Welatê ku di hîmê pergala birêvebirina wî da demokrasî cîh negre…
Niştecîhên wî ji fikra demokrasîyê dûr ya jî bê hayîdar bin, li wî welatî hilbijartin tenê formalîte ye.
Irak jî welatek wusa ye.
Hilbijartina ku îro ji bo parlamentoyê tê kirin jî, dîsa formalîte ye.
Gor vê formalîtê berê endamên parlamentoyê tên hilbijartin, dû ra jî ji parlamentoyê hukumet tê sazkirin.
Lêbelê di pratîkê da ev kar wusa nameşe.
Avakirina hukumetê, karê serok û rêvebirên partîyan e.
Ew serok û rêvbirên ku qîmê xwe bi endametîya parlamentoyê naynin û tenzul nakin bibin parlamenter, hukumetê saz dikin.
Piştî hilbijartinê, berê serok û rêvebirên partîyên nêzikî hev, bi caran tên ba hev û li hev dicivin.
Kîngê di derbarê hukumetek hevpar da, bi hev bikin, wê demê serokek û wezîrên hukumetê kifş dikin û hewaleyî parlamentoyê dikin. Parlamenterên ku ji partîyên wan hatine hilbijartin jî, gor îşareta wan tilîyên xwe bilind dikin û wezîr û serokê wan hildibijêrin
Sedem vê yekê, hinek partîyên Ereb heta demeke nêzik jî nedixwestin beşdarî hilbijartinê bibin.
Yên ku xwe ji bo hilbijartinê amade kiribûn û bi şewqek mezin kare hilbijartinê dikirin, tenê kurd bûn.
Jiber ku Kurdên Başûr jî mîna kurdên ji parçeyên din maşiqê demokrasîyê ne.
Karê demokratîzekirina dewleta ku tê da wek bindest dijîn, ji xwe ra wek karekî sereke dibînin.
Xwedîyê wan dewletan çiqas ji demokrasîyê dûr bikevin, kurd ewqas bi bendê demokrasîyê digrin û heta ku ji destên wan were ji fedakarîyê jî narevin.
Loma carcaran ji destkeftîyên xwe jî dibin.
Ew destkeftîyên ku bi hêza xwe ya jî bi alîkarîya hevpeymanên xwe yên bîyanî bi dest xistine…
Di encama her hilbijartinê da hêza kurdan ya li Bexdayê qels bû, xûya ye dê di encama vê hilbijartinê da jî qels be.
Herçiqas hê encama hilbijartinê ne hatibe dîyarkirinê jî, dê kursîyên ku kurd bi dest bixin, ji hilbijatina berê kêmtir bin.
Ev yek jî bê nebê dibe sedema qelsîya kurdan.
Dema ku mirov li kirin û kiryarên kurdan dinêre, dibêje qey kurd vê yekê bixwe ji bo xwe dixwazin.
Yên ku kurdan baş nas nakin, ew jî difikirin ku, kurd çiqas demokrat, adil û aştîxwaz in…
Lêbelê yên ku baş nas dikin ew jî dibêjin, „Kurd herçiqas di daxwazên xwe da demokat û aştîxwaz werin xûyakirnê jî, di realîtê da sêfîl û belengaz in. Sedemên têkçûyîna wan jî ev belengazîya wan e…“
Çend sal berê rastî hevpeyvînek Xoşyar Zebarî hatibûm. Xoşyar Zebarî, ku rêvbirek ji rêvebirên PDKê û bi salan jî wek wezirê derveyî yê Iraqê kar û xebat kir.
Hevpeyvînek dirêj û balkêş bû.
Di hevpeyvînê da Xoşyar Zebarî qala dema têkçûyîna Saddam dikir û digot:
- Dema ku rejim hilweşîya xêncî Partîyên Kurd, li seranserê Iraqê hêzekî organizebûyî nema bû. Yên mabûn, ew jî binerd bibûn. Em û Amerîkî bi hev ra dixebitîn, ne ji Erebên Şîa ne jî ji Erebên Sune tu kes xûya nedikir. Em ketibûn nav kûçe û kolanên bajaran, li kûderê Erebek Şîa û Sune bidîta, me bi deste wan digirt, dibir cem Amerîkîyan ku Amerîkî wan mixeteb bigrin…
Dema ku min ew hevpeyvîn xwend, çiqas ku Xoşyar Zebarî di hevpeyvînê da bi kêf û kelecan qala kirin û kiryarên xwe yên wê demê dikir, ez ji bo xwendina xwe ewqas ji gotinên wî diqahirîm.
Jiber ku, ew Erebên Xoşyar Zebarî û kurdên din di kûçe û kolanan dîtibûn, bi deste wan girtibûnn û biribûn bi Amerîkîyan ra kiribûnn muxetap, ji wan yek Nûrî Malîkî, yekî din jî Heyder Ebadî bû.
Bi salan şûnda herdu jî li pey hev bûn serokwezîrên Iraqê.
Nûrî Malîkî ji sala 2006an heta 2014an, di dema serokwezîrtîya xwe da, dema hat li dijberî kurdan çeka petrolê, dem hat çeka diravî bi kar anî û makezagona Iraqê jî bin pê kir.
Heyder Ebadî jî piştî referandûmê şerê kurdan kir û Kerkûk û hinek bajar û bajarokên Kurdistanê, bi destê zorê ji kurdan girt.
Di derbarê têkilîyên Kurd û Ereban da dostekî kurdan jî gotinek dîrokî dike, ku ew dost Nûnerê Miletên Yekbûyî yê taybet Steffan de Mistura, gotina wî jî wiha ye:
- Di dema ku ez bi kurdan ra xebitîm, têgihîştim ku ji taybetmendîyên wan ên herî girîng yek, zîrekî û jêhatîbûn, ya din jî rêzdarîya wan a ji bîr û bawerîyan cuda ra ye. Lêbelê taybtmendîya kurdan a herî qels jî, bê stratejîbûna wan e.
Ji bo îspata gotinên Steffan de Mistura ne hevceye mirov bikeve nav lêkonînan û serê xwe biêşîne, hevpeyvîna Xoşyar Zebarî bixwîne û bi serê çav li rewşa kurdan binerê, bes e…
Gelê ku ji stratejîyek hevpar bêpar be, ne dikare bibe bibe milet, ne jî dikare bibe xwedî dewlet…
10.10.2021