Duh, roja 25ê Îlonê û salvegera Referanduma Serxwebûna Kurdistanê bû.
Ji alî kurdan va û di medya civakî da dihat pîroz kirin.
Lê hilbijartina ku ez qalê dikim ne ew e.
Hilbijartina Almanyayê ye, Almanya jî welatê min ê duyemin e.
Jiber ku 26 sal e, li vî welatî dijîm.
Di şeş salên destpêkê da wek kurdekî penaber jîyam û bîst sale jî wek kurdekî hemwelatîyê Alman dijîm.
Kesê ku ji dê û bavekî Alman çê bûye çiqas xwedî maf û azad be, ez jî li vî welatî bi kurdbûna xwe ewqas xwedî maf û azad im.
Ji wan mafan yek jî, mafê hilbijatinê ye.
Îro li welatê min ê duyemîn hilbijartina giştî ya ji bo parlamentoyê (Bundestag) bi rê va diçe û ez jî wek hilbijêrek beşdar dibim.
Berî hatina xwe ya vir, ji sî salî zêdetir ez li Tirkîyê jîyam.
Bi fermî hemweltîyê Tirkîyê bûm û mafê min ê hilbijartinê jî hebû.
Lêbelê min ew mafê xwe tu carek bi kar neanî.
Jiber ku min dewleta Tirk jî wek dewleta xwe, ew partîyên ku ji bo rêvebirîya dewletê beşdarî hilbijartinê dibûn jî nêzikî xwe nedidît û heta ku ji destê min bihata ji wan dûr disekinîm.
Li welatê ku mirov bi nasnameya xwe neyê naskirin, li wir dengê merîya çiqas bilind derbikeve jî, ew deng tu car nayê bihîstin.
Li Tirkîyê jî wusa bû.
Îro jî kêm, zêde dîsa wusa ye.
Lê li welatê min ê duyemîn rewş cuda ye.
Mafê almanek çi be, mafê ew kesên ku dû ra bûne hemwelatîyên alman jî ew e, ne kêm ne jî zêde…
Bes ku mirov li koka xwe xwedî derkeve û dengê xwe derbixe, sivik be jî tê bihîstin.
Loma ez jî îro beşdarî hilbijartinê bûm, di nav partî û berbijêran da, gor dilê xwe partî û berbijêrek hilbijart û dengê xwe da.
Encam gor dilê min nebe jî, dengê min wenda nabe û cîhê xwe dibîne.
Dema dengdanê saet di 8ê sibê da dest pê kiribû.
Cîhê dengdana me baxçê zarokan û li rexta mala me bû.
Ez û hevala xwe jî saet di 10an da çûn û bê rawestan me dengê xwe da û em vegerîyan.
Li ber derê avahîyê jinikek sekinîbû, bi rûken pêşwazî li hilbijêran dikir û odeya ku tê da deng dihat dayîn, nîşanî wan dida. Di wê odeyê da jî sê mase û li ber her maseyek jî kesek rûniştî bû.
Yê yekemîn li karta ku bi rêya postê ji min ra hatibû, nihêrî û pusûleya hilbijartinê da min.
Yê duyemîn di nav lîsteya hilbijêran da navê min dît û îşaret danî ber.
Dû ra ez çûm kuncikê dengdanê, li ser pusûleya dengdane, li ber partî û berbijêrê gor dilê xwe îşaret danî û pusûla bir avêt nav sandoqa hilbijartinê ya ku li kêleka maseya sêyemîn hatibû bicîhkirin.
Xêncî ew çar kesên ku ji alî desteya hilbijartinê hatibûn erkdarkirin, tu kesek cîh nedigirt. Ne ji partîyek ne jî ji sazîyek kesek hebe û çavdêrîyê bike, nebû.
Ew kesên hatibûn erkdarkirin jî, ji bilî nameya hilbijartinê li tu tiştekî din mêze nedikirin. Li navê ser nameyê û li lîsteya ber xwe dinihêrîn, ne ji kesî nasname dixwestin û ne jî pirsek lê dikirn.
Ew ji xwe û ji hilbijêran bawer karê xwe dikirin.
Ji xwe di roja yekşemê da çûyîn û hatina avahîyên fermî neba, kesî nizanîbû hilbijartin jî bi rê va diçe.
Pêvajoya hilbijartinê jî wusa bû.
Xêncî bernameyên televîzyonan û çend afîşên ku ji alî partî û berbijêran va li hinek deran hatibûn zeliqandin neba, haya merîya ji çêbûna hilbijartinê jî nedibû.
Pêvajoya hilbijartinê ya bi vî rengî û dengdana ku saet di 8ê sibê da dest pê kiribû, di 18ê êvarê da, bê şer û pevçûn diqede.
Berbi nîvê şevê jî kêm, zêde encama hilbijartinê tê dîyarkirin.
Bi dehan partî beşdarî hilbijartinê bûn, lê ji wan yên ku di Bundestag a ku ji 709 kursîyan pêk tê cîh bigrin, ev in:
Partiya Sosyal Demokrat a Almanya (SPD)
Yekîtiya Demokratên Xiristîyan û Yekîtiya Sosyala Xiristîyan (CDU/CSU)
Hevbendi 90 / Kesk (Bündnis 90/Die Grünen)
Partiya Demokrat a Azad (FPD)
Alternatîf ji bo Almanya (AfD)
Çepgir (Die Linke)
Herçiqas encama hilbijartinê berî nîvê şevê dîyar bibe jî, gorî rapirsîyên dawî tu partîyek bi serê xwe nikare pirranîya kursîyên Bundestagê qezenc bike.
Ger ku nişkeşayîyek neqewime, ku naqewim e, du partîyên mezin jî nikarin pirranîya kursîyan bi dest bixin.
Ew jî tê vê wateyê ku desthilatî, dê ji hevparîya sê partîyan pêk were.
Tu partîyek naxwaze bi AfD ra bibe hevpar.
Ger ku di bin serokatîya berbijêrê SPD Olaf Scholz da hukumet ava bibe, altenatifên hevparîyê ji nav 5 partîyan, di bin serokatîya berbijêrê CDU/CSU Armin Laschet da ava bibe, wê gave jî alternatif ji nav 4 partîyan derdikeve.
Jiber ku CDU/CSU ji bilî AfD, bi Die Linke ra jî havparîyê nake.
Lê mirov dikare bibêje, heger li welatek ruknê pergalê gor şert û mercên demokrasîyê hatibe avêtin û li ser wê bingehê jî wekhevî û azadî cîh girtibe, rengê desthilatdarîyê çi dibe bila bibe, li wî welatî xirabîyek rû nade. Almanya jî welatek wusa ye.
Hêjay^gotinê ye, ku mirov bibêje, bi vê hilbijartinê ra di Bundestagê da hêjmara kesên kurd jî zêde dibe. Ji derveyî AfD, di nav berbijêrên her pênc partîyan da jî çend Kurdên ku werin hilbijartin cîh digrin, ku ew jî ji bo Civaka Kurd a li Almanyayê serkeftineke mezin e.
26.09.2021