Înce sîyasetvanek ji sîyasetvanên Tirk e.
Ji dema xortanîya xwe va, di partîya Ataturk, CHPyê da dest bi sîyasetê kirîye.
Bi salan di parlamentoyê da wek parlamenter cîh girtîye.
Çend caran ji bo serokatîya CHPê bûye berendam, lê bi ser neketîye
Di hilbijartina sala 2018an da jibo Serokatîya Komarê, wek berendamê CHPê bûye rikeberê Erdogan.
Îro jî serokê Partîya Memleket e…
Çend roj berê di bernameya televîzyonek tirkan da diaxifî.
Çend rojnamevan pirs jê dipirsîn, Înce jî bi berfirehî bersivên pirsên wan dida.
Di dawîya bernameyê da rojnamevanek mijara perwedeyî ya bi zimanê zikmakî anî rojevê û ji Înce pirsî:
- Tu di derbarê daxwaza ji bo perwerdeyî ya bi zimanê zikmakî çi dibêjî?
Înce, di bersiva xwe da li şûna zimanê zikamakî, Kurdî bi cîh kir, nêrîna xwe rasterast anî ziman û got:
- Jibo zarokên Kurd xirabîya her mezin, daxwaza perwedeyî ya bi Kurdî ye. LI Tirkîyê zarokên ku bi Kurdî perwerde bibin û bibin dixtor, ji Îzmirê bêpar dimînin û bi Hekarîyê va tên sînordar kirin. Ev yek jî ji bo zarokên Kurd neheqîyek mzin e û gor pedagojîyê jî ne rast e…
Bê guman, ev pedagojîya ku Înce qal dike, pedagojîya ku dinya jê fam dike, nîne.
Ji xwe mexseda min jî, ne rastî û xeletîya gotinên Înce, ne jî rêkûpêktîya pedagojî ya Tirkan e.
Ji gotinên wi eciz bûm û hinek jî qahir îm, lê neêşîyam.
Jiber ku Înce sîyasetvanek nasyonalîst û gor berjewendîyên milet û dewlta xwe sîyasetê dike.
Lêbelê, ez bi bertkên hinek Kurdan kenîyam û ji kenan dilê min eşîya.
Hinek dibêjim, mixabin ew hinek ne kêm in û hêjmara wan zêde, navê wan hemûyan jî Zirav e.
Nav û gotinên wan jihev cuda bin jî, di wate ya xwe da yek in.
Bi Tirkî Înce, bi Kurdî jî Zirav e.
Înce, rastîyê dizanin, bi zanayî vedişêrin û bi nav nakin.
Zirav jî, rastîyê tînin ziman, lê di jîyana xwe da bi cîh nakin.
Loma herçiqas li dijberî nêrînên Înce derdikevin û xwedî daxwaza perwerdeyî ya bi zimanê zikmakî bin jî, di kirin û kiryarên xwe da hevparê Înce ne.
Di navbera Înce û Ziravan da tenê yek ferqek he ye.
Înce di gotin û kiryarên xwe da yek, Zirav jî durû ne.
Loma di daxwazên xwe da Kurd, di encama kirin û kiryarên xwe da hevparê Înce û Tirkên nav Zirav in.
Çend mînak:
Kurd e, sîyasetvan û rêvebir e…
Daw û doza perwerdeyî ya bi zimanê zikmakî dike û tîne ziman.
Mixabin bi Tirkî diaxife û sîyasetê dike.
Sedema axaftina xwe ya bi Tirkî, “divê bila dengê min ji alî tirkan va jî bê bihîstin…“ bi nav dike…
Lê nabîne, ku ew ne tenê bi Tirkan ra, di mala xwe da û bi zar û zêçên xwe ra jî Tirkî diaxife. Bi pişaftina di nav malê da Înce cîh negre jî, ew bi xwe bûye Zirav daxwaza Înce bi cîh tîne…
***
Kurd e, rojnamevan û nivîskar e.
Mijara gotar û pirtukên ku dinivîse, pirsgirêka Kurd e…
Mixabin zimanê nivîsê Tirkî ye.
Sedema nivîsa xwe ya bi Tirkî, „divê bila Tirk bixwînin û ji pirsgirêk me û ji daxwazên me hayîdar bibin…“ bi nav dike…
Lê nizane, ku gotar û pirtûkên nivîskarên Kurd ji alî tirkan va nayên xwendin. Tirkê ku rêya xwe şaş kiribe û bixwîne jî, qîmê xwe bi gotina Kurdek nayne û nêrîna xwe naguherîne.
Bîlakîs, qasî ku tên xwendin, xwendevanên wan gotar û pirtûkên bi Tirkî jî, bi pirranî Kurd in. Di warê pişaftina wan da kêmasîyek ma be, ew jî bi saya nivîskarên Kurd ên zimanTirk va tê qedandin.
Bi nêrîn û gotinên Înce ra, ji Kurdbûna xwe hayîdar bibe û li dijberî gotinên wî bertek nîşan bide jî, ji rewşa xwe ne hayîdar e. Nizane, ku ew bi axaftin û nivîsên xwe yên bi Tirkî va Înce nebe jî, bi xwe bûye Zirav û tenê xwe dixapîne…
***
Kurd e, ronakbîr û rewşenbîr e…
Di bin her şert û mercan da xwe dijberî dewletê dibîne.
Ji gotinên ew kesên ku dewletê diparêzin, dûr disekine.
Loma ji gotinên Înce eciz e.
Jibo xatirê navê ku li xwe kirîye, bertek nîşan bide jî, di jîyana xwe da ew jî nav Zirav û hevparê Înce ye.
Xwe ronakbîr û rewşenbîr bi nav bike jî, ji zimanê xwe û çand hunera gelê xwe dûr e.
Wek Înce negota, herçiqas daxwaza perwerdeyî ya bi zimanê zikmakî, xirabîyê li zarokên Kurd bike jî, xwe ji wê xirabîyê dûrxistîye û zimanê xwe bi Kurdî, jîyana xwe jî li Hekarîyê sînordar nekirîye.
Li Enqere, Îzmir û Stenbolê dijî…
Di tûrik da tiştek hebe, bi nave rewşenbîrîyê tûrikê xwe di xizmeta zimanê Tirkî da vala dike…
Ger ku çirûskek ronahî tê da hebe, bi wê çirûskê, di kûçe û kolanên neyarê xwe da rê li ber Tirkan ronî dike…
Ê de were bi durûtîya nav Ziravan neteqe û ji çend gotinên Înce xwe eciz bike..
09.05.2021