Hun xwe bi çi didin nasîn?
Wekî mirov. Hun çi ne? Ajelekî xwedan hiş û bîr û zanebûn? Ajelekî di warê têgihiştinê de pêşketî? An jî zîndarekî ji ajelbûnê dûr ketî?. Xwedan zanist, xwedan bîr û boçûn, xwedan çand û peywendî û zanebûn?
Hun xwe bi çi didin nasîn? Wekî Kurd, an jî wekî mirovekî xwedan derûnekî bê sînor. Ew derûnê tixubê raman û îdologîyan derbas kirî, hemî bawerî û boçûnên girseyî bihurandî.? Ez di xem û mitala vê yekê de me. Gelo hun xwe bi çi didin nasîn?
Derûn; dema di nava qeyd û bendên hizrî û derûnî de êş dikşîne, dema di nava neçarî û belengazîya hunerî de xwe di guvêşe wê demê, xwe wekî kesekî bêsînor, kesekî bê nasname, kesekî li ser hebûna gerdûnê dide nasîn. Lê belê ew derûn bêkêre. Ew derûn bêhêze.
Çendîn xweşe dema mirov xwe di nava hizrê azadîya kesane de di gevizîne. Kirasê sipî yê bêsînorîya fezayê, gerdûna bêbin li xwe radibpêçe. Hemî kêşe û arîşeyên jîyanê çareser dibin. Wekî şervanekî azadîya derûnî, cendek jî xwe li erdê gêr dike. Çendîn xweşe hizrê bêsînor, dukela cigarê, çend bîrayên sar, bihevşabûna şevên xewle û du laşên har.
Gelik caran dema ji min dipirsin û dibêjin;
-“Gelo çima hindek zaza xwe Kurd nabînin an jî hindek êzîdî xwe Kurd nabînin?
Ew xwe Kurd nabînin lê başe em çi ne? Tu çi yî?”
Li ser eydîbûnê, an ku eydê deverekê, gelekî, nasnameyekê bûyîn an jî ID, identîtê ji bo her mirovekî Kurd girêkeka kore. Bîreka tarî ya bêbine. Rêkeke nedîyare.
Ez jî weha bersiv didim.
-“Kurdbûn qun dixwaze, ya rastî dibêjin gun dixwaze lê gun peyveka zilamî ye, bo wêya ez bêjim qun. Ew qun bi herkesî ve tune. Ji ber wê yekê jî herkes nikare bêje ez Kurdim. “
-“Başe çima piranîya Kurdan an jî Kurdên bakur bi zimanê tirkî dijîn? “
Bersiva vê pirsê li gel herkesekî heye lê bersiva min wehaye.
-“Kurdbûn xîret û keramet dixwaze. Kurdbûn derûn û kesayeteka pêgihiştî, ya di wê erdê de şîn hatî dixwaze. Kurdbûn ji cangorîyê wêdetir, kesayetgorîyê dixwaze. Kurdbûn; ji hizra namûsa navrana, hizra namûsa xwedan erd û zevîya, namûsa erda Kurdistanê dixwaze. Ew kesên Kurd yên bi zimanê bîyanî dijîn, ji vê namûsê bêparin. Bi kirasê Kurdbûnê dîlana tirkbûnê digrin. Bi çeka Kurdbûnê dijî zimanê Kurdî, dijî Kurdayetîyê şer dikin. Ew şervanê tirkan yê nav Kurda ne. Ew têkoşerê ziman û çanda Tirkbûnê ne. Bêguman erebîhez jî wekî wanin.”
Çendîn xweşe qaşo li ser Kurdan xwe wekî serkêş, rêber, nivîskar, rewşenbîr û hunermend pêşandan. Çendîn xweşe dema nîvê pirtûkekê bi Tirkî, nîvê dîtir jî bi Kurdî be. Çendîn xweşe dema li ser şerê azadîya Kurdan bi tirkî pirtûkan dinivîse ew kesê xwe zanayê Kurd dibîne.
Çendîn xweşe dema mirov bi navê Kurdayetîyê tirkîkîyê bike. Him ji dêrê namîne, him ji mizgeftê.
Di derûnê her Kurdekî tirkîhez an jî jîyana xwe bi Tirkî birêve dibe de, hezkirineka kur, evîndarîyeka kur, destebiratîyeka mekin bi Tirkîtîyê re heye.
Hetanî salên notî bîyanoyeka sereke ya Kurdan hebû. “Asîmîlasyon” Hemî gunehên xwe ser kurtanê kerê Tirkan bar dikirin û digotin ço. Lê belê piştî salên notî, aşkere bû. Dagirkerê zimanê Kurdî, dijminê zimanê Kurdî, kujerê zimanê Kurdî, rasterast kujerê Kurdan û Kurdistanê; ew Kurdin yên bi navê Kurdbûnê tirkîtîyê dikin.
Başe kî ne ev? Ew ciwanên îro zirt û pesnê xwe, jîyan û peywendîyên xwe bi zimanê tirkî birêve dibin? An ew evîndarên li ser torbendên civakî eşq û evînên xwe bi zimanê tirkî derdibirin? Na. Bêguman na. Tawanbarê vê Kurdbûna sixte ne ew gelê Amedê ye yê îro bûyî evîndarê zimanê tirkî. Tawanbarê kurdayetîya sixte rasterast Sîyasetên Kurd yên vî welatî ne.
Ziman bi rêka pergalan, bi rêka sazî û dezgehan an jî desthilatan ve belav dibe û dibe desthilat. Eger berpirsekî PKK an jî serkirdeyekî qerase, civînên xwe yên li gel xortên başûrê Kurdistanê bi zimanê tirkî lidar bixe bêguman ew ciwanana wê fêrî tirkî bibin. Eve mînakeke pir basît û berbiçav bû.
Hun di nava kîjan pergalê de bijîn, hunê fêrî zimanê wê pergalê bibin. Kurd jî bi xêra sîyasetên Kurd fêrî tirkî bûn. Kurda tirk fêrî Tirkî kirin. Tirka ewqas zimanê tirkî nedizanîn. Sîyasetmedarên Tirk nedizanîn biaxifin. Bi xêra Kurdan fêrî zimanê Tirkî bûn.
Bi dehhezaran kurdên Rojhilatî, kurdên Rojavayî, kurdên Başûrî fêrî zimanê tirkî bûn. Lê belê bi hezaran Kurdên bakurî fêrî soranî nebûn, fêrî hewramî û zazakî nebûn. Ji ber mijara zimanê Kurdî sedî sed mijareka sîyasî ye jî, sîyasetên Kurdan jî, zimanê Kurdî, ji bo xwe xwekî amûreka sîyasî bikar anîn. Lê zimanê Kurdî bikar nehanîn.
Ez tenê qala rêxistinekê nakim. Ne ji ber ez berpisîyarîya PKK di vê mijarê de sivik bikim dibêjim. Berpirsê sereke yê Asîmîlasyona Kurdan PKK bû. Ji ber, eger rêxistinek; xwe berpirsê miletekî gelekî tevbigerê wê çaxê hemî berpirsîyarîya wan mirovan ji wê rêxistin an jî sazî an jî dewletê tê pirsînê. Lê belê hizrekî weha – Hemî kirêtî, hemî xirabî, hemî têkçûn yê mirovane, an jî dijminê Kurdan bûne sedemê vê. Lê hemî başî û xweşî yê rêxistina ne. Tiştekî weha nabe. Dema we got; Qencî yê xwedê, xirabî yê şeytênin wê çaxê çi karê xwedê heye? Gelek kesên ji PKK qût bûyî û xwe wekî dijber an jî hizrê nû derdibirin, kesên di nava gelo Kurd de, xwe xwedan hizrê nû dibînin, kesên bi navê PDK li bakûrê Kurdistanê tevdigerin. Piranîya endamên KAWA, PSK, PAK û gelek dezgeh û sazî û komeleyên Kurdan, xizmeteke aşkere û veşartî, xizmeteke mezin û kur ji zimanê Tirkî, di encam de ji tirkîtîyê re dikin.
Ev ewhinde mijareke kur û dûre, dikim û nakim nikarim kin bibirim.
Zimanê Kurdî, di destê Kurdîaxêfa de sêwî maye. Ji ber hêza wan tune. Ji ber dem û derfetê wan tune. Lê belê her roj dibihure ez vêya aşkere dibînim, ew kesên bi tirkî dijîn bi xwe jî belengazin û ji tirkekî bêhtir di asta jêrê de ne.
Ev sewdaya zimanê tirkî bêguman ne tenê sewdayek û eşqeke. Sedî sed karîgerî û tesîra tirkbûnêye di derûnê van mirovan de. Ji ber her mirovekî xwedî xîret be, dikare di nava 6 mehan de zimanekî fêr bibe. Eger hun fêr nabin, ew namûsa nijadî û netewî di we de tune. Ew azadîya kesane, çepgirîya we, qaşo demokratbûna we jî bila têkefe quna kerê. Ji ber bi qasî rîxekê jî tiştekî bi ser doza Kurdî ve nake û nekirîye jî. Ez gotinên civakî û wekî dijûnên têne dîtinên ne di wateya dijûna de bikar tînim. Ez wekî wan gotinan dibînim ji ber wê.
Bi xêra van Kurdên tirkîhez, dewleta tirk pêwistî bi wergêra nabîne. Eger Kurdan zimanê xwe bikar banîya bi dehhezaran mirov wî bûbane wergêr li tirkîyê. Qe nebê cihê kar ji wan re vedibû.
Alîyê vê mijarê yên dîrokî yên derûnî hene. Di vê gotarê de nikarim bervireh têkevim hurehuran de. Lê di encam de dikarim vêya bêjim.
Li tu deverê dinyayê tu dewlet, tu pergal, tu desthilat derveyî zimanê xwe, di qada fermî de zimanekî dîtir bikar nayênê. Derveyî hindek welatên pirzimanî, herkes, ew dewletên biçûk, ew zimanên qels wekî tirkî jî, wekî zimanekî fermî tête bikaranîn. Ew hizir û nêrîn û teorîyên pûç û vala, ewên zimanê Kurdî wekî diyardeyeke bêkêr û nepêwist derdibirin, ji xwe xizmeta herî mezin ya dagirkera û zimanê wan dikin.
Sîyasetvanên Kurd, Rewşenbîrên Kurd, Weşanxaneyên Kurd, Malperên Kurd, sitranbêj û hunermendên Kurd, Televîzyonên Kurd, Kovar û rojnameyên Kurd, Rûpelên fisboqê û torbendên dîtir yên zimanê Tirkî bi giştî an jî bi beş derdibirin û bikar tînin. Hun bi her peyveke xwe ya zimanê Tirkî xizmetê ji zimanê Tirkî, di encam de xizmetê ji kujerên xwe re dikin. Hun çendîn şirovoyên qerase, tehlîl û derbirînên berfireh, vekolîn û hurkolînên duvdirêj binivîsin û derbibirin jî, hun nikarin teorîsyenekî wekî İsmaîl Beşîkçî derbas bikin, hun nikarin romana Yaşar Kemal derbas bikin, hun nikarin biqasî Erdoxan bibin xwedan tesîr û karîgerî, hun nikarin biqasî Cubbelî Ehmed Xocayê kutanvanê zaroka, biqasî Bulent Ersoy xweş û baş tirkîtîyê bikin û derbibirin.
Mêrik radibe, di nîvê kezeba tirkîyê de, li ser bûyerên Silêmanîyê bi zimanê Tirkî û dijî Kurdan şirove dike. Li ser Hewlêrê bi zimanê tirkî şirove dike. Bîranînên Gerîlla bi zimanê tirkî dinivîse. Li ser dîya xwe ya ku bi Tirkî nizane pirtûka bi Tirkî dinivîse. Sedî 80 ê weşanên Kurdan navê wan bi Kurdî ye lê naveroka wan bi Tirkî ye, heman wekî zarokê wan yên navê wan bi Kurdî lê yek peyva Kurdî nizanin.
Bi xwe deh sal bîst sala dijî Tirkan şer kirine lê bi Tirkî dijîn. Li Hewlêrê karê bazirganîyê dike, lê bi tirkî dijî. Rojbûna zaroka xwe ya nû bûyî bi zimanê tirkî pîroz dike.
Hun hemî gerdûnê werçerxênin zimanê tirkî û tirkbûnê jî, hun her diçe dikevin jêr, pûç dibin û têk diçin û di xurifin. Ji ber heya we jê tune lê zimanê Kurdî maka zimanên sereke yê cîhanê ye. Heya we jê tune lê zimanê Kurdî bi rêzimanê xwe, bi zengînîya wişe û peyvên xwe, bi zeyn û awayê bikaranîna xwe zimanê herî zengîn yê wêjeyê û derbirînê ye.
Mirov bi tekoşîna Kurdewarî nabe Kurd. Tenê mirov dikare bibe dostekî Kurda, di warê kiryar de hindekî xizmeta Kurdan bike. Lê hetanî mirovek bi zimanê xwe yê Kurdî ne jî, nikare bibe Kurd. Piranîya Kurdên bakur wekî çepgirên Tirkan di nava Kurdan de kar dikin an jî Kurdayetîyê dikin. Bi vê yekê nirxê we bilind nabe, berovajî nirxê we dadikeve.
Bi zimanê Tirkî Kurdayetî nayê kirinê. Her peyveka hun bi zimanê tirkî xwe derdibirin an jî dinivîsin, hun kevirekî dîtir datînin ser dîwarê avakirina Tirkîtîya gemar.
Li gel tirkekî bi tirkî axaftin rewşeke gelek asayîye lê belê êdî di vê qonaxê û di vê asta pêşketina teknîkî û civakî de axaftina Kurdekî bi Kurdekî dîtir re bi zimanê tirkî, axaftina Kurdekî ji bo Kurdan, an jî nivîsîn, an jî weşandin û belavkirina bi zimanê tirkî, durutîya herî mezin ya kesayetên neçar e. Eger hun teorîyên kêmbûna zimanê Kurdî dixwazin pêş bixin û xwe di pişta van bîyanoyan de veşêrin wê çaxê, ji xwe tu cewazîya we ji hizirmendên Tirk tûne.
Ne tenê ji ber em Kurdin, ji ber ku zimanê Kurdî zimanekî bikêr, zengîn û bi hêze bikaranîna wê, pêjîyana wê jî xweş û başe.
Avabûna Kurdistaneka azad, welatekî serbixwe, derûn û hestên yekbûyî. berîya hertiştî tenê dikare bi, bikaranîna zimanê Kurdî pêk bê. Çawan bi zimanê Tirkî Kurdayetî nayête kirinê, bi zimanê Tirkî Kurdistan jî ava nabin, welat rizgar nabin, erd û namûs nayête parestinê.