Kesên xwe bêçare dihesibînin, çavên wan hergav li der in.
Ji her alî va xwe asteng dikin û li benda mûcîzeyek disekinin.
Mûcîze ya ku lê dipên, xûya nebe jî, bi nîşaneyên wê yên herî piçûk ra jî dilşa dibin û difirrin.
Wek Kurdên Bakur…
Kurdên Bakur jî di newalek kûr da bêçare ma ne.
Alîyek newalê kurdayetî, li alîyê din jî tirkayetî.
Ne dikarin bibin Tirk, ne jî dikarin Kurd bimînin.
Loma bi hatina Papa ya Kurdistanê ra dilşa dibin…
Bi pûlên bi wêneyê wî û nexşa Kurdistanê ya neçapkirî ra jî xewn dibinin û di xewna xwe da difirrin.
Xewn diqede, bi hişyarbûnê ra careke din xwe di kurahîya newalê da rût û tazî dibînin.
Nuha werin em li mesela pûle Papa û şabûna bakûrîyan binêrin.
Wek tê zanîn, Papa Francis piştî çûyîna xwe ya Bexdayê, roja 7ê Adarê serdana Hewlêrê kir.
Li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr û berpirsên din ên Herêma Kurdistanê va hate pêşwazîkirin.
Papa bi çûyîna xwe ya Hewlêrê û bi pêşwazîya Nêçîrvan Barzanî ra kêfxweşîya xwe anî ziman.
Dûra bi Mesûd Barzanî ra civîya û jibo ku wî di dema serokatîya xwe da Xristîyan ji êrîşa DAIŞê parastine, spasîya xwe pêşkêş kir.
Li Stadyuma Franso Herîrî ya Hewlêrê bi beşdariya 10 hezar kesan va merasîma mêjûyî ya Qedas birêve bir.
Papa bi hatina xwe ya Kurdistanê va xweşhal, Rêvebirên Herêma Kurdistanê jî bi serdana wî ra kêfxweş bûn.
Sedem vê yekê, ji bo bîranîna serdana Papa, ji aliyê Wezareta Veguhastin û Gihandinê va çend pûl çapkirin, ku ji wan yek jî bi wêneya Papa Francis û nexşeya Kurdistanê hatîye dîzyankirin.
Kurdên Bakur, bi bertekên Tirkîyê va ji hebûna pûlan hayîdar û dilşa bûn.
Piştî Tirkîyê, Îranê jî bertak nîşan da û bi Tirkîyê ra tunekirina pûlan ji Rêvebirîya Herêma Kurdistanê xwestin.
Sedem vê yekê, ev du roj e, hinek Rêvebirên Hukumeta Herêma Kurdistanê daxûyanî li ser daxûyanîyê didin û dibêjin, „tu pûlek wusa nehatîye çapkirin“.
Berdevkê Hikûmeta Herema Kurdistanê Cotyar Adil, di daxûyanîya xwe da dibêje; “Ji bo çapkirina çend pûlên ku ji alîyê hunermendan va hatine dîzaynkirin, hê biryara pesendkirinê nehatiye dayîn.”
Piştî Berdevkê Hikûmeta Herema Kurdistanê Cotyar Adil, rojek şûnda jî Wezîrê Veguhastin û Guhandinê Ano Cewher di derbarê mijarê da daxûyanîyek da.
Ano Cewher jî di daxûyanîya xwe da gotinên Cotyar Adil piştrast dike û wuha dibêj; „Ew pûl ji aliyê çend dîzayner û hunermendan va hatine amadekirin û ew dîzayna destpêkê ne. Di derbarê çapkirina wan da, bi awayekî fermî hê biryarek nehatîye dayîn. Ger ku biryar bê dayîn, em ê li ser pûlan ligel nivîsa Kurdî nivîsên bi zimanê Erebî, Sûryanî û Tirkmenî jî lê zêde bikin.“
Serdana Papa qedîya û Papa vegerîya Romayê…
Pûlên ku jibo bîranîna wî hatin çapkirin ya jî dîzaynkirin, li mezatê bêxwedî man.
Mijara pûlên bi wêneyên Papa û nexşa Kurdsitanê jî dişibe mesela Referandûm a Sexwebûna Kurdistanê.
Bi pêvajoya referandûmê va hemû Kurdên li rû dinê bûn yek û piştgirîya Kurdên Başûr û Revebirîya Hukumeta Herêma Kurdistanê kirin.
Pêvajoya Referandumê bi serkeftî qedîya û daxwaza serxebûnê jî bi rêjeyek mezin hate pesendkirin.
Lêbelê piştî referandûmê Tirk û Eceman şûrê xwe kişandin û li ser serê Kurdên Başûr da li ba kirin.
Başûrî berê matmayî man, lê dûra bixwe hatin, peyva serxwebûnê ji zargotina xwe derxistin û avêtin hembêza bakûrîyan.
Tirk û Ecem bi serkeftîya xwe dilşa, bakûrî jî bi xewna xwe xemgîn bûn.
Ev yek îro jî bi bûyerek piçûk û bi awayek din dubare dibe.
Rêvebirên Herêma Kurdistanê, sedem bertekên Tirk û Eceman, li pûlên ku ji bo bîranîna serdana Papa çapkirine, xwedî dernakevin.
Suc û gunehên ku Tirk û Ecem davêjin histûyê wan, ew jî davêjin histûyê hunermend û dizayneran.
Bi vî awayî Başûri rê li ber bertekên Tirk û Eceman girtin, Bakurî jî careke din bi şabûna xwe ya nîvco man!…