Îsal çilûşeş sal e, ez Newrozê pîroz dikim.
Min cara yekem, di sala 1976an da Newroz pîroz kir.
Çend sal berî wê salê em ji gund koçberî Erzirumê bibûn û li Taxa Emerê Dîn rûdiniştin.
Pirranîya niştecîhên taxê jî, mîna me Kurd û ji gundan koçberî bajêr bibûn.
Hinek Kurdên Elewî sedem nêrînên xwe yên çep û çewt, hinek Kurdên Şafiî jî sedem bawerîyên xwe yên olî, ji hev û ji kurdayetîyê dûr disekinîn û nêzikî Tirkan dibûn. Lê Tirkên derdorê herdu alî jî piçûk didîtin û ji wan dûr diketin.
Tax di bin rêya rêbeja ku ber bi Qers, Agirî û Mûşê diçû, hatibû avakirin û taxek ji derî navenda bajêr bû. Loma niştecîhên taxê, di navbera xwe da jê ra bi Tirkî, “Zevîya Emerê Dîn” digotin.
Taybetîyek wê ya din jî hebû, Taxa Emerê Dîn, di Erzirumê da tenê yek taxek bû, ku çepên Kurd û Tirk tê da dijîyan û heta roja 12ê Îlona 1980yî jî nijadperestên Tirk newêrîbûn di nav kolanên wê ra derbas bin.
Ez jî li wê taxê û di 14 salîya xwe da bi sîyaseta Kurd a çep û binerd hesîyam û xwe di nav wê sîyasetê da dît.
Cara yekem di sala 1976an da, ez û çend hevalên xwe, me li wê taxê û bi şewitandina çend lastîkan va Newroz pîroz kir.
Ji wê salê şûnda qasî neh-deh salan, min bi komek hevalên xwe yên nêzîk ra, ger li Erzirum û ger li Stenbolê, ya li malek ya jî li çolê pîroz kir.
Di dawîya salên heştêyî da wek komek heval me li Stenbolê Komela Çanda Gel (HKD) damezrandibû, di wan çend salan da jî me ya li seyrangehek ya jî di bin nave şahîyek din da li salonek û bi girseyî pîroz dikir.
Dûra, di sala 1990î da Partîya Keda Gel (HEP) hat damezrandin û ez jî rêvebirê şaxê navçeya Fatîhê bûm.
Newroz a sala 1991an jî ji alî HEPê va, cara yekem bi fermi û bi girseyek mezin, li Salona Werzişê ya Abdî Îpekçî hate pîrozkirin. Bi hezaran Kurd beşadarî wê Newrozê bibûn, ji çar parçeyên Kurdistanê hunermend hatibûn û ji wan yek jî dengbêjê bi nav û deng Huseyno yê Mûşê bû. Huseyno mîkrofon kiribû destê xwe, li qada salonê digerîya û distira, dengê wî yê tîz li seranserê Stenbolê olan dida…
Di Newroz a sala 1992an da, bi komek hevalan ra beşdarî pîrozbahîya li Amedê bûm û di dawîya şahîyê da hatim girtin. Hunermend û kesên mîna min ji derveyî Amêdê beşdarî şahîyê bibûn, hemû hatibûn girtin û ji wan hunermendan yek jî Nasir Rezazî bû.
Di Newroz a sala 1993an da careke din dîsa li Erzirumê bûm. Di dîroka Erzirumê da, cara yekemîn bû, ku Newroz bi fermî û bi girseyî di sînameyek da dihat pîrozkirin.
Wê demê Mehmet Axarê sebav walîyê Erzirumê bû, bi talîmata wî polêsan derdora sînemayê dorpeç kiribûn û pêşî li kesên ku dihatin şahîyê digirtin… Li nasnameyê wan dinihêrîn, ser û guhên wan kontrol dikirin, bi şor û heqaret ditirsandin, ku ew şûnda vegerin û beşdarî şahîyê nebin.
Ez li Stenbolê berpirsîyarê Rojnama Azadî, nivîskarê Kurd Eskerê Boyik jî mêvanê me bû. Ji bo beşdarbûna şahîya Newrozê, em bi hev ra çûbûn Erzirumê. Mixabin polêsên li ber derê sinemayê rê li ber me girtin û nehîştin Eskerê Boyik û xanima wî beşdarî şahîyê bibin.
Taybetmendîyek Newroz a Erzirûmê yek jî ev bû, ku bavê min û gelek kalemêrên Kurd bi rûyên xwe yên spî û şaşikên serê xwe beşdarî şahîyê bibûn. Roja piştî şahîyê, televîzyon û rojnameyên Erzirumê di weşanên xwe da, bi taybetî şikl û şemalê wan nîşan didan, rewşa wan şirove dikirin û digotin; „Ne tenê kurdperestên komunîst, şêx û meleyên Kurd jî ji rê derketine û Newrozê pîroz dikin…“
Di sala 1994an da derketim Ewropayê û ji wê pê va jî, li xerîbîyê beşdarî pîrozkirina Newrozê bûm.
Di wan salan da ez li bajarê Bielefeldê rûdiniştim û me her sal hem li bajarê xwe hem jî wek şahîya navendi li bajarê Kolnê Newroz pîroz dikir. Ji bo beşdarbûna şahîya li Kolnê em ji danê sibê va li otobosan siwar dibûn û diçûn Kolnê, nîvê şevê şahî diqedîya, em ji halda diketin, westyayî û bêxew şûnda vedigerîyan.
Di dawîya salên 90î da Şevîn a min keçikeka piçûk bû, ew bi kelecana ku avakirina Kurdistanê bi çavê sêrê xwe bibîne, berîya me dibezîya û li otobosê sîwar dibû. Bi kêf û kelecan berê xwe dida bajarê Kolnê, bi xemgînî û bi çavên hêsir di ser Bîelefeldê da vedigerîya…
Xemgîn vedigerîya, jiber ku bi lidawîhatina şahîyê va avakarina Kurdistanê nedidît û kelecana wê jî diqedîya…
Bi çavên hêsir xwe diavêt malê, jiber ku di rêya vegerê da bêxew dima, eciz dibû, di nav otobosê da diçûdihat. Bi neqlek piçûk va devarû li erdê diket, diranên wî yên pêşîyê, di nav pidûyê wê da diçûn xwarê. Ji êş û jana diranên xwe digirîya û hêsir dibarand.
Piştî bobelata ku di rêwîtîya Newrozê da du caran li ser hev hatibû serê wê, di çûyîna me ya carek din da, bi dilekî xemgîn ji min ra wuha gotibû; “Bavo vê care Kurdistanê ava bikin, ku ez jî ji çûyîn û hatina Kolnê xilas bim…”
Ji wê pê va bîstûçend sal derbas bûn, ne Kurdistan ava bû, ne jî dawî li çûyîn û hatina me ya ji bo şahîyên Newrozê hat.
Çûyîn û hatina bê kêlecan û bê şabûn…
Heta destpêka salên 90î li Tirkîyê Newroz û pîrozkirina Newrozê qedexe bû. Loma pîrozbahîyên li wir bi tirs û xof dest pê bikiraba jî, bi kelecan û şabûna biserkeftinê diqedîyan.
Li derveyî welat Newroz bi stran û sloganan, bi Sirûd û Alên Kurdî tê pîrozkirin, lebêlê pîrozkirineka bê tirs û bê kelecan…
Di ser pîrozkirina min a cara yekmîn ra emrek derbas bû.
Ne Kurdistan ava bû, ne jî avabûna wê ji nêzîk va xûya dike…
Şevîn, dûra jî Kejê, mezin bûn û ji mal çûn…
Ez û jinhevala xwe li mal û di vê Newrozê da tenê man.
Jibo ku Newroza wê pîroz bikim, min jê ra baqek gul berhev kir û anî…
Wê jî ji kulînê şûşyek ji şeraba Kurdistanê derxist û anî li ser masê danî.
Emê îro ji danê êvarê da, guhê xwe bidin dengbêjan û şeraba xwe daqultînîn.
Bi dengê dengbêjan û bi tahma şerabê Newroza xwe pîroz bikin û xewn û xeyalên xwe yên mayîn bixemilînin…
Newroza we jî pîroz, xewn û xeyalên we mîna Newrozê xemilandî be!…
21.03.2021