Ji bo her kurdek xeyala herî mezin…
Xewna herî xemilandî ye.
Bêguman kurdên ku vê xeyalê nakin û xewnê nabînin jî hene, ku ji xwe ew xwe kurd jî nahesibînin.
Ew koka xwe, ya bi tirkan va ya jî bi ereb û farisan va girê didin.
Lêbelê, ji bilî kurdan, tirkên ku xwe wek stratejist bi nav dikin û her şev di ekranê televîzyonên tirkan da aqil didin tirkan, ew jî di xewnên xwe da Kurdistan a serbixwe dibînin.
Lê ew mîna kurdên serxwebûnxwaz bi xewna xwe şa û dilşa nabin…
Ew, mîna kesên ku di xewnên xwe da kabûsê bibînin, ditirsin û dîn û har dibin.
Bi wê tirs û harbûnê derdikevin ser ekranên televîzyonan û dûr û dirêj qala nîyet û neyartîya Amerîkayê, ku li dijberî tirkan dike, bi mînakan li pey hev rêz dikin.
Amarîka kîngê û bi çi rengî Kurdistanek Yekgirtî û Serbixwe ava dike, bi kelecan tînin ziman.
Loma kîngê ji gotin û kiryarên serok û rêvebirên kurd eciz bibim, ez wê êvarê berê xwe didim televîzyonên tirkan û li stratejîstên tirk guhdarî dikim.
Ew bi axaftinên xwe yên li ser avakirina Kurdistanek Yekgirtî û Serbixwe dîn û har…
Ez jî bi tirs û xofa ku di axaftinên wan da xwe dide der, dikenim û kêfxweş dibim.
Bi wê kêfxweşîyê serê xwe didim ser balîfê, radizêm û xwe careke din, di nav xewn û xeyalên xemilandî da dibînim.
Jiber ku, îhtimala avakirina Kurdistanek Serbixwe ji devê tirkan û bi helwestek neyartî jî derkeve, li min xweş tê.
Lewra, ev çend sal e, xênci wan tu kesek din jî qala Kurdistanek Serbixwe nake û daxwaza nayne ziman.
Tewr serok û rêvebirên kurd…
Ji wan kîjan devê xwe vebike, ji devê wî/wê, ya daxwazên ji bo biratîya gelan û omedê, ya jî pesnên ji bo dostanî û cînartîya dewletên cînar derdikeve, ku ew jî bi peyv û hevokên ji zimanên gelên bira û dewletên cînar…
Gelên bira yê wan, tirk û erb û ecem, dewletên cînar jî dagirkerên wan in.
Ew qala îhtimala biratî û dostanîya dagirkeran, stratejîstên tirk jî qala îhtimala avakirina Kurdistan a serbixwe dikin.
Loma qasî ku ez ji axaftina serok û rêberên kurd eciz dibim û diqahirim, ewqas jî bi axaftina stratejîstin tirk kêfxweş dibim.
Ew gotinên wan ên ku di derbarê nîyeta Amerîkîyan da dikin, rast in û ne bê bingeh in.
Bi rastî jî di nav projeya Amerîkîyan, ku dixwazin li Rojhilata Navîn bi cîh bikin, Kurdistanek Serbixwe hê jî cîhekî girîng digre.
Ger ku Kurd jî ji bo vê yekê xwedî daxwaz û îradeyek milî bin.
Hezarcar mixabin, hêz û partîyên ji çar parçeyên Kurdistanê jî, serok û rêvebirên wan jî, qasî ku ji hev dûr, ewqas jî ji van herdu xalan dûr in.
Amerîka nebe, bi hev dikvin û şerê hev jî dikin.
Bi navbeynkarîya Amerîkîyan nêzikî hev dibin, li rûyê wan berê xwe didin hev û bi hev ra dibin bira, li pişt wan rûyê xwe ji hev diguherînin û neyartîya hev dikin.
Sedem vê yekê Amerîkî, ji navbeynkarîya kurdan, firsendê nabînin ku karê xwe yê eslî bikin û bînin cîh.
Wek mînak:
Çend roj berê, di derbarê hevserokên YNKê yên kêvn da, nûçeyek di Rûdawê da hatibû weşandin.
Sernivîsa nûçeyê bala min kişand, ku tê da bi hûrgulî qala hevdîtina hevserokên YNKê dihat kirin û wiha diqedîya:
„Civîna Bafil Talebanî û Lahûr Şêx Cengî di bin tedbîr û çavdêriyeke emnî ya tund da û bi awayekî nihênî li cihê rahênerên Amerîkî yê li Fermandariya Hêzên 70, birêve çû.
Di civînê de Qubad Talebanî jî amade bû û Amerîkî li gel herdu aliyan bi tenê civiyan û guhdariya daxwazên wan kirin û paşê bi beşdariya herdu hevserokan civîn hat kirin.“
Bêguman şer û pevçûna wan çiqas tiştekî şaş û xirab be, ger ku li hev werin, lihevhatina wan jî ewqas tiştekî baş e. Kara lhvhatina wan ji kurdan ra neb jî, bêguman ji partî û alîgirên partîya wan ne xirab e.
Lê di vê nûçeyê da tişta ku herî zêde bala min kişand, daketina asta rola Amerîkayê ya li ser kurdan e.
Wek tê zanîn, rêvebirên Amerîyayê ji vir sî sal berê, di bin baskên xwe yê ezmanî da Başûrê Kurdistanê parastin û herêm ji zilm û zordarîya Saddam azad kirin.
Dû ra herdu hêzên sereke yên Başûr, PDK û YNK, li hev anîn û welatek azad dîyarî wan kirin.
Ew li rûyê Amerîkîyan bûn yek, li pişt wan, ji hev dûr ketin û rikberîya hev kirin.
Amerîkayan ji bo seranserê başûr hukumetek hevpar û kurdistanî pêşnîyarî wan kir, piştî demek kin li Behdînan û Soran du hukumet ava bûn.
Amerîkîyan ji peşmergeyên girêdayî partîyan damezrandina artêşek milî pêşnîyarî wan kir, ew rabûn hêjmara pêsmergeyên girêdayî xwe zêde kirin.
Si salên dirêj derbas bûn, di vê pêvajoyê da kurd ji nêzikbûnê bêtir, ji hev dûr ketin.
Îro li başûr parlamentoyek hevpar he ye, mixabin bê îrade ye.
Hukumetek hevpar he ye, mixabin di gelek xalan da Behdînan û Soran xwedî îdareyên ji hev cuda ne.
Wezareta Peşmerge he ye, mixabin fermandar jî pêşmerge jî hê girêdayî serokên partîyan in.
Welhasil jibo avakirina rêvebirî û îradeyek milî, pêşnîyar û alîkarîya Amerîkîyan jî pere nekir û asta navbeynkarîya wan jî sal bi sal daket xarê.
Di destpêkê da jibo ku PDK û YNKê nêzikî hev bibin û îradeyek hevpar û milî ava bikin, Amerîkî xebitîn, piştî sî salan îro jî jibo lihevhatina hevserokên YNKê, Bafil û Cengo, dixebitin û dema xwe derbas dikin.
Di siberojê da dê jibo lihevanîna kê bixebitin û karekî çawa bikin, CIA jî nikare ji îro da wê texmîn bike.
Jibo ku, nebin milet û xwedî dewlet, jibo ku bira û cînarên xwe neêşînin, Kurd CIAê jî dixapînin…
Ev yek jî ne tenê sis al e li Başûr, heman tişt pênc sal e li Rojava jî dubare dibe…
Loma li cîhê ku kurd bibin yek û jibo avakirina Kurdistan a Serbixwe alîkarîyê ji Amerîkîyan bixwazin, Amerîkî rica û lavayê wan dikin ku ew ykitîyek milî pêk bînin…
Derdê ji ser derdan, bi fêl û fêlbazîya ku ji dagirkerên xwe hîn bûne, Amerîkîyan dixapînin û nîyeta wan a çê jî pûç dikin…
02.09.2021