Dewleta Tirk, dewleteke dagirker e.
Sed sal berê damezranêr û rêvebirê wê Mistefa Kemal bû, rêvebirê wê yê îro jî Tayyîp Erdogan e.
Kurdên li Bakurê Kurdistanê dijîn, bi pirranî Elewî û Şafiî ne.
Elewî dildarê Mistefa Kemal…
Şafiî jî dildarê Tayyîp Erdogan in.
Bê guman sedema vê dildarîyê jî sedemeke zanyarî ye.
Pispor û zanyarên civakî ji vê dildarîyê ra dibejin Sendroma Stockholmê…
Çima Stockholm?
Di sala 1973an da li bajarê Stockholmê bankeyek tê şêlandin. Jinek di destê şêlanker da rehîn dimîne. Piştî 6 rojan şêlanker tê girtin, jinik jî xilas dibe. Mixabin di dema dadgehkirinê da jinik şêlanker diparêze û dûra jî ji dergîstîyê xwe diqete. Li benda berdana şêlanker disekine û piştî berdanê jî pê ra dizewice.
Psîkîyater Nils Bejerot li ser vê bûyerê dixebite û dildarîya di navbera jinika rehîn û şêlanker da qewimîye, wek Sendroma Stockholmê bin av dike.
Hunê bibêjin eleqeya vê û kurdan çî ye?
Eleqe ev e:
Ji damezrandina Komara Tirk heta roja îro, Elewî kîngê bi komkujî hatibin kuştın, partîya Mistefa Kemal CHP ya bi sere xwe ya jî bı şirîkatîya partîyek din va deshilatdar e.
Di dema komkujîya Koçgirî û Dêrsimê da, di bin serokatîya Mistefa Kemal da CHP bi sere xwe…
Di dema komkujîya Mereşê da CHP bi MSP ya Erbakan va…
Di şewitandina ronakbîr û hunermendên Elewîyên li Sêwazê qewimî da jî SHP ya di bin serokatîya Erdal Înonu wek şirîkê DYP ya Demirel va desthilatdar e.
Bi awayek din, hemû komkijîyên Elewîyan di dema deshilatdarîya CHPê da qewimîne. Mixabin Elewî hê îro jî bi pirranî dildarê Mistefa Kemal û evîndarê CHPê ne.
Kurdên Şafiî jî qasî Elewîyan rûbirû komkujîyan bûn û hatin qetilkirin. Lêbelê ew ji Mistefa Kemal û ji partîya wî dûr sekinin. Mixabin sedema dûrsekinandina wan ne ji zilm û zordarîyê, ne ji hestên kurdewarîya wan, ji nêrîna wan a olî bû.
Loma ew 80 sal ji Mistefa Kemal û ji ji partîya wî dûr, lêbelê li benda yekî mîna Erdogan partîya wî sekinîn.
Erdogan di nav 20 salên dawîyê da çi kir?
Erdoganê ku sedem hezkirina ji Xwedê ji kurdan hezdikir, camîyên gundan ku meleyên kurd tê da gor şert û mercên Şafiîtîyê û bi zimanê kurdî waaz didan, dagir kir.
Ji her gundeke kurdan ra xortek Îmam Xetîbî şand û ew bi îbadetên xwe yên gor şert û mercên Hanefîtîyê kurd ji mezheba wan, bi axaftinên xwe yên bi tirkî jî kurd ji zimanê ku pê dua dikirin û bi Xwedê ra diaxifîn, dûrxistin.
Bê guman tişta ku Erdogan anî û hê jî tîne serê kurdan, ne tenê ev e.
Kirin û kiryarên wi yên li çarnikalên Kurdistanê û neyartîya wî ya li dijberî kurdan ji alî herkesi va jî tên zanîn.
Loma ne hewceye ez yekoyek qala wan û li pey hev rêz bikim.
Lê çawa ku Kurdên Elewî bi pirranî dildarê Mistefa Kemal in, Kurdên Şafiî jî îro ewqas evîndarê birayê xwe yê axîretê, Erdoganê Gurcî ne.
Herçiqas ev dildarî û evîndarîya kurdan îro wek Sendroma Stockholmê were binavkirin jî, bi rastî ya ku li Stockholmê qewimîye, Nexwaşîya Kurdan e.
Jiber ku ev Nexwaşîya Kurdan ne ji piştî sala 1973yan, sed sal e dest pê kirîye û hê jî didome. Mixabin pisporê ku vê nexwasîyê tespît û nav lê bike, di nav kurdan da derneketîye.
Sendroma jinika Swedî jî gor Nexwaşîya Kurdan, nerihetîyeke sivik e.
Loma, ew dest ji dergîstê xwe berde û bi şêlankerê ku ew rehîn girtîye ra bizewice jî, ji kesayetîya xwe zêde dûr neketîye.
Xwezila kurd jî ji bo xatirê dildarên xwe yên dagirker, tenê ji dergîstîyên xwe biqetîyana…
Kurd ji her tiştên xwe dûrketin…
Kurd ji welatê xwe revîyan…
Dest ji zimanê xwe berdan…
Yên mayîn îro ji kesayetîya xwe jî dûr dikevin û bi lezûbez dişibin dagirkerên xwe…
Ger ku ev nexwaşî neba, îro bi hezaran kes li Amedê dernediketin kûçe û kolanan…
Li dijberî hatina Erdogan derneketana jî, di mala xwe da bêdeng diman û bi wê bêdengîyê helwesta xwe nîşan didan.
Lê ew bi dil û can pêşwazîyê li Erdogan dikin…
Erdoganê ku duh Sur a Amedê di serê wan da anîbû xarê…
Erdoganê ku wan bi navê Xwedê dixapand û dixapîne…
Zimanê ku Xwedê dayê, ji devê wan dikişîne û lal dihêle…
Erdoganê ku hebûna wan nas nake û bi rê ya qayûman va ray û ramanên wan binpê dike…
Çi bibêjim…
Gotin bi tena serê xwe pere nake.
Ne dildarîya kurdan kem…
Ne jî şewata di dilê min da dest pê kirîye, sar dibe…
09.07.2021