
Xewn û xeyal tewaşa jîyanê ne.
Jîyana bê xewn û xeyal, mîna şorbeya bê tewaş, bêreng û bêtam e.
Loma mirov di her salên xwe da xewnan dibîne û ji bo rojên li pêş xeyalan dike.
Xwedî jîyanek gor dilê xwe nebe, jîyana xwe bi xeyalên rengîn dixemilîne.
Bi taybetî zarok bi xewn û xeyalan mezin dibin.
Bi derbasbûna demê û bi ked û xebatê ra ji wan hinek tên cîh, hinek jî vediguhezin û mîna daxwazên bêdawî, di kurahîya dil da cîh digrin.
Dibin bîrov û dixurên…
Bi xúrandinê ra êş û jan didin.
Carcaran êş û jan kêm bibe û werin jibîrkirin jî, ti car wenda nabin.
Bi awayekî derdikevin pêş û xwe nîşan didin.
Çend sal berê, ji salan şûnda rastî hevalêk xwe yê ji dema zanîngehê hatim.
Em kûr û dirêj axifîn û me ji hev qala jîyana xwe, qala xewn û xeyalên xwe yên hevpar kir.
Hevalê min dev ji yên hevpar berda û çû dema zarokatîya xwe.
Dûr û dirêj qala wê demê kir.
Di zarokatîya xwe da gelek tiştan dixwaze û jibo bîcîhanîna daxwazên xwe jî xeyalan dike.
Mixabin piranîya daxwazên wî nayên cîh û di dilê wî da dimînin.
Piştî xwendina zanîngehê dest bi karû xebatê dike, dizewice, zarokek lawîn jê ra dibe.
Law dibe 10-12 salî, ew hê li pey xewn û xeyalên xwe yên zarokatîyê ye.
Rojek destê lawê xwe digre û dibe li çend qursên jibo mûzîk û werzîşê qeyd dike.
Law, danê sibê dice dibistanê, piştî nîvroyê jî ji qursek derdikeve û dikeve qurseka din. Bi tarîya êvarê va û westîyayî xwe diavêjê nav male.
Demek şûnda, law li hemberî wî disekine û jê ra dibêje:
- Bavo, tiştên ku te di zarokatîya xwe da xwestibe û neanîye cîh, tu nuha dixwazî wan hemûyan bi min bidî kirin. Lêbelê ez nikarim ji bin hemû daxwazên te bi serkeftî derkevim. Daxwazên xwe daxîne yêkî, ku ez jî bikaribim wê bînim cîh…
Hevalê min, bi gotinên lawê xwe matmayî dimîne. Dûra lawê xwe hembêz dike û jê ra dibêje:
- Kurê min, min bibaxşîne, tu daxwazek min nîne. Tu çi dixwazî wî bike û gor wê yekê jî biryara xwe, bixwe bide…
***
Nuha mesela Kurdên Bakûr e…
Kurdên Bakûr ji vir 60 sal berê, piştî bêdengîyek dirêj, bi xewn xeyalên ji bo Kurdistaneke azad û serbixwe, dest bi kar û xebatên sîyasî kirin.
Kovar û rojname derxistin.
Komel ava kirin.
Partîyên binerd damezrandin.
Hinek bûn serok û rêvebirên wan partîyan.
Yên mayîn jî wek sofî û murîd, li pey serok û partîyan ketin û di şevereşa şevê da li Kurdistaneke sosyalîst gerîyan.
Di wê gerê da serok û partîyên sosyalîst, jibo ku serxwebûnê naxwaze, Barzanî xaîn îlan dikirin.
Jibo ku partîyeka sosyalîst nîne, PDKê jî bi neteweperestî û paşverûtîyê tawanbar dikirin.
Dem û demsal derbasbûn.
Di dawîya sedsala 20an da dinya guherî, Kurdan jî ji wê guhartinê para xwe girt.
Pergala sosyalist lerizî, Rusya û welatên ku piştî şerê cîhanê yê duyemîn, di nav şevekê da xwe sosyalîst dîtibûn, li pey hev hilweşîyan.
Partîyên Kurd yên binerd jî di bin kavilên sosyalîzmê da man û wenda bûn.
Serok û rêvebirên wan jî wek rût û tazî li ortê man.
Îro jî hê tazî ne û ji xwe ra li kiras û derpêyek jî nagerin.
Lêbelê xewn û xeyalên xwe yên ji bo Bakûr kiribûn, dixwazin ew bi destê Kurdên Başûr û li Başûr werin cîh.
Jibo vê yekê jî hinek li ser navên wan biryara serxwebûnê didin…
Hinek jibo yekitîyeka neteweyî rê û rêbazan îlan dikin…
Hinek jî sedem heyf û tolên xwe yên şexsî, jibo şerekî navxweyî fetwayê didin.
Ne Kurdên Başûrî ji barên li ser pişta xwe, ne jî serokên Bakûrî ji rût û tazîbûna xwe hayîdar in…
02.02.2021