî, kevir û darên bi kurdî jî qedexe ne.
Loma ji piştî wegera xwe ya ji Bexdayê heta salên 90Î Eyşa Şan bêdeng e. Di sala 1991î da piştî reva kurdên başûrê Kurdistanê ku ji destê Baasiyên xwînmêj revîyabûn, kasêtek nû derdixe û pêşkêşî guhdarvanên mûzîka kurdî dike û careke din dawî li bêdengiya xwe ya dûr û dirêj tîne. Di wê kasêtê da stranek a bi navê „Werin werin pêşmergene“ cîh digre. Mirov di wê strana ku li ser bextreşî û qedera gelê Kurd derxistîye û bi dengê xwe yê melûl distirê, guhdarî dike, tê da qasî dengê wê kûranîya evin û dilsoziya Eyşe Şanê ya ji bo gelê Kurd jî bi zelalî dibîne.
Beşek ji wê stranê wiha ye:
Werin werin Pêşmerge ne
Derd giranin bêçare ne
Ew xerib Kurmancê me ne…ax
Ev Dihok e, ev Musil e
Zalim Seddam li me hu kir
Zar û zêçên me bela kir
Ew qatil fermanê ra kir …ax
Eyşe Şan bi gotinên vê stranê bang li kurdên bakurê Kurdistanê jî dike ku ew li birayên xwe yên derbider û bêçare xwedî derbikevin û alîkarîya bikin.
Eyşe Şan di wan salên xwe yên bêdeng da, bi awayek di postaxaneyê da weke karker dest bi xebatê dike. Piştî destpêkirna xebata xwe salan şûnda rojek li Îzmirê derdikeve ser dîkê û distirê. Ew ji alî rêvebirîya postexanê tê bihîstin û sedem wê yekê jî tê sirgunkirin. Demek li bajarê Kutahyayê wek karkereka sirgunkirî dixebite û bi tena serê xwe dijî. Li wir bi nexweşîyek giran dikeve, sedem nexweşîya xwe hewl dide ku tayîna xwe rake Îzmirê. Lê li Îzmirê jî nexweşîya wê bêtir giran dibe. Roja 18ê Kanûna sala 1996an li nexweşxaneya Îzmirê xatir dixwaze û dinya ya ku xêr jê nedît li paş xwe dihêle…
Mîna hemû dengbêjan mixabin Eyşe Şan jî d dawîya emrê xwe da bêxwedî ye û loma termê wê, ji alî çend kesan tenê va tê binaxkirin.
Eyşe Şan di stranbejîya xwe da ketîye şopa destan û stranên kilasîk ên mîna strana Cembeliyê Mirê Hekariyê, Mem û Zin, Lê lê Bêmal, Zerî Heyran, Cemîle, Bêrîvanê, Kocerê, Lawikê Metînî, Meyro, Hesenîko û bi deng û sewta xwe can daye wan û ew jîndar kirine.
Di naveroka stranên wê yên bixwe derxistine da jî, mirov jîyana wê, êş û kelemên wê yên bi rewşa glê kurd va girêdayî dibîne.
Wek mînak: Di strana xwê ya bi navê “Derdê Hêwîyê” da kevneşopîya civaka kurd, zordarîya mêran û rewşa jinan li ber çavan radixîne.
Strana xwe ya bi navê “Xerîbim Dayê”, li ser dîya xwe derxistîye. Tê gotin ku dîya wê Hecîye Xanim, berî mirina xwe ji kurên xwe daxwaza dîtîna Eyşe Şanê dike, lê ew daxwaz nayê cîh û Eyşe Şan ji dîtina dîya xwe ya li ber mirinê bêpar dimîne…
Strana xwe ya bi navê “Yar Qderê”, îsyana wê ya li dijberî bextreşîyê ye û beşek ji wê stranê wiha ye:
Were yar… Qederê yar
Qederê çer bikem mîna qederê xelkê tu ji min ra nebû yar
Te ez kirim peyakê rêdûrê westiyayî peyayê piyadar
Tu pey min ra bûyî siwarekî bi rim û bi mizreqê li ser pista sewî xelqê bûye siwar
Yar yar yar, lê qederê yar yar…
Ay lê qederê, malikşewitiyê…
Te ezê ji xwe ra kirim şivanekî yaxe bi qulavê (qirêj) ling bi gemar
Te dawiyê ji xwe kirim axakî xwe yî heqsizê heqvêrmezê bêbextê sextekar
Yar yar yar, lê qederê yar, yar…
Ay lê qederê te ezê ji xwe kirim tucar, tu ji min re bûyî bazar
Te ezê kirime tucarekî bilmezê, bi bazarê xwe nizanim kirime zirar
Yar yar yar, lê qederê yar yar…
Ay lê qederê te darê çogûrê daye ser piyê min sêwiya Xwedê
Min ji welêt derxistîye malxerabê te ez gerandime war bi war yar, yar, yar…
Ay lê qederê ezê nifirekê li te bikim bila gunehê min bibe marekî resê tîremar
Bila li stûyê te bişide qederê bi te ra bigere
Mêrge bi mêrge yayle bi yayle ji te nemîne war bi war
Yar yar yar, lê qederê yar yar…
Ji bo guhdarîkirinê lînka stranê:
https://www.youtube.com/watch?v=aM66Iki68KA
12.11.2021
Çavkanî:
- Konferansa Muzîka Kurd li Amedê /Rojnama Evrensel 01.01.2007
- https://ku.wikipedia.org/wiki/Ey%C5%9Fe_%C5%9Ean
- Prensesa Bê Tac û Text Eyşe Şan / Kakşar Oremar
- https://prezi.com/2rz0bbe2qwrd/jiyana-eyse-san/
- https://www.dengeamerika.com/a/ayse_san/4705623.html
- https://www.bernamegeh.com/baskilara-boyun-egmemis-bir-dengbej-ayse-san/