Nivîskarê Kurd Birêz Riza Çolpan sala par ev pirtûka xwe ji min ra şandibû, ku ez bixwînim û ji bo çapa duyemîn pêşgotinek binivîsim.
Min careke din bi çavê nirxandine pirtûk xwend û ji bo çapa nû pêşgotinek kin nivîsî.
Çapa nû çend meh berê di nav weşanên DOZ da, li Stenbolê derket û çend roj berê jî gihîşt destê min.
Ez îro pêşgotina xwe bi we ra parve dikim, ku hûn berê pêşgotina min a kin bixwînin, dûra jî pirtûka ku mirov xwe tê da li Stenbola xopan dibîne û di kûçe û kolanên wê da digere, bikirin.
Serpêhatîya Nado ya ku bi vegotinek zelal û zimanek herikbar hatîye nivîsandin, bixwînin ku, mirovê ji koka xwe biqete, çawa xwe wenda dike û ji mirovatîyê jî dûrdikeve, bibînin…
***
Pêşgotin
Mirov dema ku çirokek guhdarî bike ya jî pirtûkek bixwîne, xwe ya jî parçeyek ji îyana xwe di wê çîrok û pirtûkê da bibîne, bêtir guh dide gotinên çîrokvan, bi kelecan û meraq pirtûkê dixwîne. Bi guhdarîkirina çîrokê ra dibe hevparê çîrokvan, bi xwendina pirtûkê ra jî dibe hevparê nivîskar.
Ev pirtûka Nivîskarê Kurd Riza Çolpan jî pirtûkek wusa ye. Wek navê wê, ev pirtûk her çiqas ji serpêhatîyên Nado pêk were jî, parçeyek ji çîroka Kurdan e. Ew Kurdên ku di salên 50yî da jibo parîyek nan, ji dê û bavên xwe, ji gund û bajarên xwe derketine û berê xwe dane Stenbola xopan. Hinek ji wan di rewşeke dijwar û di bin kar û barên giran da xwe parastine û ji derd û kulên xwe, ji sedemên nezanî û xizanîya xwe hayîdar bûne û li pey jîyanek azad û birûmet ketine, hinek jî mîna Nado di nav kûçe û kolanên Stenbolê da xwe wenda kirine û ji mirovatîye dûr ketine.
Nado xortekî Kurd ê ji gundekî Îdirê ye û heta 22 salîya xwe di gund da jîyaye. Di zarokatîya xwe da zarokekî şerûd e. Sedem vê yekê bavê wî, ew neşandîye dibistanê û heta roja ku ji gund derdikeve, jîyana wî bi berxivanî û şivantîya malbatê va derbas dibe.
Nado di destpêka salên 1950yî da şevek nîvê şevê bi dizî radibe, dikeve rê û bi zor û zehmet xwe digihîne Stenbolê.
Li taxa Texteqelê li cem hevalekî xwe yê ji gund bi cîh dibe û dest bi karê barkêşîyê dike. Demek şûnda bi awayekî dibe dergevanê pawyonek û di nav jîyana Beyoxlîyê da cîh digre. Jîyana Nado bi karê wî yê nû va ji binî va tê guhartin û çîroka wî ya bi dek û dolab, bi derew, bi fen û fût dest pê dike û bi salan didome.
Dema ku Kek Riza Çolpan ev pirtûka xwe ji min ra şand û min xwend, bîranînên min ên Stenbolê yên di salên 80yî da hatin bîra min. Min xwe li ser Pira Galatayê, li Tarlabaşî, Sûka Îstiklalê, li Beyoxlu û kolan û kûçeyên wê yen teng û dirêj da dit…
Sala ku min dest bixwendina zanîngehê kir, li kolana Kûçûkparmakkapiyê ya li Beyoxlîyê bufeyek hevalêkî min ê ji Bazîdê hebû. Şeva înê û paşînê carcaran diçûm cem wî û min alîkarîya wî dikir. Wê deme jî dergevan û garsonên qlûb û pawyonan hemû Kurd bûn. Navên wan neyên bîra min jî, şikl û şemalên wan yekoyek di ber çavên min ra derbas bûn. Hemû di şert û mercên xirab da dixebitîn, gehra berdoş û serxoşan dikişandin. Bi ked û xwîdana enîya xwe çend quruş qezenç dikirin, mixabin bi qirpînek çavê jinan va dixapîyan û di nav çend xulekan da bê pere û pûl diman.
Dema ku me çavdêrî li rewşa wan dikir, hevalekî me yê mamoste gor tecrûbeyên xwe yên ji salan gotinek dianî ziman, ku em wê deme pê dikenîyan. Lêbelê ev çîroka Nado rastîya gotinên wî hevalî jî dide îspat kirin.
Digot; “Kurdên ku cara yekem ji gundê xwe derdikevin û bere xwe didin Stenbolê, rawestgeha wan a ewil Topkapî ye. Dûra ji Topkapîyê berê xwe didin Aksarayê, ji Aksarayê jî derbasî Emînonûyê dibin. Dema ku ji Eminonûyê, di ser pira Glatayê ra derbas bibin û derkevin Tepebaşîyê, wê gave êdî pêşî li wan nayê girtin…”
Nado hê Topkapî û Aksaray nedîtîye, rasterast tere Texteqeleyê, ku ew der jî bi Emînonûyê va girêdayî ye û di demek kinda jî xwe li Tarlabaşîyê dibine…
Ev pirtûk herçiqas çîroka Nado be jî, Kek Riza di vê pirtûkê da rewşa Kurdan ya wê deme, rewşa Stenbolê, rewşa xortên ku ji bo kar koçberî Stenbolê bûne û xebîtîne, bi hostayî tîne ziman.
Bi zimaneke zelal û bi vegotineke herikbar qasî tolazîya Nado, jîyana xortên Kurd ên, ku di wê deme da û di nav kar û barên xwe yên giran da, jîyana xwe bi xewn xeyalên jibo pêşerojeke pagij û azad dixemilînin jî li ber çavan radixîne.
Wek gotina nivîskar hemû nav û bûyerên ku di pirtûkê da cîh digrin rast bin jî, mirov bi wan kes û bûyeran ra dikeve rêwîtîyek dirêj û xwe di nav jîyana wê demê da dibine. Bi tasvîrkirina bûyeran û bi berfirehî û herikbarîya vegotinê jî mirov tama romanek ji xwendina vê pirtûkê digre. Bi kelecan rûpelên pirtûkê diqulibîne û encama çîroka Nado meraq dike.
Min bi xwendina vê pirtûkê ne tenê tama romanek, tama zimanê xwe yê dewlemend û şêrîn jî qasî têra xwe girt. Hêvîdarim hûn jî wê tamê bigrin û bextewar bin…
Îkram Oguz
Kornwestheim, 10.08.2020