Ji bo ku bala xwendevanan bikişînin, carcaran di rojnameyan da wêneyek naskirî, bi xetayek piçûk tê weşandin û dû ra jî ji xwendevanan tê xwestin, ku gelo ew dikarin wê xetayê bibînin.
Heta ji bo ew kesên ku wê xetayê bibînîn, xelatên piçûk jî tên dayîn.
Ez jî îro di nivîsa xwe da cîh didim wêneyek.
Wêne ya ku ji şikl û şêmalên Kemal Kiliçdaroglu û Sezai Temeli pêk tê.
Gor min di hûrgulîya wêne da xetayek bingehîn cîh digre.
Daxwaza min jî ji we ew e, ku hûn berî xwendina nivîsê li şikl û şemalên Kiliçdaroglu û Temeli baş mêze bikin.
Li anormalîya ku di tevahîya wêne da cîh digre, bigerin.
Ger ku we dît, li benda xelat û melatan nesekinin.
Lewra, xelata ku ji bo dîtîna wê yekê bidim, nîne.
Lê dikarim bi hêsanî bibêjim, gava ku we ew xeta dît, êdî ne hewceye hûn vê nivîsê heta dawîyê bixwînin.
Dest ji xwendinê berdin û rûpelê biqulubînin.
Jiber ku hemû nivîs li ser dîtîna ew xetaya bingehîn a di wêne da cîh digre, hatîye nivîsandin…
Ger ku we xeta nedît, wê gavê jî bi cezayê xwe razî bin û heta dawîya nivîsê xwendina xwe bidomînin…
Dibe ku bala we jî kişandî be.
Di van demên dawîyê da hinek kanalên televîzyonên tirkan, bi taybetî kanalên
nêzikî CHPê, qala pirsgireka kurd dikin, ji bo ku beşdarî bernameyên nîqaşî bibin û nêrînên xwe bînin ziman, gazî rêvebirên HDPê jî dikin.
Lê kîngê gazî rêvebirek HDPê bikin, di heman demê da gazî rêvebir ya jî endamek AKPê jî dikin.
Ji HDPê rêvebirek tirk…
Ji AKPê jî rêvebir ya jî emdamek kurd hildibijêrin.
Tirkê HDPyî wek berdevkê kurdan…
Kurdê AKPyî jî wek berdevkê tirkan diaxife.
Demek berê Saruhan Oluç û Galip Ensarioglu anîbûn pêşberî hev.
Saruhan Oluc wek tirkek li ser nave HDPê diaxifî û alîyên tirk rexne dikir.
Galîp Ensarioglu jî wek kurdek li ser nave AKPê diaxifî û alîyên kurd rexne dikir.
Tirkên ku li Saruhanê tirk û Galîpê kurd temaşe û guhdarî dikirin, çi difikirîn û di dilê wan da çi derbas dibû, nizanim.
Lê kurdên ku di wê mijarê da çi difikirîn û di dilê wan da çi derbas dibû, sedised nizanibim jî, kêm zêde texmîn dikim.
Texmîna min jî ew e, ku Galîp Enasriogluyê kurd tirsonek û xaîn, Saruhanê tirk jî mêrxas û şahîn didîtin…
Eynî tişt ev du roj e, bi awayek din diqewime.
Mijar çareserkirina pirsgirêka kurd e û dîsa du kes li dijberî hev diaxifin.
Ji wan yek Kemal Kiliçdaroglu yê kurd ê alewî ye û ji alîyê tirkan va diaxife.
Yê din jî Sezai Temelî yê tirk û ji alîyê kurdan va bersiva Kiliçdaroglu dide.
Kiliçdaroglu dibêje:
- (…) Ji bo çareserkirina pirsa Kurd pêwîstiya me bi organeke rewa heye. Dewlet nikare organeke nerewa muxatab bigre.
Erdogan ev kir. Dewletê jî Îmralî muxatap wergirt. Îmralî ne organeke rewa ye. Organa rewa kî ye? Em dikarin HDPê wek organeke rewa bibînin. Piştgiriya xelkê bi HDPê heye û hatiye nav parlamentoyê û karê xwe dike. Eger ev pirs çareser bibe, bi organeke rewa ra çareser dibe. Em dikarin bi HDPê ra çareser bikin. Ji ber vê ez wiha difikirim ku pêwîst e, HDP li parlamentoyê be…”
Temeli jî bersiva Kiliçdaroglu dide û wiha dibêje:
- Muxatabê çareserkirina pirsgireka Kurd HDP nîne. HDP, aktorê ku ji bo çareserkirina vê pirsê rêya sîyaseta demokratîk vekirîye û hêsankirîye ye.
Lê divê bê zanîn, ku navnîşana çareserkirina demokratîk û muxatabê eslî jî tenê Îmrali ye.
Li vir mebesta min ne şas û rastîya gotinên Kemal Kiliçdaroglu ne jî bersiva Sezai Temeli ye.
Jiber ku şaşi ya jî xeletî tenê di gotinê da be, tê dîtin û bi awayek jî tê sererastkirin.
Lê hîm bi şaşî hatibe avêtin, nîyet û gotin çi dibe bila bibe, êdî pere nake.
Li vir jî hîmê şaş ya jî xetaya bingehîn, cîh û seknana Kemal Kiliçdarogu û Sezai Temeli ye.
Nîyetan çê û gotina wan rast be jî, xetaya ku ji cîh û seknana wan pêk tê, ji holê ranake.
Loma mirov dikare bi hêsanî bibêje, heta ku kurdên wek Kiliçdaroglu û Enasrioglu li alîyên tirk cîh bigrin û wek berdevkên dewleta tirk, tirkên wek Temeli û Oluc jî li alîyên kurd cîh bigrin û wek berdevkên gelê kurd biaxifin, ne dawî li xewn û xeyalên ji bo çareserkirina pirsgireka kurd tê, ne jî ji bo tirkîyeka demokrat û hevpar…
20.09.2021