Di demên borî da, civak evqas vekirî nebûn.
Pirs û pirsgirek ya veşartî ya jî ji alî herkesî va bi hesanî nedihatin dîtin.
Jibo dîtina pirsên civakî û bersivên wan, pêwîst bû, lêkolînên civakî bihatana kirin.
Lê îro, derîyê civakê ji herkesî ra vekirî ye.
Kî û kê bixwaze, li hêspê xwe yê kumêt sîwar dibe û di nav civakê da dibezîne.
Ne hewce ye, mirov wek lêkolînerek bikeve nav civakê û li hûrgulîyên wê bigere.
Ji bo dîtina bersiva pirsek, çavê xwe li ser medya civakî bigerîne, bes e.
Jiber ku civak bi her xalên xwe va li deştê, medya civakî jî neynika wê ye.
Herkes bi reng û dengê xwe, bi xeml û bedewîya xwe tê da cîhê girtîye û li ber çavan e.
Loma mirov dema ku li wê neynikê mêze bike, çawa ku bejn û bala xwe di neynika mala xwe da bibîne, di wê da jî bi tevahî rewşa civakê dibîne…
Wek mînak:
Kurd çawa dijîn?
Ji çi hez dikin û ji çi diqahirin?
Ç difikirin û li çi digerin?
Xwe bi kê ra hevpar, bi kê ra neyar dibînin?
Mirov bi nêrînek, dikare bersivên van pirsan bi hêsanî bibîne û bide.
Kurd bi nîyetek paqij li hevaltîyê bigerin û bibin hevalê hev jî, ji hevparîyên xwe zêdetir, cudahîyên xwe derdixin pêş…
Mînak; her Kurdek ji bo Kurdistaneke azad bi nîyeteka paqij bi rê dikeve, lê di rêwîtîya dirêj da ji hevalê xwe diqete, dikeve şiverêyek teng û rêya xwe ji ya herkesi firehtir û baştir dibîne.
Loma yê jidestderketina Kerkûkê ra bigrî, jidestderketina Efrînê ra dikene.
Ya jî radestîkirina Kerkûkê firotin, ya Efrînê jî têkçûyîn bi nav dike…
Ne tenê di warê sîyasî da, Kurd, di her xalên jîyanê da jî li hevparîyan nagerin.
Jibo ku nebin hevpar, şev û roj li rê û dirbên cuda digerin û wan bi teorîyên pûç û vala dixmilînin.
Hêza xwe ya ku ji bo vê yekê xerc dikin, ji bo yekitî û azadîya xwe bikin, herçar dewletên dagirker jî di nav rojekê da têk dibin.
Loma di bikaranîna peyvan da jî bi hev nakin.
Wek tê zanîn, di dema pandemîyê da, di nav kurdan da jî mirin zêde bû.
Roja ku mirov rastî daxûyanîyek ji bo mirina heval û hogirek xwe neyê, nîne.
Êdî daxûyanîya mirinê jî, serxweşîya ji bo yên mayîn jî bi rê ya medya civakî tê dayîn.
Mixabin mirî Kurd, daxuyanîyâ mirina kurdan jî bi pirranî Tirkî ye.
Daxûyanîya mirinê bi Kurdî be jî, zimanê serxweşîyê dîsa bi pirranî Tirkî ye.
Kesên ku bi Kurdî serxweşîyê didin, ew jî di warê hinek peyvan da bi hev nakin.
Cinnet a ku ji Erebî ketîye zimanê me, beranberîya wê wek bihuşt, buhişt, buhuşt, bihişt, behişt, biheşt bikar tînin…
Yek „Bihuşt“ binivîse, yekî din „Buhişt“ dinivîse.
Yek „Biheşt“ binivîse, yekî din „Bihişt“ dinivîse.
Yek herdu tîpên bi deng, bi kumik „î, û“ binivîse, yekî din kumikan radike û bê kumik „i, u“ dinivîse.
Ger ku guhartina tîpen di nav peyvê da cîh digrin, têr neke, tîpa „h“ yê bilind dike û di şûna wê da „y“ yê datîne û dike „Beyîşt“…
Gelo kîjan rast e?
Em ewqas ji hev û ji zimanê xwe dûr in, ku hê nikarin di bikaranîna peyvekê da bi hev bikin!
Dema ku ez vê yekê dibînim, bi xwe ji xwe ra dibêjim, „tişta ku ev peyv ji kurdan dikişîne, kurd ji dagirkerên xwe jî wê yekê nabînin…“
Mirov ya li nivîsandina hevalên xwe yên ji xwe zanatir, ya jî li ferhengek dinêre û gor wê dikare hevparîyek bibîne.
Lê di kitêba kurdan da tiştekî wusa jî cîh nagre.
Nivîskarê be jî, pêwîst nabine ji bo rastnivîsandina peyvek xwe biwestîne.
Jiber ku Kurd e.
Ne tu hevalek xwe jixwe zanatir, ne jî rastîya ku di ferhengan da cîh digre, ji ya xwe rastir dibîne.
Di dema zarokatîya xwe da, ji dê û bavê xwe, ji pîrik û kalikê xwe çawa bihîstibe ya jî bilêvkirina wan çawa di bîra wî/wê da mabe, bi wî rengî bi kar tîne û cila xwe ji avê dertîne.
Dûra pişta xwe dide paldanka xwe, berê xwe jî dide neynika civakê û li xwe û li civakê dinêre.
Ger ku ji xwe ra guhdarvanek dîtibe, êdî heta ku zimanê wî bilive, diaxife û çîrokên li ser bêtifaqîya kurdan vedibêje.
Çîrok didome û dubare dibe, ne çîrokvan ne jî guhdarvan para xwe tê da dibîne…
06.05.2021